Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Serokê civata Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg

Çarşemba Sor li Êzîdiyan pîroz dike

 

Dehok, Xidir Domelî

Wergera zimanê Kurdî: Serhan Îsa

 Mîrê Êzidiyan li Cîhanê, hêja Tehsîn Seîd Beg

Bi hilkeftina Cejna Çarşemba Sor, serê sala Êzîdiyan, Mîr Tehsîn Seîd Beg, cejna hemî Êzîdiyan li Cîhanê pîroz dike, bi tayîbet li Iraqê, û li Kurdistanê û dibêje ez hêvî dikim ji Yezdanê jorî ku ev Cejin bibe havênekî aşîtî û biratiyê di nava tevaya miletên Iraqê de bê awarte.

Her weha Xwedê jêrazî Tehsîn Beg hêvî kir, ku li tevaya Iraqê ji qublet hetanî bighêjê Kurdistanê ku hêminî, xweşî û azadî konê xwe vegirê.

 

Têkista pîroznameya Mîr Tehsîn Seîd Beg:

 

Bi hilkeftina Cejna sersala Êzîdiyan, ez vê cejnê li tevaya Êzîdiyên cîhanê pîroz dikim, û hêvî dikim ji Xwedê û Tawisî Melek ku her tim ev cejin bi xweşî û aşîtî di ser wer e derbas bibê.

Her weha pîrozbahiyeke kelemperî ji boyî Êzîdiyên Iraqê û ji boyî herêma Kurdistanê bi tayîbetî, ku ev cejn bibê havênekî aştî, biratî û hevhizkirinê di nava tevaya miletên Iraqê de bê awarte.

Û nêzîk miletên Iraqê bi azadî û hêminiyê şah bibin.

 

Mîr Tehsîn Seîd Beg

Serokê civata Êzîdiyan li Cîhanê

19.04.2006

 

 

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis