Kurdî
Destpêk   |   Nûçe   |   Cand û Wêje  |   Ezdayetî   |   Gotar û Lêkolîn  |   Komel   |   Daxuyanî   |   Peywendî  |   Ersîf   |   Link
    Gotar û Lêkolîn


Luqman silêman:HISÊN ÎBIÞ NÊÇÎRVANÊ PARZEMÎNA REÞ

Besam Mistefa: Perwerdeya Mafên Mirovan

Heso Hurmî:Bozan Tekîn Hebûna me li vir garantiya gelê bașûr e

Kemal Tolan:Divê piþtevanên dagirkerên Kurdistana bakur jî baþ bêne naskirin

Silo Saðlam : XAYÎNKIRINA GELPERWEREKÎ

Aslîka Qadir :Zorê-zorê tiliya xwe qûna qetlê ra dikin

Luqman silêman:Despêkek gerav Û Dîrokek reþ(53)

Kemal Tolan,: Ez jî mîna sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî

TAXA ZOR AVA LI ÞAMÊ(Xeleka-2)

feremez xeribo :newaxa birahim pasha heshirén milan ü hereban
    Cand û Wêje


Nizar Yosif: Hêlîn a sar

LEYLA QASIM: Birîna Qamiþlo

Mejid kurdo:Shingale min

Xizan Þîlan: SERXWEÞÊ EVÎNÊ

leyla qasim :Kece delalê

Nizar Yosif: Tenê ji hestan ditirsî

Lawikê Metini

Nizar Yosif: Landika xewnan

Luqman silêman:Despêkek gerav Û Dîrokek reþ(53)



Kurd dibêjin malê ji te bibe sed mal.. û birastî jî ji yek partiyê bû sed partî we çiyê dî divê....!!?? Di vê mihêde tevgera kurd li Sûriyê werîsê pêncî û çar saliya xwe girêda û zend û bendê xwe hildan ji ber ku û hîn zayîn bi dawî nebûye û wê li ku jî bi sekine ne xuya ye.. û çi di serê wandeye kes ji me nizane...
Mixabin piþtî pêncî û sê sala hîn em di gerin ka navê yekimîn partî çibû û Armancên wê çibûn û kî ew çêkir û jibo çi çêkir..
Dema ku mirov nivîsandinê Dr. Nûredîn Zaza di xwînê bi mirov dide naskirin ku ew ji Ewropa hat da ku partîkî çêbike ji bo ku vî miletê belengaz û perîþan rizgarbike ji ber ku ew xwendevan û zana û bîrbirê dema xwe bû...!!
Lê dema ku mirov li Apo Osman guhdardike ew jî bi mirov dide naskirin ku ewe yê partî çêkirî ji ber ku ew xwedî tecrîbe bû û zindan dîtibûn û tevlî Þoreþê bibû...!!
Lê dema ku mirov li Mamoste Hemîd Derwêþ guhdarîdike ji xwe mirov dibêje ev bû yê ku partî çêkirî ji ber ku ew ji mala mezina bû û xwedî koçik û xulam bû ji lewma jî yek ji wan kesê ku di civîna pêþîde amadebû navmaliyê wî bû...!! (Hemze Newêran)
 wekî dî ne nivîsandinê wan hene û nejî me ew dîtine... Xwedê di zanê ka wayê çibigota...!!!??
 Û dema ku nûnerên me yê vê gavê li ser serê karê xwe ne li ser nîrê damezrandinê daxivin birastî pir xweþdikin û dibêjin yekimîn partî hate avakirin di bin bandora jiyanek demoqratî û perlemanî  de ya ku wê demê li Sûriya hebû ji ber ku ew demek zêrîn bû ji bo jiyana miletê Sûriya bi tevayî.. û bê goman bandora kurdistana Eyranê û Nemir Qadî Mihemed û ya kurdistana Êraqê jî li wê gava pîroz hebû û bi taybet ya Seydayê Berzanî.. ji bilî nîrê diwelî û danûstandina Yekîtiya Sofîyet û sûriya û mewqifê Xuroþof ji Seydayê Berzanî... Û cîhan ji cenga doyemîn derketibû..
Di baweriya min de ji xwe ne kurdê Sûrî ne yê ku partî çêkirîn.. ji ber du tiþta.
Yek: navê wê partî demoqratî kurdistanî bû û Armanca wê rêzgarkirin û yekbûna kurdistanê bû û ez bawer nakim ku kurdê Sûrî Armancek wisa û navek wisa li xwe bikin û va xuya ye piþtî pêncî û sê sala nikarin gavek wisa bidin.. lê mixabin kes xwe li vê nake xwedî bê ku bêjin rastbû yan þaþbû... Û yê ku partî çêkirin kurdê kurdistana Turkî û Êraqî bûn bi taybet Celal Telebanî û Osman Sebrî bûn û vê dawiyê Nûredîn Zaza jî giha wan û di peyre yek yan dido ji kurdê Sûrî tevlî lîstikê bûn...
yê ku ew xwarin li agirkir jî Serac bû û Serac xwarin li agirkir ne ji bo kurdê Sûrî na ya wî ji bo Serxet û Binxetê bû.. çimkî di wê demê de pir lîstikê diwelî hebûn.. Çimkî di wê demê de nekokî di navbera roj hilat û roj avadebû û heryekî ji wan di xwest ku benda xwe xwirt bikin û ji lewma peymanek avadibû û yek di herifî wek Bexdan û Sehid Abad... cîhan ji cengek wêran derketibû û di xwestin û dewletê mezin yên dagirker di xwestin ji xwe re parbikin li gor berjewendiyê xwe..
Serac xwest ku kurda bi kar bînê dijî van lîstika dema ku ew bi xwazê yanî dema ku berjewendiyê wan bi kurda çêbibin dijî yek ji dewletên dora xwe... çimkî Sûriya di wê demê bê Mewqif bû carna berê wê li Êraqê bû û carna li Misrê bû...
Di baweriya min de heger ku em xweþk dêna xwe bidin rewþa kurdê Sûrî di wê demê de wê ji mere werê xuyakirin ku kurdê Sûrî dûrî siyatetê û rewþenbîriyê û jiyana demoqratî û perlemanî bûn û wek ku ji wê qûnaxê tê zanîn ne wek ku  tê gotin: wele kurda sûde ji jiyana demoqratî û perlemanî kiriye... yanî di wê demê kî ji kurdê Sûrî ji bilî kurdê ku ji Serxetê hatibûn di siyasetê de yan di rewþenbîriyê de kardikir û ji ku pê mijol dibûn.... ji ber di wê demê de Qada karker li seran serî Sûrî tune bû çawe wê di nav kurdê perîþande hebe.. kurdê Sûrî hemî þivan û gavan û cotarîbûn û çend axayê ku hebûn ew jî quna wa þilbû û ji ber vêyekî jî dema ku di sala þêst û heþtande erd hate parkirin li ser cotkara wan axa ne xwest ku erdê wa bighê cotkarê kurd gotin: erd dighe kî bila bighe bi mercê ku negihê cotkarê kurd bi gotinek dî bila neghê gundiyê me yê ku dobû mirêba bû li ba ma û navmalî bûn di nav malê mede û wê çawe bibin xwedî erd û ji bin gotina me derkevin... û di wê demê de partiya Çep biriya da gotin: çênabê cotkar erdê bigre... lê mixabin kesî ta vê gavê tu lê kolîn li ser wê qunaxê çênekirne û ne xwestine nasbikin ka çawe ev hijmara mezin ji kurda mane bê erd û bê nasname û partî çawe hate avakirin..
Lê ezê du tiþta ji were bêjim wek mînak yek ji hêla Dirbêsiyê û yek ji hêla Qamiþlo:
Yek: çaxê ku Dr. Nûredîn Zaza di sala þêstan de wek serokê partî hate girtin..Wî seydeliya xwe siparte Hesen Dêrikî bavê Luqman Dêrikîta ku ew ji zindanê vegere. Hesen Dêrikî Seydeliya Dr. Nûredîn ya Serokê partî  li ser navê xwe danî..Yanî jê dizî hîlelêkir bêbextî lêkir ez nizanim ez çinavî lê bikim... û piþtê ku Dr. Ji zindanê derket Hesen jêre got: were li ba min karbike ji ber ku Seydelî gihaye min û min ew li ser navê xwe imzekiriye.. ev yek ji wayên ku di jiyana Demoqratî û perlemandî de rabûye....!!!??
Ya dî di sala Þêst û heftan de çaxê ku ji partîkî bibû du partî çep û rast..  partiya çep konfirasê xwe li Hilêliyê li darxist û Sehal Bedredîn di wî konfirasî de got: Apo Osman casûsê Turka û Ferensa ye û gerek em berdin wî ji partî û wê çaxê Apo Osman Sikirtêrê partiya Çep bû... çaxê ku Selah ev gotin: damar bi Apo Osman ve nema û mixabin wî jî berxwedan nekir û bi destê wî girtin birin odek dî ta ku konfirasê xwe bi dawî anîn... û wisa Selah bû Sikirtêrê partiya Çep û kesî ji endamê konferas ne got: ev çawe casûse yan çi isbat hene ku ew casûse..!!??
Ez na xwazim dirêjbikim pir tiþt hene lê dibe ku îro hîn zûbe ji wan re..
ez lê bûrînê jî ji kesî na xwazim............
 

Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se

 
Destpêk   |   Nûçe   |   Cand û Wêje  |   Ezdayetî   |   Gotar û Lêkolîn  |   Komel   |   Daxuyanî   |   Peywendî  |   Ersîf   |   Link
ji bilî nivîs û daxuyaniyên ku bi navê Komela Kaniya Sipî ya rewþenbîrî û civakî tên belavkirin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!


.