|
Vegere
Spas
ji Kurdî re ku ez hînî Kurdî kirim
Cegersoz
Elmanya 06.01.07
Îro
beramber serdemekî, beramber temenekî, beramber dîrokekê, û beramber
hebûna pirtûk, mediya, sirûd û pênûsa kurdî, bêjeya / hevoka /
agahdariya, „Zimanê kurdî qedexe ye“ di her çavpêketinan de, di her
kul û gazinan de, di her şevên bijî û serkeftinan de, û di her
sloganên pivdayî de, ku di zimanê me de, cihekî pêdar bi dest xistî
ye. Ev hevoka bê xwîn û goşt, xwe wek çekek ezberkirî li sînga
hewildanên xwe dixe, armancên himêz kirî, ji xwe re kor û lenger dike,
tilî û pênûsa xwe î azad, ji xwêdana ximavê bê par dik e. Ev hevoka ku
di zimanê Kurdî de hatiye rawestandin, diyarî her destpêker û
evîndarên pênûsê dikin. Aya zimanê Kurdî, ji pênûsa takekesane re
qedexe ye ?
Gelo
ev ragihandina tazî, xirşê nake nav bizav û têkiliya bi pênûsê re ?
Ev
hevoka tomarkirî, dikare pênûsa tijî salên reş, sivik bik e ?
Çima
îro, ew qedexekirin, ji % 90 re ye, û ji yên din re azad e ?
Tu
kes pêştirîn nikare bersiva pênûsê bide. Li gorî vegotina pênûsa
darîçav, û di bîr û ezmûnên min de, nexêr. Bi alîkariya tevaya
vegotina pênûsên Kurdî, nexêr. Bi alîkariya dîtina dîmenên helbest,
roman, lêkolîn, ferheng ta bi rêziman jî, nexêr. Bi alîkariya ximava
pirtûkên wek, Ahmedê xanê, Melayê Cezîrî, Feqhê Teyran, Mîr Celadet
Bedirxan, Cegerxwîn, û yên din, dîsa nexêr. Ne îro û ne pirîstên
salan î sor, nikarîbûn pênûsa Kurdî rawestînin, ne îro û ne girsbûna
afrênerên girî, nikarîbûn barê pênûsa Kurdî hilgirin.
Ev
ragihandin, di bîr û hewildanên min de, tenê piştevaniya gêwilên
xwdanê ragihandinê dike. Ev hevoka ku min daxbar dike û mafê pênûsa
Kurdî bindest dike, diyare viyana wan ji azadîkirina ziman qet tune,
ew amajeya ku di her şêwezarên Kurdî de, cî girti ye, ku bê hûrdanîn û
bê tekez ezber bû ye, ev rêzên bê wate, bê westgeh û seknok, bê dawî û
bê armanc, ku bi xaşiyek tijî ji valahiyê, rêwîtiya xwe li hev kom û
berdewam dike. Berpêşkirina vê agahdariyê, rewanbêjiyeke gurover û ji
hev girtî ye û çeperê riya fêrbûnê bi hesanî ji xwe re ava dikin, û
wisa qedexekirnê jî, ji torevanên vî zimanî re hesan dikin, tenê
amajeiyeke ji hinek amajeyên alavên bêkêriyê ye, yên qedexe û yên azad
cuda dike, keda amas û keda westiyayî di rêza taristaniyê de ronî
dike, yên dibêjin „bijî Kurdistan“ û yên dinivîsin „bijî Kurdistan“ di
dûxnin germ de analîze dik e. Ev ragihandin tenê veguhestin û
propokenda rojane ye û ne zêdetir, ku ji nezaniya hinek Kurdistanên
jor dest pê kirî ye, û mixabin komelgeh jî li benda sloganên wisa ne,
ta ku stûbara xwe di xewnên hişyar de dorpêç bikin.Wek em tev dizanin,
/*piraniya komelgeha me ji agahdariyên wisa re, di nav zehriyê
de/teqlîdê de, winda bû ne, ku tenê jorekî bi „dûv“ wişeyekê xwedî
giravî balkêş, xwe ji devê wî bavêje, komelgeha wê,ji ber egerên
sivikbûna derbirînên kesayetî, wê wişeyê ji xwe re hilgirin, û di devê
wan de bê nûsandin, wek hevoka „ji yên hebis û zindanan re“ her çiqas
ku ew hevok hevwate ye jî, dîsa jî, hilgirtine, û herdem bi kar tînin,
çiku piraniya komelgehê bi kar tînin û hevoka „zimanê Kurdî qedexe ye“
jî wisa di rayên xwîna ziman de hatiye çandin û bûye cangoriya bê
dawî.
Ez
dê mînak pir biçûk û balkêş zelal bikim, taku bi alîkariya hinek
baweriyê, em wê qedexekirinê ji nav nixavên diyar rakin, heger zimanê
Kurdî qedexe ye! Çima pispor û zimanzanên me, her yek bi şêwazekî
takekesane navekî li zimanê Kurdî dike, ji bo armanca zimanê
„standard“ ev hevok tenê bi heşt bêjeyên cuda tên bikar anîn, mîna
„zimanê Kurdî yê (hevgirtî) yê (nivîskî) yê (stanard) yê (gelemperî)
yê (muşterek) yê (hevbeş) yê (yekgirtî) û yê (yekbûyî) her çiqas ku
têvel têde peyda be jî, tê wê wateyê ku zimanê kurdî ji pênûsa
takekesane re azade, tilî û mejiyê her kurdekî ji ximava Kurdî re, ji
berxwedana fêrbûnê re, ji sema tîpên Kurdî re, ji lêkolînên li ser
xwedayên pir re , azad bû û azade, îro û li her kurdistanên pir hejmar
nalînên derbirînên „abc“ ya Kurdî, rûpelî li ser rûpel, pirtûkê li ser
pirtûk hev maç dikin, îro û li her helkeftinên navbera Roj baş û Şev
baş de, agirvejîna Kurdî ku bi salan dikele, û difûre, û erkê xwe
himêz kirî ye.
Zimanê me ne yê perwerdekirina me bû, belê, lê qet nayê wê wateyê ku
para pênûsa Kurdî di qîreqîr, hêvî, viyan, xebat û koşa gerdûnê de
nebe. Bila xwedanê wan agadariyên bê belge, anku ew kesên ku zimanê
Kurdî hejar û sêwî dibînin, bighîjin dilbijandina pênûsa Kurdî ku ji
xêzên reş û sipî hatine xemilandin, û pêrgî çil hezar derbirîn û
nirxandina kurdî bibin, ka çawa tîpên sî û yek form, rûpelên sipî reş
dikin, û dûv re bibêjin û biqîrin, û biryara qedexekirnê yan jî
azadiyê bistînin, û heger pirtûkên kurdî cih û karê neynikên wan
bigirtana, wê ew qedexekirin diyar bûba. Bi ya min pêdivî ye ev
pirojeyê qedexekirina navdar raweste, çiku heger ew agahdarî di
cih
de bû ya, wê îro ev nivîs ne hate xwendin. Îro bi vegotina pênûsa xwe,
bi navê xwêdana xwe, bi navê hişyariya xwe, û bi qasî hilma pencerê, û
bi qasî demjimêrên tevizî, dibêjim, nexêr ji qedexekirinê re, ku hêja
ez rastî wê ne bû me. Di dawiyê de, wek nivîskar Brahîm Mehmûd dibêje
„sipas ji bo zimanê Erebî ku ez hînî Kurdî kirim“ ez jî dibêjim „sipas
ji bo zimanê Kurdî ku ez hînî kurdî kirim..
Cegersoz
Elmanya
06.01.07
Cegersoz@hotmail.de
Jor
|