|
Li ser daxwaza hukûmeta Elmanya (Cadên Tezî) dê beşdarî fêstîvaleka filman bit A/Hejar.M
Penaberên kurd li welatên bîyanî destkeftên mezin bi destê xwe ve tînin wek dirustkirna filman li welatên bîyanî , Evce li vî barîde xortekî kurdê Êzidî bi navê (Xalid Ibrahîm Reşu ) ye li sala (1988) li komelgeha Xankê li qezaye Sêmêlê ser bi Parêzgeha Duhok ve ji dayk xwe bûye , eve nêzîkî (9) salane li bajêrê (Axîn) yê Elmanya cîwar bûye , Reşu li wêrê hînî karê honerî dibit û kar li ser diket li vê dawiyê rabûye bi dirustkirina filmekî li bin navê (cadên tezî) amadakirye , (Xalidî) diyar kiriya ku sînaryo û derhênan û çîroka filmî ya wîye , naveroka filmî li dur talankirin û şelandin û zilm û zurdarya diktatura ne li ser cadeyên Kurdan beramber zarokan , û ew nêzîkî (14) Hunermenda ne, ji wane Hunermendê Elmanî (Endirson) û (lîza) û yekê turkî bi navê ( Rêkan) . Piştî deng û basên evî filmî li herdû rojnameyên Elamanî (Stadtteilseite) jimare (124) li (30/5/2006) ê , û rojnameya (AACHEN) jimare (121) hatiye weşandin , hukûmeta Elmanî li meha (6) ya îsal daxwaz ji ( Reşu) î kiriye filmê xo di fêstîvaleka Elmanî da beşdar biket , eve û wî li bere di demekî dî da evî filmî li kurdistanê jî nîşan bidet.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |