|
Şêx Ferman Ebo Tevgera Êzdayetiyê ya Serrastkirin û Peşveçûnê avakiriya û tiştê Emîn Ferhan Çîço dibêje dûrî rastiyê ye.
Nivîskarê gotarê bi zimanê erebî: Adil Şêx Ferman Ebo Wergerandin bo zimanê Kurdî: Desteya birêvebir ya malpera Kaniya Sipî
Tiştê ku hişt ez van çend rêzikan binivîsînim, ew hevpeyvîna ku berêz Urûba Bayazîd Îsmail Beg, Sernivîsera (Foruma „ez azad im”) bi berêz Emîn Ferhan Çîço re, Serokê Tevgera Êzdayetiyê ya Serrastkirin û Peşveçûnê çêkir.
Bi rastî em (malbata Xwedê jê xewş, Şêx Ferman Ebo) şaş mam dema me gotinên birêz Emîn Ferhan Çîço xwendin, ku ew di hevpeyvîna jor de dibêje ku wî Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê avakiriya. Ji bo min gelekî giring e ku her kes zanibê ku bavê min, Şêx Ferman Ebo, ev Tevger avakiriya.
Bavê min di sala 1941 li Baadrê, paytexta Êzidiyan hatiya diniyayê û wî bingeha Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê avakir, ez dixwazim neha bi kurtayî çend rêzan li ser peydabûna vê Tevgerê binivîsînim.
Di sala 1991 de û piştî Serhildanê, bavê min bi berferhî bi dîroka Êzidiyan ve mijûl bû, û bala xwe da pirsgirêk û kul û derdên civakê û gel. Daxwaza dilê bavê min ew bû ku rêyekê bibîne, daku civakê ji paşveçûnê, bindestiyê, zordariyê û xwînmijiyê azadbikê û neqşekê yan çareyekê peyda bikê daku xwendinê û zanebûnê li nav Êzidiyan belav bikê, û bi vî awayî civakê pêşve bibê. Û ji ber ku gelek heval û dost û mirîdên wî dihatin dîwana wî û li ser pirsgirkên Êzidiyan û kul û derdên wan û zulm û zordariya tête serê wan guftogo dikirin, hêdî hêdî hizra avakirina hebûneke rêxistinî li ba wî peydabû; ew î hêvî dikir ku bi rêya rêxistineke weha Êzidiyan bike yek, daku karibin berjewendiyên xwe biparizin û karûbarê xwe ji bo jiyaneke bi azadî û bi serbilindayî bi rêve bibin, û bi vî away dest bi karê rêxistinî kir û xelk li derdora xwe dana hev û heta ji ........???????....netirsa?
Destpêka karê rêxisitinê yê nependî di sala 1992 de bû û bi taybet di dema berpirsiyar......li Baaderê. Tevgerê karê xwe yê nependî berdewam kir, civîn li dar xisitin, belavok belav kirin û htd. û bi taybet piştî daxwiyaniya Bingeha Êzidiyan li dervey Welat di temûza sala 2001 de, çalekiyê Tevgerê zengîrntir bûn, nexasim ku di heman salê de hijmara endamê wê di Cemaya Şêx Adî de bihtir bûn, ji ber di wan her heft rojê Cemayê de derfet bi dest endamên Tevgerê ket, ku hev bibînin û li ser gelek tiştan guftugoya bikin, hêdî hêdî karê Tevgerê berferh bû û aşkera bû; merov karê bêje ku di wê demê de avakirina Tevgerê hata aşkere kirin.
Di sala 2002 an de çalekiyên Tevgerê li herêma Şingalê xurttir bûn, bê guman piştî ku 20 roj lêborîn ji bo kesêt bazdayî hat, di vê dema bivek de endamên Tevgerê fikir û hizra Tevgerê li hemî deverêt Şingalê û Baaşîqa belav kirin. Hêjayî gotinê ye ku xelkê Şingalê arîkarî û piştgiriya çalekiyên Tevgerê kirin û gelek ji wan bûn endam û li gel wan mil bi mil wekî dilêra ketin nava şer, gerek e li hêre em bandora Jina Êzidî û arîkariya wê ji bo Tevgerê ji bîr nekin, piştî ku Jin jî tevlî vî karî bû, hingî hata zanîn ku Tevgerê hebûna xwe isbat kir.
Rêz û silavên min ji bo her mirovekî dilpak hene ku xizmeta Êzdiyatiyê dike. Li vê derê jî ez ti carî kar û xebat û bizava hevaldostên bavê xwe ji bîr nakim, ji ber wan li gel êk ji dil û can ji bo vê tevgerê kar kirin, û ez dibêjim wan: madam xwestekarê maf hene, ti cara maf û xebat winda nabit. Herweha ez dixwazim bidim xwiya kirin ku belge û dokument li ber destê min hene, rastî û durustiya axifitinên min isbat dikin û axiftinên birêz Emîn Ferhan Çîço pûç dikin, ku dibêjê wî Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê avakiriya. Û heke pêwîstî pê hebê, û ji axiftinên min behwer nekir, ezê van belge û dokumenta di alavên ragehandinê de biwşînim.
Adil Şêx Ferman Ebo Kurê damezerê Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê
Elmaniya, 06/09/2006
Wergerandin: Desteya birêvebir ya malpera Kaniya Sipî
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |