|
Semînarek Li Qamişloyê di 49emîn salvegera bidarvekirina Qazî Mihemed
30 ê Adara 2006 keskesor.info/Işev li Qamişloyê bi vexwendekê ji tevgera ciwanên kurd semînarek hate lidarxistin bi helkeftina salvegera 49emîn li ser bidarvekirina Qazî Mihemed damezirênerê komara Mehabad, di vê semînarê de tevgerê mele Ebdile mele Reşîdyê Xerzanî û Şikrî Betîxa xelatkirin.nûnerê partiya Azadî, Demoqrata pêşverû, yekîtî1, yekîtî2,çep,El-Partî . nûnerê pirtûkxaneya mîr Celadet Bedirxan û nûnerê komîta mafên mirov kurd MAFbeşdarî vê semînarê bûn, herweha ronakbîr û nivîskarên kurd jî beşdarî vê semînarê bûn :Siyamend Brahîm , mele Eliyê Darî, Mesûd Iko beşdar bûn , partiyên beşdar gotinên xwe di salvegera
49emîn de ya bidarvekirna Qazî Mihemed gotin, herweha ronakbîr û nûnerên partiyan li ser rola Şikrî Betîxa ya lehengî axivîn û çawa dest û lingên wî pûçbûne di bin işkenceyê de û bê liv mane, û ew nikare ji bilî serê xwe bileqîne, divê ew her mîna ninûneyên lehengiyê bimînin bo kurdên rojavayê kurdistanê , mele Ebdile mele Reşîd bi dirêjî axifî li ser jiyana Qazî Mihemed û ronî avêt li ser qonaxa avakirina komara Mehabad
Top
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |