Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Mala Êzidiyan li Sulingen/Yekîtiya Êzidiyên Ciwanên Şerfedîn, Cejna Cemaya Şîxadî pîroz kirin.

 

kaniya/sipi.de/08.102006

 

 

   
 

Rêvebiriya Mala Yekîtiya Êzidiyên Ciwanên Şerfedîn

 

 

 

Di 06.10.2006 Yekîtiya Êzidiyên Ciwanên Şerfedîn di Avahiya Komela xwe de û bi beşdarbûna cemawerekî boş, Cejna Pîroz, Cejna Cemaya Şîxadî karî bi xêrê li darxist.

Bernama Şahiyê ji seat 17:30 heta seat 23:00 berdewam kir.

 

Şahî bi rêzkirina çend Qewl û diwa û dirozên pîroz yên Êzidiyan ji aliyê Şagirtên Êzidî ve yên ku di malê de têne perwerde kirin hata destpêkirin.

 

Piştra beşekî hunerî ji aliyê Hunermend Xesan ve hata pêşkêş kirin û beşdaran dest bi govend û dîlanê kir.

 

Piştî navbirekê dinavên mala Yekîtiya Êzidiyên Ciwanên Şerfedîn, birêz Şêx Ehmet û birêz Şêx Şikrî Kaska Berat û Xerqê Şîxadî karî bi xêrê ji bo beşdaran amadekirin, ta ku Mêvan di vê roja pîroz de li simbolê ola xwe ziyaretî bibin.

 

Beşê folkor û dîlanê yê ku piştî dema xwarinê hata pêşkêş kirin, bû cihê dilxweşiya tevahiya mêvanan.

 

Hêjay gotinê ye ku hijmarek ji hunermendên Êzidiyan di vê cejnê beşdar bûn û huner û awaz û mûzîka xwe hetanî dimahîka şevê pêşkêş mêvanan kirin û dilê wan xweşkirin.

Huneremend û Dengbêjên beşdarî Şahiyê bûyn ev bûn:

Hunermend Xesan, Dengbêj Ferhat, Hozan Zerdeşt, Dengbêj Malik Osê, Dengbêj Filîs, Dengbêj Fayq û Dengbêj Fayz.

 

Şahiya Cemya Şîxadî li mala Yekîtiya Êzidiyên Ciwanên Şerfedîn li Sulingen/Elmaniya bi serkeftin û bi dilxweşiya tevahiya mêvanan bi dawî bû.

 

 

 

Keremkin li çend dîmenên Şahiyê temaşa bikin!!!

 

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis