|
Vegere
( We bi çiqasî
kirî )
Cegersoz@hotmail.de

Bê guman hizir,
çav, dev, guh, bi guhdarkirina, yan jî bi dîtina dîmen û hevokên ku
ji wan re balkêş bin, mat dibin, dibe nehênî be yan jî erênî be,
analîzekirin jî, li ser xudanê wan dimîn e.
Min jî, xalin
ji wê cîhana matmayînê, ku xwe bi şevreşkî li bin guhê jiyana me ya
rojane xistiye hilbijart, ku bûye xirecireke hêmin di nav komelgeha me
de, û bûye hevokeke ji agirvejînê û para pirîstên wê li her
cangoriyê gerdîşê ketiye, hevoka ku xwe li qirika azadiyê pêçaye, û
roj li dûv rojê teng dike, hevoka ku ji êlekê diyarî êlekê dikin,
hevoka ku bav diyarî biçûkên xwe dikin, hevoka nifşekî ku diyarî
nifşên din dikin, hevoka ku keda wan nifşan, radestî gerdîşê dikin, û
wê pê perwerde dikin, hevoka ku xwîna perwerdê dimije, û ti bijîjkên
jiyandinê, pêrgî wan xwînmijan, nayên. Ew jî ev e „ We bi çiqasî xwest
„ hevoka ku mizgîniya bazara giyana ragihînin me, ku xwe bi şanazî
berdaye dîroka me, anku bûye „bazara nûjen, bazara hesan, bazara
xweparastin, û bazara nizanim çi“ ji xwe hejmara bikaranîna wê, sînor
bi çavan ne dîtine, hema ez dikarim bi hesanî bibêjim ku bûye pilanên
metirsiya çarenûsê, û çareseriya pirsgirêka pêşerojê, li ser asta „Jiyan-xweşkirin
û bazirganiyê“
Nivîskara Tirk
„Necla Kelek“ di pirtûka xwe de ya bi navê „Die fremde Braut“ anku „
Bûka biyanî „ dibêje „ li Tirkiyê
Her malbateke
ku xwe ji hejariyê rizgar bikraye, hema bi firotina keçan diketin, û
buhayê wan „hatina Elmaniyayê bû, anku“ giyan beramberî Elmanya, û li
wir “biyanî wê li biyaniyê bijî „
Lê xwiya ye
Necla Kelek nizanîbû ku hinek ji bilî komelgeha Tirkan ve jî, bi vî
agirî dişewitin, lê cudabûna agirî heye, yan jî ew Tirkên ku Necla
Kelek di pirtûka xwe de li ser wan dabaş kiriye, ew em bi xwe bûn.
Lê ez ne di wê baweriyê de me, ku dûmana vî agirê devjihev, agirê
birçî, hêja li ba komelgenin din jî peyda be. Li vê asoya mirina
piralî, û di nav sotemeniya şewatê de, agirekî nûjen, agirekî
giranbuha, agirekî bi def û zirne, û ji sema tirsa ezberkirinê
dorpêçkirî, agirekî bi serpereştiya ademîzadan de, û ne di destê
frîştan de, peyda dibe, û pila germa dawî bi dest xistiye, û di encama
şewatê de, nîşana rêkeftinên afrênerên agirî, li helwest-lawazan de,
di her kêlîkên dilbijandina biryarên xweserî de, ew nîşan, dibe çeperê
riya bihinvedanê, û di dawiyê de silavê li rojgara mirina sax dikin.
Ji bo xatirê
têgihştina ku em naxwazin tê bighîjin, ji bo xatirê baweriya ku em pê
bawerin, ji bo xatirê ravekirina ku li ba me ronî ye, û ji bo
naskirina bingeha ku ji me re, di her pêngavekê de, hemrê ye, ez dê
wateya vê hevokê şîrove bikim, ev hevoka genî, ku xwe berdaye nav
xwîna zimanê me, mejî û ramanê me, û di her berhingariyekê de, di her
hewildanên parastina dîrok û êlê de, di her geftûgoyên pêşvexistina
gerdîşê de, ew gulava bihnê ji me de difûre, û kesên beramber, kesên
derdor, kesên guhdarvan, bi bihna me î genî devjihevçûneke matmayî bi
wan re tê afirandin, û ti rêbazên berevaniyê bi me re namînin, û ji
xwe berevanî jî, bûye şermeke serî tewandî, piştî ku belgeyên darîçav,
xwe li her serdemî dixin û pêşberî me ve tên, û qada pêşbirkiyê ji
xêr-nexwazan re berfereh û hesantir dikin.
We bi çiqasî xwest,? Di vê
hevokê de, signala binpêkirina ciwar, dorpêçkirina bikaranîna bi destî,
berçav dibe, (we bi çiqasî) ji bilî peyva (xwest) ka kî dikare vê
hevokê analîze bike? Bê guman li ser asta dan û standinê, li ser asta
rêzimanê me, peyva “
çiqasî “ tenê ji bo
“bazirganiyê” tê bikaranîn anku ya kirîn û firotinê ye.
Dema meriv
hevokeke wisa bibhîze ku peyva “ çiqasî ” di nav de hebe, bê guman
ew hevok tê wê wateyê ku li vir “bazirganî” tê li darxistin.
Lê çima
komelgeha me peyva “xwestin” di şûna kirîn û firotinê de, veguhastine?
Ev şerm e, yan jî cihekî, pêdar di gerdîşa me de bi dest xistiye ?
Bi ya min, her
têk çûyî ye, bila bibêjin “we bi çiqasî kirî” wê pir baştir û zelaltir
be, ku em reyalîteyê bikar bînin. Heger ev ne kirîn û firotin bûye, wê
çima peyva “çiqasî “ bikar banîne ?
Ev bazar bi
rengekî eşkere û rojane xwe wek balindeyekî dirinde xwedîkirina xwe li
ser me diçespîne.
Dengvedana wê
li her asoyan şîn, kesk bûye û di jiyaneke bê temen de dijî û
dijîîîîîîîîîîîîîîî….
Dengvedana wê,
ji xwedayê ne diyar, ji tabloyên perestî, û ji “sirûdên olî” re bi
nirx, buha, û zengîntir bûye.
Nexweşiya ku
girnijîna evîndaran, bi alîkariya dîroka kevneperestiyê, û bi
bihaneyên xwedêgiravî ji bo berjewendiya wan, wê girnejînê ji bo
sermedî, ji holê tê rakirin.
Bi xaşiyek bê
westan, bi serkariya „werimî” û bi zagonên tevizî, mafê azadî,
derbirîn, û biryar-standinê binpê dikin
Ez dixwazim ji
komelgeh re, ji xwedayên jor re, ji mamostyên bazirganiya bê bawername
re, ji dûvelankên pejirandina vî pirojeyî re, û ji yên berpirsyarên
hizrên qedexekirî re, bi hêzeke westiyayî, bi rondikên ku ji neçariyê
kom bûne, bi dîtina wêneyên şûkirina tenê ji bo demkê, û bi
serpêhatiyên li ser riya gurover û dubarekirî, bi hêzeke tijî ji
baweriyê, biqîrim û bibêjim, (giyan ne ji firotinê re ne) “çiqasî “ ne
ji giyana re tê gotin,” firotin û çiqasî ” tenê ji xwarin û vexwarin û
htd… re tê gotin.
Heskirin,
wekhevî, û dilovanî bi pelên ku wêne û nivîsên li ser xemilandî nayên
afirandin.
Em ji bo “
bazarê “ dijîn, yan jî “ bazar “ ji bo me dijî ?
Em dermalê
jiyanê ne, yan jî em di bin fermandariya destnîsankirina dayîk û bavan
de ne, û dermalê bazara dilovaniyê de ne ?
Em di kîjan
gerdûnê de dijîn ?
Ma em jî ezmûnên
xwe î dorpêçkirî hîn nabin ?
Çi cudabûn di
navbera firotina rengekî, bi rengekî din de heye ?
Lê komelgeha me, ev pirs kirine
xwezayî, û li kûrbûna bingeha wê tu lêpirsîn nîn e, û serberkirina
reyalîteyê bi alavên zanistî û bi piştgirtina bazirganiyê dîl kirine.
Aya bi
alîkariya hinek guhertin, pêşvebirîn, û ”comerdî” em nikarin wê hevokê
têk bibin?
Aya ev çîroka
me, ev bobelata me, bighîje komelgehên biyanî, wê ew dîmenê
“Devjihevçûna matmayî” çawe be ? Ew dîmenê ku pirê caran rastî min
hatî ye.
De ka bibêjin
“ We bi “ çiqasî ” ( kirî )“ bibûrînin “ we bi “ çiqasî ” xwest “ ???
Cegersoz
Elmanya 07, 02, 07
Jor
|