Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Home

Komel

Nûçe 

Êzîdiyatî

Wêje

Gotinên Pêşiyan

Weşanên Nuh

Mûzîk 

Wêne

Links

Erşîf

Deftera Mêvanan

Forum

Peywendî

Mal û Komelên Êzidiyan

Quncika Azad

Arîkariya me bikin   >>>>

Add us to Start Page >>>

Kocka Kaniya Sipî >>>>

Add us to Favorite    >>>

 

Vegere

 

 

Jenîneke bi deng ji damarên Kurdayetiyê

(Guleke şermîn  ji navenda çanda Laleş ê re , ya çand û rewşenbîriyê)

 

Bêwar Brahîm

 

Kurd û Kurdistan , mîna çiyayên berz û bilinde , ku di bin pêyên zilim û zorê de ji hezarên salan ve ne hatine qirkirin , ev nav bûye durişmeke zêrîn li ser zimanê dîrokên dêrîn û hevçerx , di pêvajoyên serhildan û berxwedanên vî miletê leheng de , rojekê netewa xwe binpê nekiriye , Kefenê cangoriyan li ser destan  bû , û di nav dryayên ji xwînê pêvajoya xwe berdewam dikir .

Yek ji karwanên vê pêvajoya serfiraz , ji bo parastina ziman , nijad , kultûr û pêmayên gelê Kurd , Ola Êzdiya ye , ku ta roja îro ev Ol bi nijadpirsteke Kurdewarî , Kurdayetiyê li har çar aliyên cîhanê diparêze .

Ji ber ku gelê Kurd , hewl dide bi rojgara golobalîzmê re bimeşe , û ji şoreşa hevçerx û pêşveçûnê bêpar nemîne , rêbazên hemdem li pêşiya riya xwe datîne û şivîlekên ku paşvebirinê li ser geliyê pêşketinê rast dike , bi ronakbîriyê digre .

Ji ser dema , gotina ronakbîrê Emrîkî  Samoêl Hintington (dijberiya Şaristaniyan ) û ta roja îro , welatên rojhilat hewl didin ku vê nerînê û hem jî nerînên welatên Rojava , bi taybetî Emerîka û Uropa , ji ser xwe bi tevayî , û ji ser Ola Îsalmê bi taybetî bugherînin , lê boyerên 11 / siptembrê / 2001 ê , ew hewldan bi xwe re herifandin , nav û rola Ola Îslamê li nav wan kambax tir bû , bi wê derba xedar Rojavayî bi birînên miletên bindest hestdar bûn , hingê bi ber firehî rê li ber mafxwazên doza miletan , mirovahî, aştî û tenahîyê vebûn  , ew reştariya li ser miletên bindest bû ronahî , di pilanên avahiyên nû de welatên Rojava dest bi pirojeyê Rojhilatê mezin kirin û nexşeyê nû ji Rojhilat re li ber xwe

danîn .

Bê guman , gelê Kurd , mezintirîn netewe li Rojhilatê , ku li nav dewletên cîran hatiye perçe kirin , lê .. di gel vê perçekirinê jî , rojekê vî miletî netewa xwe bi netewên din re ne buhujandiye , ji bilî Ala Kurdewariyê tu Alên din  hilnedane – ez boyerên serdema Xaçparêz û Osmaniyan u hwd ..nayênim zimên - , rojekê Ala olperistiya fanatîk û hişk  cihê xwe li nav rêzên azadîxwazên Kurdistanê ne girtiye û ez ne bawerim wê rojekê cihê xwe bigre .

Eger mirov , nerînekê intelektol , bide rewşa miletê Kurd li tevayê cîhanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê , piştî ketina Bexdadê di Nîsana 2003 an de , wê bighêje  serencamekê kûr û bi havil , ku ne Ol , ne Êl û Hoz  nikarin giyanê Kurdayetiya li nav gelê Kurd biçirînin , ev bîr û bawerî yekemîn stûne ji bingeha azadiya Kurdistanê re .

Li devera Şêxan ê , ku nû ji bin destê rêjîmeke zordar rizgar bûye û ronaka azadî û zanyariyê bi derengî gihiştiye wê deverê , bi sedema boyereke civakî , ( Dara Zingila ) li meydana Melek , li geliyê Laleşê , li zingilên hawaran da , da ku her dilsoz û welatperewrên Kurd li ser dûmana reş ku ji agirê xezeb û fêlbaziya dijminên gelê Kurd , ku li asmanê Şêxan hilbû bizîvire , û destê alîkariyê dirêjî vemiriandina vî agirî bike .

Bê guman , hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmasî di vemirandina  vî agirî de nekir  û helwîsta Mîr Tehsîn Beg ê Êzdiyan , bi rêbaza Kurdayetiyeke resen û aqilmendiyeke hekîm ,  agirê dijminên gelê Kurd li erd-bejiya wan vegerand .

Hewldanên wan pencên jehrkirî , di bin perdeya boyerekê civakî de , ku  xwedî armancên çiravî bûn bi van helwîstên cegerdar tev têkçûn  , ew armancên reş , mebesta pêşîn û dawîn ji wan re , çirandina can û giyanê Kurdayetiya miletê Kurd e , ew nizanin ku Êzdî resentirîn koke , ji bingeha miletê Kurd re û çiyayê Şingalê û devera Şêxan perçeyeke pîroze ji xaka Kurdistana azad , ew nizanin ku têkçûn û çirandina di navbera Sinee û Şîee de , li nav gelê Ereb û bi taybetî li Îraqê , nikare rêka cogên têkçûnên wisa , li nav miletê Kurd veke  û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê , ku bûye Qublegeh ji hemû Kurdên cîhanê re .

 Li cîhanê tevî , eger miletek hebe xwedî dû Hec , ew miletê Kurde , dema ji Heca musilaniyê li bajarê Mekkê vedigerin û berê xwe didin Heca Kurdayetiyê li geliyê Laleşê , bi ava Kaniya sipî destlimêj digrin û li ser zeytûnên darên Şêx Adî difitirin .

Dema Papa yê Vatîkan Binidêkt ê 16 an , di simînereke xwe de , li bajarê Miyonix  li Almanya , li ser zimanê Impiratorekî Bîzentî , rexne li Ola Îslamê kir , agirbestên xwepêşandanên welatên Rojhilat careke din rijiyan sikak û kolanan , û kopiyeke pirokratîk ji Fîlmê karîkatorên rojnamevan Karistin Yostê yê Danimarkê , careke din derket holê , bê guman karên wisa hov û ne şaristanî , dibin daxên reş li ser aniyên welatên xwe , miletê Kurd  di mijarên wisa de ji xwe haydare , ne vexwarina zemzem û ne ya zilindarê di peyalên Olê de , li xwe heram kiriye , ku Selahedînên hemdem li nav me peyda bibin jî , wê ji Amedê ta bi Mehabadê rizgar bikin , da ku kesek nema bibeje :

 

Selehadînê Eyûbî bi serket

Bû Lenegekî Ereb ,

Ku têkçûba , wê biba Sîxurekî Kurd ..

 

Ev armanc ji dewletên ku Kurdistan dagirkirine , berz û zelale , lewre hewldanên fêlbaziyên xwe çalak dikin û li saza oldariya musilman û êzdiyan didin , lê .. ava Kaniya Sipî li ber tofana ava Reş paqij û zelal dimîne , eger di nav qada navnetewî de nîşana musilmaniyê herdem Şûrê serbixwîne , nîşana Kurdayetiyê aştî û tenahî û aramîye .

Ji bo ku boyerên wisa nexweş li nav gelê Kurd nema peyda bibin , ev dueya ku li bal Êzdiyan ji bo mirinê ye , lê min ji bo jiyanê bi kar aniye , jiyaneke bi aştî û aramî di hembêza welatê tenahiyê de ,

Di hembêza Kurdistana pîroz de :

 

Ji dost û dijminan , şermîn ne bin ,

Ji xaniyan , bê dere ne bin ,

Ji Mêray , bê sere ne bin

Ji Çiyan , bê gelî ne bin ,

Avên Kaniyan , li we zuha ne bin ,

We behr , li Buhiştê hebe ,

Deriyê dojehê , li we venebe .

 

Sed hazar carî Amîn , ji bal Yezadanê jorîn

 

23 / 02 / 2007

Qamişlo

 

 

 

 

Jor

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis