|
Vegere
“Tevkujiyên ramanî di xewnên
hişyar de”
Cegersoz
16/11/2006 Elmanya
Dema mirov bi hişmendî bala xwe
bide çend gerdişên me, mirov bi hesanî hinek xalên pêdar û bêdawî
dibîne, ku bûne arîşeyên bigiyan, û ketine nav hiş û ramanê nifşê
pêşeroja me de, û bêsînor şax vedidin. Lê pirsgirêka mezin ew e, ku ev
qonaxa xewnan ji hêla kîjan nifşî ve hatiye afirandin, û dawîbûna wê
berimkan e, û çiqas dem jêre pêwist e. Bêguman hilgirtina vî barî ne
kesek e û ne êlek e taku şevan li hev kom bikin û xewnan di nav de
biafirînin.
Bav û kalên me xwe himêzî van
ramanan kirine, û mixabin bi serfirazî bi kar tînin, û bergiraniya
neyêniyên wan dorpêç û xemsar kirine, û şerê piskolojî li hemberî
guhertin û pêşketinê dikin, û hizirkirina me di warê bingeheke xweser,
pilanên avakirina kesayeteke xweser, bicîkirina jiyaneke azadiya
xweser, pêşniyarek, ragihandinek, biryarek, têkiliyek, viyanek,
nûderînek, rêbazek,
rexneyek, helwestek, kiryarek,
vegotinek, derbirînek, û nirxandinke xweser bi zorbedî û tundî bindest
kirine. Ez dikarim bi hesanî vê dabaşê bi tevkujiyên ramanî
binirxînim.
Ez dixwazim çend bareyan diyarî
yên can, hiş, û kesayeta xwe gorî hinek xalên vê gerdişê kirine bikim,
û bûne kevirek ji wê bingeha ji salên kevirpenêr ta baweriyên bi
hebûna rêbazên pêşû û serokatiya malê. Ez dê hinek libên arîşa ku bûne
sitûnên bingehîn ronî bikim, wek. Şûkirina di temenê biçûk de.
Regezperestiya êl û malbatan.
Dorpêçkirina cîwar. Lê em dê hinek ji wan bareyên hestyar, di nava hiş
û ramanê xwe de veşêrin ,çiku dibe ku em jî ne gihîştibin wê asta
diyarkirina hestên navxwe û gelemperî. Bêguman ji bo mezinbûna gula
çandî di navbera çar dîwaran de bandora girtina pencerê û dûrahiya
tîrêjên rojê di nav lîstikan de westiya ye. Em dê tenê liser perçeyek
ji wan arîşa rawestin, û hinek ji wê azariyê ji bo demkê silavê
bidinê, taku hêviyên hişyariyek bê mey xwe berdin serdemê me, û
têkiliyek bi karînên wan re girêdin, bê qada hişyariyê hêja dûrî
sawêrên wan e. Ez dê hizirkirina bav, kal, dayîkên me rave bikim, bê
egerê vê nexweşiya di rayên mejiyê wan de çima bêsînor bela dibin !!
Wek sedemên şûkirina di temenê
bicûk de, anku di qonaxa sîpe de, ew jî ev in:
-Lebta di qonaxa sîpe de
-Parastina ol, êl û malbatan
-Rizgarkirina hejarî yan jî
bidestxistina pelên ku ji giyana binirxtir
-Ragihandina radeya temenê
sînorkirî
Lebta di qonaxa sîpe de. Bêguman
di warê pisîklojî de, dema ciwan dikeve qonqxa sîpe de, gelek hormonên
canê wan, hizirkirina wan, şêweyên wan berê xwe didin serdemê
guhertinê, û dema derbasî vî serdemî dibin, dê sawêrên şevên xwe, û
piraniya valabûna dema xwe mijûlî têkiliyên germ bikin. Dibe di
bareyên dijwar de hewil bidin wî sawêrî berçav bikin, yan jî hestyarî
û balkêşiya wan bifore, û dê liser bejin, spehîbûn û çelengiya xwe hûr
deynin. Li vir ew xirşa têgihîştinê ji hêla jorên wan dest pê dike, û
pîtepêdanên neyênî arasteyî wan dikin, û tevahiya alavên çavdêriyê bi
kar tînin. Yekser dikin arîşeka girs û berê xwe didin kilîta dergehê
çareseriyê, ew jî di nerîna wan de şûkirin e.
Tevkarî dê di navbera bav, dayîk
û êlê bibe, taku vê pirsgirêkê çareser bikin. Wek em tev dizanin ku
xwediyê wê qonaxê di bareyên wisa ku neyên pîvan, serxweş û lawaz in.
Di bareyan de jî dibe ku viyana wan li avakirina pêşeroja wan ji ber
sedemên guhertina sawêrên germ ku bibin zindî bixapîne.
Lêpirsîn qet tune bê gucandina
çarçoveya vê prosesê dê pêrgî hev bibin, lêpirsîn tune bê pêzanînên
wan ragihane astakî seranser. Yên jor dê sitemkariya xwe î kevnare
pêşniyar bikin qaşo xêrxwaz û navbijiyên jiyana wan in. Di dawiyê de
armanca anku pirsgirêka wan bi alîkariya cangoriya kesayeta wan dê
şîrvalkî be û biqede. Ev xaleke girîng e ku yên jor, komelgeh bi
zanistî li ser rawestin, û nehêlin tenahî û bêpariya azadiya hestên
wan mijûlî mijar û kiryarên biv bikin, û derfeta hizirkirinê li ser
xemsariyê dûrî wan bikin, û rêzê li mafê wê qonaxê bigrin, hurmeta
hest û nerînên wan bigrin, û bi cankêşiyên ravêjkirinê wan himêz
bikin, pejirandina cîwar û hewildanên erênî diyarî wan bikin.
Em tev dizanin ku bingeha dîroka
me berevajî van e. Ez dikarim bibêjim ku em hîn di serdemên tivingan û
mêraniyê de dijîn, û dema pêrgî serdemên qaşo tabû dibin ku xwezayî
ne, dîsa jî zagonên tivingî, dîrokî û mêranî dipeyîkîn in.
Parastina ol, êl û malbatan, ev
xala kevintirîn e di dîroka me de ku tête bikaranînê nemaze li welatên
Ewropa dişopînin, taku xwe ji kurtepistê biparêzin, dê wek ku ji
jêgirtinê fêrbûne, dê jiyangoriyê bikin ji xwe re sîwan, taku tu
çavkanî neyên çandin. Jibo têgihîştin hesan be, ez dê mînaka ku rojane
berçave şîrove bikim.
Dema qîzên me diçin dibistanan,
zanîngehan, kar helbet dê bikêmanî yek duwek hevalên rêza wan hebin, û
tekez di pêrgîbûnê de dê pêrgî hev bibin. Li vir ez dikarim bibêjim
ku qedexe ye ew kes bi hev re çend xwelekan baxivin, ji wê re ev
dîmen tête wateya dirova tewadina malbatê, û di hizirkirina arxayînên
wê de, ew pirînsîpên xwe sînor derbas dike, û heger ji hêla xwedayên
wan î jor bêne dîtin, dê tenê bi mebesta berevajî cîwar hizir bikin.
Li ser pirsgirêkên wisa
newekhevî di navbera raman, hiş, têkilî û biryarên wê û bobelata
cîwarê komelgeha wê dê dest pê bike, dibe karînên bêpariya azadiyê
fermandariyê lê nekin. Dê bibe dîlê gerdişa xwe, û di nava xwe de bê
heriftin. Madem em wan dikin nav xanxankên ji zagonên dijwar ku hatina
avakirin û cudahiya bê sînor di nav herdû gerdişan de, xwezayî ye ku
bibin agirvejînek û biteqin, û her pirîskek bibe tadahî û renc li wê û
malbata wê, û dê rê li ber wekheviyê bigrin. Me xwe bi şevreşkî
derbasî gedûneke ku ji A-Z cudahî hebe kirî ye. Ciwanên me ne sûcdarin
ku li ser panavekê dijîn û tevahiya perçeyên gerdişên cuda tên
peydakirin. Kesayeta nifşên me yên nû bi kesayeta qonaxa pêçekê de
tête avakirinê. Dema ciwanên me bi kesên biyanî re têkiliyên hurmet û
berjewendî avabikin, nayê wê wateyê ku ol, êl û malbatên xwe bindest
kirine. Dema ciwanên me viyana wan bidawîkirina dibistan, zanîngeh û
karên wan hebe, nayê wê wateyê ku ol, êl û malbatên xwe xemsar kirine.
Dema daxwaza wan ji şûkirinê re nebe û ne amade bin, nayê wateyê ku
ol, êl û malbatên xwe ji bîr kirine. Dema baweriya wan bi xwedayên pir
hejmar nebe, nayê wê wateyê ku hûn wan bi zordarî fêr bikin. Dema
perwerdeyên cuda, zimanekî cuda doz, ol, gerdîş, şêwe, namesaz û
azadiyek cuda bên perwerdekirin, dê bêaram û mat bimînin. Taku
biryarên wan jî nebin cuda!! Teqnek ji perçeyên azadî û teqnek ji
dûrahiya fêrdanan pêwist e.
Rizgarkirina hejarî yanjî
bidestxistina pelên ku ji giyanan binirxtir.Şûkirin! erê yanjî na..?
Ev hevoka ku bi xalepirsê girêdayî ye, di dûxnin dijwar de qet nayê
bikaranînê, ciwanên me hêviya vê pirsê diçînin û li bendê diwestin,
jorên wan dê tenê bipirsin şûkirin erê yan jî erê, nemaze li herçar
perçeyên Kurdistanê ji ber sedemên ku me anîne ziman, û mixabin hinek
kes bihna vê bobelatê bi xwe re kirina hemrê û anîne welatên Ewropa. Û
ew jî wek bazirganiyekê ku bi pêş bikeve wisa pêşketinek ji danheva
renc û tadahiyê kom bûye. Ev pirojeyê asteng î sexelbaz î şêlûpêl î
kevneperest î kotek î homoş ku ji hêla tevizandina hejartiyê ava bûye,
û ew derziya tevizandinê li her nifşî dixin û şaxê xwe berdane serdemê
me jî. Ez zêde naxwazim li ser vê xalê rawestim, çiku verêsên wê dê
teqez neyênî bin.
Em tev dizanin ku girsbûna van
pirsgirêkan bi deryayê jî nayên pîvan, û hêviyên mifa rexnekirinê
gihiştine radeyekê ku di xewnên şevan de jî nebin mêvanên me. Lê çima
hêviyên rizgarkirina nifşên me yên nû xwe amadeyî serdana xewnên me
nakin, ew jî dibin bandora guhestina jêgirtina qels de ne, û xewnên
xwe yên hişyar berdewam dikin, û piştevaniya tûmar û çapkirina
jêgirtina mest dikin. Xwe wek mamoste şagirtên xwe bêparî waneya
firotina gotinên pivdayî nakin, ji bo bidestxistina fêrnameyên mêranî
bizavê dikin. Madem mebesta mamosteyên me neyênî bin, çawa têgihiştina
şagirtan dê berevajî be. Ragihandine radeya temenê sînorkirî.
Tu hîn bi kesekî ve nehatiya
girêdan.? Te tu kes ji xwe re ne dîtiye.? Ma qey ne bes e.?
Komelgeha me van pirsan di
serdanan, ahengan û her çavpêketinekê de arasteyî ciwanên me dikin, û
mizgîniya seransera temenê wan didin wan. Ev bandora ragihandina
derdoran roleka pir xirab dilîze. Em tenê bi van pirsan wan hişyarî
erkê bersiveka erênî dikin û wan li ser gelek mijarên giring ku
girêdayî avakirina pêşeroja wan xemsar dikin û dilgermî sawêran dikin.
Di mejiyê me de, dema ciwanên me
digihîjin temenê 18an, wan qonaxa bikaranîna stûbariya xwe derbas
kirine. Bi van pirsên me, em belgeyê nîşanî wan dikin ku perçeyên
têvel dikevin pevbendiya pilanên kesayeta wan û xwînkelî dilbijandina
şûkirinê dikin. Ev dîmenê ku ji pirsên dagirtin û mijûliya hevdîtinê
hatiye avakirin, mixabin ji ber ku hêza bersivê ne seransere taku
biherfîne, serêşa dûrahiyê ew xapandine, tenê bi himêzkirina germahiya
şevbuhêrkan hizir dikin, wate ya berpirsyara biryarê dorpêçkirine.
Ez dixwazim di dawiyê de, çend
pirsên ku ji bêzariyê kom bûne, arasteyî jorên me bikim! Çima
zordariya we, xwedayetiya we dê bibe pêxwasê evîndariya wan? Çima hûn
wan dikin çekên parastina navdariya malbat û êlê û şer li himberî
azadiya wan dikin? Çima dilxwestin, nerîn û biryarên wan bi alîkariya
regezperestî û paşverûtiyê dê bê bersiv ber bi bayê ve winda bibin?
Dema armanca we diqede anku paş şûkirina bêviyan, ew rêxistinên mejiyê
we xalên erênî bidest dixin? Hûn ji bihna ezmûnên ku ciwanên me wek
bagerekê ji bo sermedî diçin têr ne bûn e? Hûn hêja ji dîmenên zarokên
sêwî têr nebûn e? Ta kengî hûn dê sirûdê eciqandina mafê çarenûsî
bixwînin? Encama wan efsanên we dê bibin girnijînek û hûn dê radestî
taybetmendiyên jiyana wan bikin? Ma ne pêwist e hûn li ser kiryarên
xwe rawestin û li bêjingê bixin? Ta kengî ev mestê ji jêgirtinê û
bihaneyên Xwedêgiravî parastina ol, êl, û malbatan dê xwe li ber
xircir û nûjeniya Ewropa bigir e????
Cegersoz
16/11/2006 Elmanya
Cegersoz@hotmail.de
Jor
|