Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Nûnerên mal û komelên Êzîdiyan

" Daxwiyanî "

Hevkariya Mal û komelên Êzîdiyan li derve

 

 

 

Di 24.09.2006 an li bajarê Bielefeld - Elmanya - bi beşdarbûna ( 10 ) Mal û Komelên Êzîdiyan û beşdarbûna beşek rewşenbîr û zanayarên Olê Hevkariyê civîna xwe ya rewa li darxist.

 

Piştî xwendin û serrastkirina rojeva civînê ya ku ji aliyê komela kaniya sipî ve hatibû organîzekirin, bi hestekî berpirsiyaryane û bi bîneke pir fereh û demuqratî gengeşe û danûstandin hatin kirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku rojeva civînê bi giştî li ser rewşa Êzîdiyan li derve û hundirê welat bû.

 

Tevî nerîn û danûstandinên corbecor jî yên ku di civînê de bi rengekî azad hatin kirin. Lê beşdarbûyan di dawiya civîna xwe de, bi encam in pir baş û hêja derkevin.

 

Her weha mêvanên beşdar jî bi azadî nernînên xwe anîn ziman û li wan hat guhdar kirin, ku teva jî ciyê rêzê û kêfxweşiya me bûn.

 

Hêjayî gotinê ye ku Hevkariyê di dawiya civînê de, bangek hinart ji bo hemî Mal û Komelên Êzîdiyan ku tevlî xebata wê bibin.

 

Û civîn bi serkeftin bi dawî hat.

 

 

Mal û Komelên di civînê de beşdar ev bûn:

 

 

1.     Mala Êzîdiyan li Oldenburg

2.     Mala Êzîdiyan li Berlîn

3.     Mala Êzîdiyan li Kalkar

4.     Mala Êzîdiyan li Emerich

5.     Mala Êzîdiyan li Weisel

6.     Mala Êzîdiyan Leer

7.     Mala Êzîdiyan Celle

8.     Plattforma Êzîdiyên Celle

9.     Yekîtiya Êzîdiyên ciwanên şerfedîn ( Sulingen )

10. Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî

 

 

 

Hevkariya Mal û Komelên Êzîdiyan li Derve      25.09.06

 

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis