|
Berhevkirin. Şivan Bavê Şêxmûs
,,,,,,,,Remo reşe ji min reş tire,,,,,,,
Keçik dibê bavo ji bone xwedê lo min bi dinê
de na ji ber kul û derdê lo dilketinê
îsal sê sal remoyê alî min di xuazê lo min na dinê
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavê keçikê di got keçe minê niha devê deryê remo re çûm
remo reşe lo ji min reþ tire
ji qirêje koçerê pazde sale wêde lo bi gemar tire
de hingî nezane ji dehşikî nav garanê lo kawik tire
hingî tirsoneke ji kîroşkê lo bê zirav tire
hingî rût rûte ye ji gurê sere çiya lo birçî tire
ne kirase ne sayîye ji marê nave pûngê lo tazî tire
ax remo reşe lo ji min reþ tire.
Keçik di bê bavo ji bone xwedê lo min bi dinê
de na ji ber kul û derdê lo dilketinê
îsal sê sal remoyê alî min di xuazê lo min na dinê
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ti di bê remo reşe lo ji min reş tire
de were bi çavê min rebene xwedê
li bejin û bale remo meyzê
deme çavê min li bejin û bale wî di kevê
li ba dilê min dêranê ji pelek berfe zozanê jorî lo sipî tire
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ji bone xwedê lo min bi dinê
de na ji ber kul û derdê lo dilketinê
îsal sê sal remoyê alî min di xuazê lo min na dinê
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ti di bê ji qirêje koçerê pazde sale wêde lo bi gemar tire
de were bi çavê min rebene xwedê
li bejin û bale remo meyzê
deme cavê min li bejin û bale wî di kevê
li ba dilê min dêranê ji bajarye lo temîz tire
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ji bone xwedê lo min bi dinê
de na ji ber kul û derdê lo dilketinê
Îsal sê sal remoyê alî min di xuazê lo min na dinê
gidî ji bone xedê ax min bi dinê.
Bavo ti di bê ji dehşikî nav garanê lo kawik tire
de were bi çavê min rebene xwedê
li bejin û bale remo meyzê
dema çavê min li bejin û bale wî di kevê
li ba dilê min dêranê ji amîn ahmed şêrfê rema yabo şehreza tire
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ji bone xwedê lo min bi dinê
de na ji ber kul û derdê lo dilketinê
îsal sê sal remoyê alî min di xuazê lo min na dinê
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ti di bê ji kîroşkê lo bê zirav tire
de were bi çavê min rebene xwedê
li bejin û bale remo meyzê
dema çavê min li bejin û bale wî di kevê
li ba dilê min dêranê ji þemûnê henê heydo bavê korê lo hê mêr tire
gidî ji bone xwedê lo min bi dinê.
Bavo ji bone xwedê lo min bi dinê
de na ji ber kul û derdê lo dilketinê
îsal sê sal remoyê alî min di xuazê lo min na dinê
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ti di bê ji gurê serê çiya lo birçî tire
de were bi çavê min rebene xwedê
li bejin û bale remo meyzê
dema çavê min li bejin û bale wî di kevê
li ba dilê min dêranê ji cemîlê çeto lo bi sifre tire
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ji bone xwedê lo min bi dinê
de na ji ber kul û derdê lo dilketinê
îsal sê sal remoyê alîremoyê alî min di xuazê lo mine dine
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ti di bê ji marekî nave pûngê lo tazî tire
de were bi çavê min rebene xwedê
li bejin û bale remo meyzê
dema çavê min li bejin û bale wî di kevê
lib a dilê min dêranê ji izedînê cemîl lo cil bihtire
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Bavo ji bone xwedê lo min bi dinê
de na ji ber kul û derdê lo dilketinê
îsal sê sal remoyê alî min di xuazê lo min na dine
gidî ji bone xwedê ax min bi dinê.
Gidî ji bone xwedê lo min bi dinê
de na ji ber kul û derdê lo dilketinê
îsal sê sal remoyê alî min di xuazê lo min na dinê
de bi soza xwedê bavo birano heger winê lo min ne dinê
navbere min û remo maye roja înê soz û peymanê lo revandinê
ezê bi destê remo yê alî bi girim bi revênim
emê herne bajarê lo vê mêrdînê
bi şîranî emê deynin hêlîne hiskirinê lo dilketinê.
05.04.2006 Elmaniya
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |