|
Hevkariya Komelên Êzidiyan li Bingeha Laliş Bingehê Laliş/Duhok/Kurdistan
Li roja 11.10 şanda H.K.Ê ewê ji Elmaniya qesta Lalişa nûranî kirîn li Kurdistanê seredana Bingehê Laliş li Duhokê kirin u ji layê berêz Pîr Xidir u desteya bilinda Bingehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin u di peyveka bi xêrhatinê de serokê Bingehî behsê kar u xebata B.L kir di nav civaka u dînî Êzidiyan de ji hemû layave bi taybetî beware roşenbîrî u civakî u çawa bingeh bi hevkarî di gel Komîta şêwurdara kar u bare Êzidiyan li civata wezîrê hukûmeta Kurdistanê xizmetguzarîya di gehîne deverên Êzidyan her weha herdû laya basê çawaniya xurtkirina kontaka u peywendiya di nêva Êzidiyên Welatî li Kurdistanê u Êzidiyên dervey welatî kirin .
Li dumahîyê şandê navhatî di nav pişkên B.L da geryan u dilxoşiya xwe diyar kirin ji bo wê namxana bi kitêbên corawcor xemilî u erþêve dewlemend u mozexana etnogirafî u weşanê bingehî ji govar u rojnama . Li du de şandê H.K.Ê seredana lijna şêwudara kar u barê Êzidyan kir u ji layê berêzan hakim nemir u Şêx Şamo u Ferec Mîrza u Silo Xidir ve bi germî hatin pêşwazî kirn u ji nêzîk ve agadarî kar u xebata lijna şêwudar bûn . Bo danê piştî nîvro şandê navbirî seredana Komelgeha Şariya kirin u ji layê serokê tayê Şariya yê B.L barêz sud misto u desteya rêveberîya Bingehî serokê koma Şariya ya hunerî u berêz Derman Xelef endamê civata parêzgeha Duhok u hijmareka mezin ji rihsipî u maqûl u cemawerê komelgehê ve hatin pêşwazî kirin u li hêvarîya heman rojê şandê Êzidiyên Elmaniya qesta Lalişa nuranî kirin u pişkdarî di rê u rismên semayê da kirin . Hejî gotinê ye ku serok u desteya rêveberîya B.L tayê sinûnê ji Şingalê hat bûn Duhokê u li B.L dîtin u dan u standinek berfireh di nêva wan u şandê mêvan de saz bû li ser rewşa Êzidiyên Şingal bi giştî u role tayên B.L li Şingalê bi taybetî .
Bingehê Laliş
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |