|
Beyta Laliş
Hatim Lalişê mendehoş
Ev biheşta pir nûr û
xoş
Li ber dergehê Şîxadî
Bûm derwêşekî xirqepoş
Kanya Spî muhra pakî
ye
Berat tuberk û çakî ye
Laliş rewşa Welatê min
Kevnewarê vî xakî ye
Beramber stûna miraza
Min dest bilindkir
daxwaza
Welatê min rehabikey
Ji Ejdahak û Şerxwaza
Zorî û sitem sal û
zeman
Derbasbûn heftê û du
ferman
Kes nekarî me windaket
Me paraztin ol û ziman
Paraztin koltorê
Kurdan
Şêx Fexr û Dawidê
Derman
Xidir û Hesed û Pisê
Cem
Derwêş û Pîr Reşê
Heyran
Cilên me spî xafika
sûr
Zere agir` roj mah û
nûr
Keske buhar` sersala
me
Ala Kurdistan hildin
jor
Peyv: Edîb Çelkî
Stirandin û awaz:
Hesen Şerîf
Edîb Çelkî / Hannover,
buhara 1996 ê
|