|
Mizgînî ji boyî hemî Êzidîyan Şemseddin Tunc
Ez çûme dîwana pedşahî Tê de hebû kêf û şahî Serê sera tifaq û tebayî Em kêm in xwedê î temama Roja 16.07.2006`an li Komela Êzidîyên Leer (Ostfriesland ), civîna „Hevkarîya Komelên Êzîdîyên li Almanya“, ya 10. pêk hat.
Di vê civînê de „Komela Êzidîyên Leer“, „Komela Êzidîyên Kalkar“, „Mala Êzidîyan Oldenburg“, „Mala Êzidîyan Berlin“, „Komela Kanîya-Sipî“, „Platforma Êzidîyên Celle“, „Yekitîya Êzîdîyên Ciwanê Şerfeddîn“, „Mala Êzidîyan Celle“ û „Mala Êzidîyan Emmerich“ beşdar bûn. „lê mixabin bengeha Êzîdiyan li dervayî Welat, ji ber hindek sedeman beşdarî civînê nebûn.
Hêjayî gotinê ku ev cara yekemîne ku bi vî rengê berfereh civîneke wisa ku tevahiya komel û saziyên Êzîdiyan ciyê xwe tê de digirin tê li darxistin. Her weha em û li gor baweriya me gava yekemîn ji boyî ber bihevhatin, yekîtî, û tebayîya Êzidîyan, hate avêtin, û xalên ku di vê civînê de hatin gengeşe kirin, xal in pir giring, pêwîst û pêdivî bûn. Ji layekî din ve hemî Komel û saziyên beşdar, bi yek dengî biryar sitandin, ku ew wê ji îro û pê ve bi hev re xebatê bikin û destê biratîyê bidin hev. Her weha em hêvî dikin ji Xwedê û Tawis-î-Melek, ku em karibin di paşerojê de nûneratiyekê ji bo yî Êzidîyan destnîşan bikin. Ez weke berpirsîyarê „Komela Êzidîyên Leer“ spasiyên xwe yên germ û dostane, ji bo hemî komel û saziyên ku di civînê de beşdar bûbûn pêşkêş dikim. û biryarên ku di vê civîna me ya pîroz û nirxbuha de hatine sitandin ez li tevaya Êzîdxanê û gelê kurd pîroz dikim.
Xwedê û Tawis-î-Melek bi me re be.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |