Kurdî
Destpêk   |   Nûçe   |   Cand û Wêje  |   Ezdayetî   |   Gotar û Lêkolîn  |   Komel   |   Daxuyanî   |   Peywendî  |   Ersîf   |   Link
    Gotar û Lêkolîn


Metin Kewê DILXÊRÎ: Kurdbûna Rustemê Zala

Dr.Hisên Kîkî :Me Mirovdost, Pispor u kurdperwerekî mezin winda kir!

Besam Mistefa:Em li vir in!

Dr. Ebdulhekîm Beşar: Siyaseta derve ya Iraqê bi nêrîneka kurdî ya sûrî

Diyar Ehmed :Rikeberiya Sûriyê û mafê gelê kurd

Merwan Reşo:HAWAR!

Konê Reş:Ji 15 Salan Ve, Di Roja Serdana Serok Barzanî a Qamişlo

Konê Reş:Sirgûnê û Wêjeya Kurdî

Dilawerê Zengî:Osman Sebrî (1905-1993)(Jiyan, Tekoşîn û Berhem)

Nizar Yosif:Semînara Pr.Dr.Ferhad Birahîm Seyda.
    Cand û Wêje


Amer Çelik:Her werzekî modêlek

Nizar Yosif:Rêka bê dawî

Abbas-Abbas:Teriya Ker

Sherzad Zeynelabidin:Sala par

Nizar Yosif: Roja şeyda

Arşek Baravî: Min digot:

Xizan Şîlan:AWIRÊN EFSÛNÎ

Kamran Simo Hedilî: Sirûda serkeftinê

CHP-BDP, di ihtîmaleke lihevkirinê de... (Cengiz Çandar - Radikal)



CHP-BDP, di ihtîmaleke lihevkirinê de...  (Cengiz Çandar - Radikal)
Cengîz Çandar, îro di gotara xwe de bal kişandiye ser pêşketinên dawîn ên di siyaseta Tirkiyeyê de û daye zanîn ku ithimal e CHP û BDP nêzî hev bibin.
Kurteyek ji gotara nivîskar li xwarê ye:
“(...) Serokwezîr, bi ser pê be jî pêdivî dibîne ku bi hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş re hevdîtenekê pêk bîne. MHPyî û BDPyî piştî demeke dirêj dîsa destê hev digirin. Rêveberên BDPê bi erênî nêzî axaftina Serokomar dibin. Leşker, pê dihesin ku wexta boykotkirina Serokomar Gul li pey ma. Kiliçdaroglu, gava Baykal rûdinişt ji bo hurmetê li ber Gul radibe ser piyan. Serokomar Gul, ji hikûmet û muxalefetê re dibêje diviya hûn zimanê xwe nermtir bikin. Êdî ji serê dewletê êdî bi dengekî bilind tê gotin ku diviya em navekî li pirsa kurd bikin.”     
Xeyala perwerdeya Kurdî jî xeyal e (Başak Sayan– Akşam)
Başak Sayan, îro di gotara xwe de bal kişandiye ser niqaşa li ser perwerdeya bi zimanê kurdî û daye zanîn ku Eyup Can, van rojîn dawîn di gotarîn xwe de ev mijar gelek hingaftiye û aêkere kiriye ku diviya di dibistanan de perwerdeya bi kurdî dest pê bike. An jî wekî dersa bijarte bikeve mufredata perwerdeyê.
Beşek ji gotara nivîskar ev e:
“(...) Piştî ku Can li ser vê mijarê nivîsand, pêşîn Oktay Ekşî bersiva wî da. Li gorî Ekşî, vê yekê dê welat parçe bikira. Can destnîşan kiriye ku li gelek welatan perwerdeya bi zimanê dayikê tê dayîn, tiştekî wisa tu tişt bi yekparetiya axa welatan nekiriye.”     
Xwarina aştiyê (Mahir Kaynak –Star)
Mahir Kaynak, îro di gotara xwe de, bal kişandiye ser xwerina aştiyê ku Ahmet Turk û eşîra Metinan di navbera xwe de pêk anî û bi ser vê mijarê re pirsa kurd nirxandiye.
Beşek ji gotara nivîskar weha ye:
“(...) Çaryek serdem e ku pirsa kurd berdewam e û li gorî qinyata giştê di bingehê vê pirsê de cudakarî heye lê ev tu carî tevlê vê qinyatê nebûme. Ez pirtir li bersiva van pirsan geriyame: PKKya ku xwedan îdeolojiya sosyalist e, gelo dê bihêle ku li herêmê eşîrî bidome, an jî dê eşîriya ku hêza serdest a herêmê ye dê piştgiriya PKKya sosyalist bike?”
Bi mirina keça şivan a Liceyî re Erdogan! (Hasan Cemal - Milliyet)
Hasan Cemal, îro di gotara xwe de bal kişandiye ser kuştina Ceylan Onkola Liceyî û gotara nivîska Bejan Matur a li ser vê mijarê bi bîr xistiye û daye zanîn ku dilê wî bijiyayê.    
Kurteyek ji gotara Bejan Matur a ku nivîskar bi gotara xwe re daye weha ye:
“(...) Carina bûyerek dibe reheka jiyanê a welatekî. Windakirinek, wekî neynikekê qusûrên civakekê dide ser rû. Hûn hewl wê veşêrin jî makyaja we dê di rûyê we de bête xwarê. Kuştina Ceylanê jî tiştekî weha ye.”  
Riyeke dûr û dirêj heye (Medenî Ferho –Azadiya Welat)
Bîrdoza rêvebiriya şoreşger, biqasî şoreşa ku, ew bîrdoza rêvebiriyê afirandiye nû ye. Lewma em, li bîrdoza rêvebiriya şoreşa kurd, di nivîs û pirtûkên nivîskarên kurd de nagerin. Ji ber ku nivîskarên kurd, 30 sal in ku siya xwe dane pêşiya xwe û wek dara şikestî, xwêdana bê av dirijînin.
Pêr koordînatorê PKK’ê, di EURO STAR de, nexşeya riya çareseriya, desthilatdariya zordest diyar kir û got: 2 sernavê nexşeya riya çareseriyê hene. Yek, vekirina demokratîk. Du, tasfiyekirina terorê...
Pêr, saet di 16.20’an de, di kêlîka ku min nûçeyên Radyoya Dengê Mezopotamya dixwendin, hevalê Zana nûçeyeke “flaş flaş flaş” danî ber min. Serokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Murad Karayilan, diyar kiribû ku bêçalakîtî mehekê dirêj kirine. Ev şansekî mezin e ji bo siyasetê û pêwist e mîna berê neyê hederkirin.

 
Destpêk   |   Nûçe   |   Cand û Wêje  |   Ezdayetî   |   Gotar û Lêkolîn  |   Komel   |   Daxuyanî   |   Peywendî  |   Ersîf   |   Link
ji bilî nivîs û daxuyaniyên ku bi navê Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî tên belavkirin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!


.