Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Home

Komel

Nûçe 

Êzîdiyatî

Wêje

Gotinên Pêşiyan

Weşanên Nuh

Mûzîk                             

Wêne   

Links

Erşîf

Deftera Mêvanan

Forum

Peywendî

Mal û Komelên Êzidiyan

Quncika Azad

Malperên dost

Arîkariya me bikin   >>>>

Add us to Start Page >>>

Kocka Kaniya Sipî >>>>

Add us to Favorite    >>>

 

Vegere

 

 

Êzidiyên Elmaniya civînek li ser reşbeleka destûrê herêma Kurdistana Îraqê û mafên Êzidiyan lidarxisitin.

 

Kaniya-sipi.de/29.10.2006

 

Doh, roja şemiyê, 28.10.2006 li bajarê Hannover/Elmaniya û li ser vexwendina (Tecemuh dîmoqratî Êzîdî) civînek li ser reşbeleka destûrê Herêma Kurdistana Îraqê hata li darxistina.

Di civînê de goftugo li ser mafên Êzidiyan di reşbeleka destûra jorîn de hata kirin û hemî madên girêdayî bi Êzidiyan û kêmol û kêmnetwan ve yek bi yek ji aliyê beşdarvanan ve hatin şîrove kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hijmark baş ji rewşenbîr û mafzan û nûnerê mal û komel û malperên Êzidiyan di civînê de amade bûn, mîna malpera Bahzanî, Malpera Doxata, Malpera Kaniya Sipî, Malpera Asdah, nûnerê Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî, nûnerê Mala Êzidiyan li Bielefeld û nûnerê liqa şeşa ya PDK û hijmarek ji kesayetiyên serbixwe.

Di dawiya civînê de biriyar hata standin ku hijmarek ji mafzan û rewşenbîrên Êzidiyan îro (29.10.2006) li Hannover li hev bicivin û têbiniyên beşdarvanê civînê bi şêweyekî zanistî û durust li ser hev kom bikin û binivîsînin.

Ev nivîs dê di demeke kurt bête şandin bo hemî rewşenbîr, mal, komel û dezgehên Êzidiyan re, ta ku têbinyên xwe li ser bidin û piştevaniya vê nivîsê bikin. Mebesta sereke ew e ku nivîsek bi daxwazên Êzidiyan î rasteqîn bête hinartin bo komîta nivîsandina destûrê herêma Kurdistana Îraqê û helbet bo hemî berpirsiyarên hikumeta herêma Kurdistanê.

 

Malpera Kaniya Sipî dê di demeke kurt de vê nivîsê ji bo xwendevanên xwe belav bike.

 

 

 

 

 

Jor

 

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis