Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Çiyayê Kurmênc bi rengên

Çarşembê xwe dixemilîne

 

Rêzan Mamo

Wergera zimanê Kurdî: Serhan Îsa

20.04.2006

 

Êzîdiyên herêma Efrînê û gund û bajarên derdorê mîna Helebê bi hilkeftina cejna çarşemba sor, cejna Tawisî Melek ku dikeve 19.042006  û di hembêza surişta çiyayê kurmênc de ya pir xweş û rengîn ahengan li dardixînin.

 

Li Êndarê:

 

Li Êndarê derdora 3000 kes di şahiya Cejna Çarşembê de bi beşdariya du Komên Folklorî yên dîlanê, û jimareke Hunermendên Herêm Cejin pîroz kirin.

Hêjayî gotinê ye ku jimareke pir mezin ji Kurdên Misilman û miletên din jî tevlî vê şahî bûn.

 

Çilxane:

Li Çilxanê jî, ku dikeve Herêma Efrînê, li qubletî gundê Erşqîbarê, ku yek ji Tewafên Êzîdiya ye, bêtir ji 2000 kes li şahiyê beşdar bûn, her weha jimareke baş ji Hunermendên Herêmê dîse tê de amade bûn, û beşdarbûyên Cejnê li Tewafa Çilxanê tewaf bûn û bi dilekî pir xweş Şahiya xwe bi dumahî anîn.

 

Barsexatûn:

 

Ew jî yek ji ciyên Êzîdiyan yê pîroz e, ku nêzîkî gundê Qestel cindo ye, li wir jî bêtir ji 3000 merov di şahiyê de başdar bûn, û di hembêza wê surişta pir xweş de cejna xwe bi dumahî anîn.

 

Bajarê HelebêHeleb:

 

Li Helebê, ku yek ji mezintirîn parêzgehên Sûryayê ye, nişteciyên Êzîdî yên wê parêzgehê bi xemil û temtêleke pir şaristanî wekî birayên xwe yên herêmên din Cejna Çarşemba sor pîroz kirin,

di Êvara Cejnê de du Ahengên pir mezin li Helebê hatin li darxistin yek li salona (Golden Star) ku derdora 400 merovî têde beşdar bûn, û bernameyeke pir zengîn ku jimareke baş ji Hunermendên navdar yê herêmê tê de beşadar bûn, û pêşbirkên rewşenbîrî li ser dîroka Êzdayetiyê, û li dawî xelat û diyariyan li beşdar û pişkdaran hatin belavkirin.

 

Ya diwem li salona (For Sîzniz) ku derdora 200 merovî lê amade bûn, hêjayî gotinê ye ku Hunermendê Kurd yê navdar Rêber Wehîd li şahiyê beşdar bû, û her weha dîse pêşbirkeke rewşenbîrî hate li darxistin.

 

Hêjayî gotinê ye ku ev bû sala didiwan ku Êzîdî bi vî rengê berfereh û sêstêmatîk Cejna Çarşembê pîroz dikin.

 

Bi vê boneyê hemî Êzîdiyên Efrînê, cejna Tawisî Melek li teva Êzîdiyên Cîhanê û li miletê Êzîdî pîroz dikin.

Û xweşî, azadî û hêminiyê ji cîhanê re dixwazin.

………….

 

Ez hêvî dikim ku hun lêborîna min bipejirînin, ku ji ber sedemin tayîbet, emê nikaribin wêneyên ku bi raportê re ji me re hatin belva bikin.

 

  

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis