|
Bangewazî
Serhan Isa 24 / 09 / 2003 Elmanya
- Ji bo serokatiya hêzên hevpeymanan li Iraqê. - Ji bo serokatiya hemî partiyên Iraqê yên têkoşer. - Ji bo hemî rêxistin, sazî, kombend û dezgehên mafên merovan li Iraqê.
Bi anahiya Xwedê li 06/ 10 / 2003 cejna cumayîyê li geliyê laleşa nûranî perestgeha Êzdiyan ku di keve dilê Kurdistanê destpê dike û wê tanî 13 / 10 / 2003 berdewam bike; û bi vê hilkeftinê û nemaza piştî rûxandina rêcîma Ba,is a diktator û xwînrêj li Irarê li ser destê hêzên hevpeymanan û lawên Iraqê yên dilsoj û têkoşer,dê îsal jimareke pir mezin ji êzdiyên cîhanê serdana Laleşa nûranî bikin.
Her weha tê zanîn ku rêcîma Ba,is a têkçûyî û Xwedênenas gelek asteng û alozîyên mezin ji bo serdanvanên Laleş û ciyên din yên pîroz li Iraqê çêdikirin.
Û ji ber rewşa nexweş a ku niha gelê Iraqê têre derbas dibe, hindek rêxistin û komikên troristyane mîna rêxistina Alqaîda, paşmayên rêcîma Ba,is a xwînrêj û hindek giropên din ku teketeke ku di sînorên welatên cîran ve derbasî Iraqê dibin; ku vê rewşa nexweş li Iraqê mîna keyslêhatinekê ji xwe re dibînin û kiryarên tiroristyane li dijî gelên Iraqê û berjewendiyên wîna dikin, wek nimûne: kuştina xwedêjêrazî Eyet Ellah M.B. El Hekîm, xwedêjêrazî Sêrcyo Dêmêlo nûnerê serokatiya netewên yekbûyî li Iraqê û her weha hewldana bi qirêj ji bo kuştina Xanima Dr. Eqîla Al Haşimî endama encuma fermandarî a demekî li Iraqê û dawî hewldana bi qirêj ji bo kuştina Mîr Tehsîn Beg ( serokê Êzdiyan li cîhanê ) li bakurê Mûsil.
Ji ber vê hindê me hêvî ji hêzên hevpeymanan û hemî partiyên Iraqî heye, û bi tayîbetî her du partiyên kurdî yên sereke P.D.K û P.Y.N.K çimkî Laleş dikeve dilê kurdistana Iraqê, ku karibin serdanvanên Laleş ji kiryarên troristyane bi parêzin, û hêminî û asayişê ji wana re peydakin, da ku bişên rê û rismên vê cejnê di atmosfêrin azadyane bijwên û bê tirs de bikin, çimkî di sala bûrî de bi helkeftina vê cejnê hewldaneke troristyane wisa hate kirin lê bi alîkariya hêzên her du partiyên sereke ev hewldan hate beravêtî kirin.
Gelî rêzdaran ev bangewaziya me ne tenê ji bo parastina Laleş e belê ji bo parastina hemî perestgeh û ziyaretgehên pîroz yên hemî Olên din li Iraqê ye.
-1- pêwistîpêdan û guhlêdêrana we ji bo vê Bangewaziyê tekez kirineke ji layê we ve bi peydakirina rewşeke ewlekaryane û asayeşî ji bo hemî xelkên Iraqê, her weha bo me wê ciyê rêzê û sipasiyê be.
Dawî em daxwaza serkeftinê ji we hemiyan re dikin, û em hêvî dikin ku nêzîk ne dûr hemî hêvî û daxwazên gelê Iraqê û bi tayîbet gelê Kurd bi cî werin, û Iraqeke azad demukrat ferehhizbî û fedralî bête avakirin.
Bi Emzekirina birêzan:
Mafnas: Osman Al Yezdîn Birêz: Emîn Baba Şêx Birêz: Emîn Şemo Birêz: Azad Şikrî Nivîskar: Bedel Feqîr Hecî Mafnas: Celal Brahîm Nivîskar û wergêr: Cengîzxan Nivîskar: Hisên Nermo Nivîskar û helbestvan: Hesûn Cehwer Nîgarkêş: Xelf Xidir Birêz Dilgeş Isa Birêz Simko Şemsanî Mafnas û wegêr: Sa,îd Cîco Nivîskar û helbestvan: Şerîf Şêxanî Birêz: Şivan Şêx Elo Birêz: Sedîq Basî Rojnemevan: Tariq Hemo Mafnas: Amir Ido Elî Çîroknivîs: Emer Çelik Birêz: Fewzî Çelik Mafnas: Qûlo Xwedêda Birêz: Qenat Mehmo Desteya birêvebir a Rojnameya Qendîl Komîta kaniya Sipî a rewşenbîrî Nîgarkêş: Kemal El-Eraqî Nivîskar: Mîrza Hesen Denayî Nivîskar: Mecîd Heso Birêz: Nûrî Hesen Hemo Lêkolîner û helbestvan: Hoşeng Broka Nivîskar: Hadî Baba Şêx
-2- Amadekirin: Helbestvan û nivîskar: Serhan Isa Bahnhofstr.29 78713 Schramberg Tel: 0174/ 8341024 Email: kaniya.sipi@web.de
24 / 09 / 2003 Elmanya
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |