|
Vegere

Di gel
hatina serokê misrê bo Elmaniya Navenda CHAK xwenîşandanek
Komîta
Elmaniya - CHAK
10.12.2006
Di gel hatina serokê Misrê Husnî
Mubarek bo Elmaniya navenda Helepçe Anfal Kurdistan ( CHAK ) li roja
yekşem 10.12.2006 bi mebesta vejandina doza 18 keçên anfal kirî
xonîşandanek li ber ofîsa rawêjkara Elmaniya xatûn Angêla Merkil li
darxist, ku rejîma Baes ya helweşiyay firotibûn bar û dîskoyên Misrê,
bo vê mebestê jimareyek hawlatiyên Kurd li ber ofîsa serokatiya
wezîrên Elmaniya civiyan û bi şêweyek yasay nameyek arastey serokê
Misrê Husnî Mubarek kirin, di nameyê de hatbû: bo welatekî wekî Misrê
xwedî şehristaniyek dêrîn nerinde ku kiçên Kurd yên ku bav û birên wan
li beriya başûrê îraqê bi saxî hatîn bin axkirin cardin bibin kole û
sivkatî pê bê kirin, her wisa nameyek jî ji xatûn Merkil re hat şandin.
Xonîşanderan li beramber serokayetiya wezîrên Elmaniya çendîn diruşmên
ku rewşa kiçên enfal kirî didin berçav bilindkirin.
Di heman dem de rêxirawa gelên
hereşe lê kirî (geselschaft für bedrohte völker e.v.) ku
rêxirawek Elmaniye li ber derê mozexana dîwarê Berlin xwenîşandanek li
darxist û demê xanim Sozane Mubarek xwestî bi keve hundurê mozexanê
nameyek protestoy bi heman mebestê pêşkêşkirin.
Hêjaye bêjîn berî serokê Misrê
ji hêla serok wezîra Elmaniya bê pêşwazîkirin bi alaya bilind ya
Kurdistanê û diruşmên protestoy yên welatiyên Kurd pêşewazî lê hat
kirin.
Vê xonîşandanê sê demjimêran
dirêjkir û bi şêweyek aştiyane bi dawî hat.
Komîta Elmaniya
CHAK
10.12.2006
Jor
|