|
 |
Vegere
Ajansa
Nûçeyên Îtalyayê (AKI) raporek derbarê kampaniya ji bo fermîkirina
zimanê kurdî li Sûriyê belav kir: Kurdên Sûriyê ji dema damezirandina
dewleta sûrî û hetanî îro ji mafên xwe bêpar in
Şam ( 3 Avdara
2006ê ) Ajansa Nûçeyên Îtalyayê (AKI)
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve dest bi çalakiya
berhevkirina 100. 000 îmze kiriye da ku wan imzeyan di gel belgenameyeke
giştî û berfirh ku derbarê çewisandina çand û zimanê kurdî ye, radestî
dezgehên navnetewî û di serî de UNESCOyê bike, da desthilata Sûriyê
şermezar bikin û ku mafê çand û zimanê kurdan binase û derfetan li hînbûn
û perwerdeyî bi kurdî veke.
Çalakiya HRKRD a ji bo zimanê kurdî di çarçeweya pêkanîna biryarên
kongireya wê ya diwemîn de pêk tê. Di kongireya xwe ya diwemîn de HRKRD
biryara ku sala 2006ê sala zimanê kurdî be wergirtibû û aniha jî ji bo
çalakkirina wê biryarê bernameyeke giştî amade kiriye.
HRKRD di daxuyaniya ku gihiştiye destê me jî destnîşan dike ku, armanca vê
çalakiyê ew e ’’ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî, kurd bikaribin bi
zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin û desthilata Sûriyê jî êrîşên xwe
rawestîne da zimanê kurdî geş bibe’’ daxuyanî berdewam dike û dibêje ku
’’zimanê me hilgirê bingehîn ê nasnameya me û çepera pêşîn a parastina
giyanê me yê netewî ye’’.
Û derbarê peywendî û piştgiriya hêzên siyasî yên kurd, Ferhad Ehmê endamê
komîteya ragihandinê ya HRKRDê ji boyî ajansa me AKI ragihand ku „sazî û
dezgehên sivîl ên kurdî bi awayekî pir germ piştgiriya banga me kirin û bi
çalakî beşdar dibin, herwisa çend rêxistinên siyasî jî helwestên xwe yên
erênî ji me re ragihandine“. Ferhad Ehmê berdewam dike ku „HRKRD hemî
sazî, dezgeh û rêxistinên siyasî û yên civaka sivîl agahdarkirine û ji wan
re mebestên vê çalakiya 100 hezar imze ron û zelal kirine, herwiha me doz
li wan kiriye ku bi çalakî beşdar bibin“.
Derbarê ku gelo helwestên desthilata Sûriyê li pêşberî vê çalakiya we ya
imzeyan û li pêşberî daxwazên saziyên navnetewî dikarin çi bin, Ferhad
Ehmê got „em bawer in ku ev çalakiya me dê bala xelkên kurd bikişîne ser
çewisandin û rewşa zimanê kurdî, herwiha dê kurdan bi awakî çalaktir berbi
parastina zimanê wan ve dehif bide. Ango dê zimanê kurdî bibe mijara
guftugo û dê bibe rojeveke rojane di çarçeweya xebata kurdan de ji bo bi
destxistina mafên xwe yên netewî û di serî de ziman“.
Ferhad Ehmê berdewam kir „ Desthilata Sûriyê bi şêweyekî nerm danûstendinê
bi daxwazên saziyên navnetewî û yên mafên mirovan nake. Lê gelek caran
zext û guşarê berhemên baş dane. Bi taybetî dema ku UNESCO bixwe xwe wek
berpirsa parastina zimanên qedexe yên zikmakî û pêşvebirina wan jî,
dibîne. UNESCO bi xwe roja 21 sibatê de wek roja cîhanî a zimanên zikamkî
binav kiriye“
Ferhad Ehmê balkişand û got “HRKRD çalakiya xwe ne li gorî bertekî û
reaksyonên Sûriyê bi rêve dibe. Em erkên xwe bi cih tînin, yek ji wan
erkan jî parastina ziman e. Ya din jî gerek em dîmena tirsnak a rewşa
zimanê kurdî li ber çavê gelê xwe raxînin. Gerek hemî rewşenbîrên kurd
têbikoşin hetanî ku Sûrî wan daxwazan bipejirîne.“
Hêjayî gotinê ye ku kurdên Sûriyê ji dema damezirandina dewleta sûrî û
hetanî îro ji mafên xwe bêpar in. Mafê wan nîne ku bi zimanê xwe bixwînin
û çalakiyên çandî li darxînin û rewşt û gerdîşeyên xwe bikarbînin. .
Herwiha ji bo kurdan qedexe ye ku komele û rêxistinên siyasî û saziyên
civaka sivîl ava bikin.
Ji bo serdana malpera Ajansa Nûçeyên Îtalyayê (AKI), li ser vê lînkê
bitikîne (erebî):
http://www.adnki.com/index_2Level_Arab.php?cat=CultureAndMedia&loid=8.0.271459622&par=0
Jêder:
rojava.net
Top
|