|
Konferensa Êzidiyan li Oldenburgê: Zordariya Misilmanan li ser Êzîdiyan didomîne
Ali TukuEndamê Redaksyona Dengê Êzîdiyan (www.yeziden.de)
Hevkariya Malên Êzîdiyên Almanya* di 17.03.2006 de li bajarê Oldenburgê/Almanya konferenseke rojane amade kir. Mijara konferensê derxistina Êzîdiyan ji Almanyayê û vegerandina wan ya Tirkiyê bû.
Dewleta Almanya Êzîdîyên ji Kurdistana Tirkiyê ji 1992 ve wek penaber qebûl dikir û li Almanyayê mafê rûniştandinê dida wan. Ji ber ku li gorî dîtina Almanyayê Misilman neheqiya olî li Êzîdiyan dikir, Dewleta Tirk jî nedixwast Êzîdiyan li hember zora Misilmanetiyê biparêze. Almanya Êzîdiyên ji Kurdistana Tirkiyê wek kêmoliyekê qebûl dike, ya ku li lê neheqîya olî dibû.
Li gorî baweriya Wezareta Almanyayê ya Karê Derve li Tirkiyê di nav çerçova berandambûna Tirkiyeyê de ya ji bo Yekîtiya Avrupa guhastinên berfireh tên kirin û êdî neheqiya polîtîk ya tevayî li Tirkiyê rabûye û lewma jî Êzîdî û Filên Asûrî û Ermenî karin vegerin ciyên xwe, yên ku ew li Tirkiyê jê hatine.
Ji bo gengeşekirna wan peirsegirêkan Hevkariya Malên Êzîdiyên Almanya çalekiyeke hêja amade kir û gelek pispor verxwendeyî civînê kirbûn. Di civînê de zêdeyî 500 kesî beşdar bûn, rê di herdu salonên Mala Êzîdiyên Oldenburgê de nemabû û civînê bê moledan 5 saet ajot. Pisporên wek referent vexwendekirî: Hermeta Irina Wießner, seroka berê ya Gesellschaft für bedrohten Völker, Detlef Schütte, mudurê hikumetê wek nûnerê Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, Avukatên pispor avukat Klaus Walliczek wek referent û 11 Avukatên almanî din wek: Av. Adler, Av. Bocklage, Av. Hausin, Av. Knopp, Av. Schröder Av. Schäfer, Av. Dündar Keloglu. Ji xeynî avukatên alman, ev avukatên û huquknasên kurdên Êzîdî jî hazir bûn: Av. Mehmet Acar, Av. Şükrü Bulut, Av. Erika. Bulut, Av. Selim Alten, Av. Qoulo Khoda,. Cahit Tolan, Gelek dostên Êzîdiyan yên wek Bernd Lehmann jî hazir bûn.
Civîn ji terefê endamê redakysona Dengê Êzîdyan mamoste Ali Tuku ve hat meşandin û zimanê civîne bi almanî û kurdî bû. Li ser navê HevkariyMalên ÊzîdiyênAlmanya Telim Tolan, serokê Mala Êzîdiyên Oldenburgê, bixêrhatina mêvanan kir û bal kişand ser rewşa Êzîdiyan û got, ku rewşa Êzîdiyan îroyîn jî li Kurdistana Tirkiyê ji ya berê ne çêtir e. „Rast e, henek guhastinên li Tirkiyê ji bo endamîtiya Yekîtiya Avrupa dibin, lê belê ev nayê vê manê, ku demokrasî hatiyê Tirkiyê. Em dixwazin demokrasî were Tirkiyê û em Êzîdî jî jê fêdebikin, lê ew hêjî ne hewqas demokratîk e, ku Êzîdî karîbîn lê azad û bê zora olî bijîn.“
„Ne rast e, ku tê gotin, ku 2000 Êzîdî li Tirkiyê li ser ciyên xwe dijîn. Nizanim ku peydakirina vê hejmarê ji kurê tê, li gorî agahdariyên me yên rastîn heya dawiya sala 2005 tenê 363 Êzîdî li Tirkiyê di 20 gundan de dijîn û piraniya wan jî mirovên extiyar in. Heke hewce be, em karin navên van gundan û tevî 363 kesên Êzîdî yên rûniştvanên wan jî bi nav û cî eşkere bikin, ji ber ku navên gundan û rûniştvanên wan yên bi rastî tesbîtkirî li cem me hene.“
Birêz Telim Tolan bal kişand ser êrîşên ser Êzîdiyan, yên di van her du salên dawî de bûbûn û wî ew yek bi yek nav kirin. Kesên ku çûn Tirkiyê û xwastin erdê xwe ji destê milsilmanan kurd derxin, mecbûr man, cardin vegerin Almanyayê, ji ber ku jiyana wan di tehlûkê de bûn û dewletê jî Êzîdî li hember zora Misilmanan naparêze.
„Ne ciyê baweriyê ye, ku di raporên Wezarata Derve ya Almanyayê de bahsa temsîlciyên Êzîdiyên li Tirkiyê tê kirin, ji ber ku temsîlciyên an jî nûnerêtiya Êzîdiyan li Tirkiyê tune ye.“
“Şandina Êzîdiyan ya Tirkiyê, kare bike, ku Êzîdî nikarîbin divayiyên ola xwe bi cî bînin, ji ber ku li Tirkiyê ne şêx û ne jî pîr û merebî mane. Lewma jî neyê fêmkirin, ku Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje, ku Êzîdî li Tirkiyê çêtir karin, divayiyê ola xwe bi cî bînin û Ezîdiyê li Almanyayê ola xwe winda bikin, heke ku ew li vir bimînin û neçin Tirkiyê.“ Serokê mala Êzîdiyan T. Tolan tersê vê yekê anî ser ziman. Wî got:“Ji ber azadiya olî, ya ku li Almanyayê heyî, Êzîdiyên ji Tirkiyê karin ola xwe û îdentêta xwe li Almanyayê çêtir biparêzin û wê bi pêş ve bibin.“ Hebûn û xebata malên Êzidiyan li Almanyayê ji bo vê yekê delîl û îsbat in.
Serokê Mala Êzîdiyan anî ser ziman:“ Heke Êzîdî ji alên peran ve karibîn gunden xwe yên xirbûyî avabikin jî, nişvê diduyan û sisiyan, yên ku li Almanyayê hatiye dinê û li virê mezin bûye, naxwazin vegerin Tirkiyê, ji ber ku ew bûne hemwelatiyên Alamyayê, entegreyî civata alman bûne, wan li vî welatî ji bo domandina jiyana xwe bingehek avakirine.“
T. Tolan bal kişand ser pirsegirkên di warê mafê hûqûkî de. Tolan bal kişand liser zilm û zora li Xiristiyanên Suriyanî dibe. „Rewşa Xiristiyanên Suriyanî ji ya Êzîdiyan ne çêtir e. Berî çend rojan Keşeyekî wan hat kuştin.“
Di dawiya axavtina xwe de Tolan got, ku divê em Êzîdî ji bo parastina mafên xwe hevkarî û yekîtiya xwe xwirtir bikin.
Piştî axavtina T. Tolan Sahab Dag, Serokê 2. yê Mala Êzîdiyên Oldenburgê, li ser êrîşên di nava van salên dawî de, yên ji terefên Misilmanên Kurd ve li hember Êzîdiyan li Kurdistana Tirkiyê bûbûn, peyîvî û wî ew bi nav, cî û tarîx bi nav kirin.
Ez dixwazim çend heban ji van bûyeran pêskêşî raya giştî bikim: „Di Adara 2002 li gundekî girêdayî Nusaybînê Şêx Sancar û jina wî, ya bi zarok bû, hatin kuştin. Heya îro jî qatilên wan nehatine girtin.“ Duyem di Çotmeha 2005 de çar Êzîdiyên (…) ji gundekî girêdayî Nusaybînê çûn gundê xwe û xwastin gundê xwe yê xirabûyî ava bikin û erdên xwe yên tapûkirî biçînin. Axayê Misilman yê ji gundekî cînar bi leşkeran ve çûn ser van her çar Êzîdiyan, wan birîndar kirin û ew mecbûr man, cardin vegerin Almanyayê. Dewletê jî ev Êzîdî neparastin.” Eynî tişt hat serê Êzîdiyên ji gundekî girêdayî Midyatê jî, yên ku di serê sala 2005 ji Almanyayê vegeriyan gundê xwe û xwastin wî ji nû ve avabikin. Sahab Dag axavtina xwe wiha domand: “Dîsa di sala 2004 de li hêla Nusaybîne mirovekî Êzîdî 57 ton zad jê re hat. Axayê Misilman yê ji Midyatê bi zorê 57 ton zadê vî mirovê Êzîdî ji wî stand û ew ji tirsa jiyana xwe reviya hat Alamnyayê. Û vêga ji Payiza 2005 ve Misilmanên Kurd di vî gundê Êzîdiyan de bi cî bûne.” (Navê van gundan û van kesan li cem me hene).
Hermeta Irina Wießner bi dirêjayî behsa zor û neheqiyên li Tirkiyê li kêmsiyên olî û netewî dibin, kir. Wê got, ku li Tirkiyê 47 kêmnetewe û kêmol hene. Kurd ji wan yên herî mezin in û Êzîdî kêmoleke di nava Kurdan de. Ew bi zimanê kurdî diaxivin. Misilman Kurd li li Kurdistana Tirkiyê li Êzîdiyan wek mirovên xwedênenas dirênin û wan wek mirovên nehelalkirî dinasin. Lewma jî gelek ferman ji terefên Misilmanan ve bi serê Êzîdiyan de hatine. Hermeta Wießner ji bo fêhmkirina vê yekê serpêhatiyeke xwe, ya li Midyatê bûyî, ji bo beşdarvanên konferensê pêşkêş kir: “Li Midyatê me gote mirovê, yê ku em li mala wî mêvan bûn, `em dixwazin herin gundê Êzîdiyan´. Misêwa wî sedemek şandî dida, da ku ew bi me re neyê malên Êzîdiyan. Pêşî me ne kire tiştek. Lê paşê me fêhmkir, ku ew naxwaze piyê xwe bavêje nava maleke Êzîdî, da ku ew gunehkar nebe.“
«Sedemên zordariya li Êzîdiyan dibin dualî ne», got hermeta Wießner: Yekemîn wek li jor jî tê fêhmkirin olî ne anko Misilman Êzîdiyan wek xwedenenas dibînin û duyemîn jî sedemên aborî ye; Misilman dixwazin dest deynin ser erd û milkên Êzîdiyan: Dewleta Tirk jî ji vê neheqîyê re çavê xwe digire.
“Di çerçova berendamîtiya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Avrupa henek guhastin çêbûn», got hermeta Wießner. “Ev guhastin ne têrker in, ku kêmola Êzîdî karîbe azad bimeşe û Êzîdî karîbin serbest li wir bijîn.“ domand hermeta Wießner: “Li Tirkiyê hêja herfa «W», «Ê» û «X» yê zimanê kurdî qedexe ne.“ Mirov nikare navekî wisa li zarokê/a xwe bike, ku di vî navî de herfek ji van derbasbibe. Hêjî li Tirkiyê ji xeynî netewê tirk netewekî din nayê qebûlkirin û naskirin. Her tişt bi nasnama tirk û tirkîtiyê ve tê girêdan.
“Îro zarokên Êzîdiyan li Almanyayê“, domand hermeta Wießner, “bi almanî û bi kurdî zanin. Ew bi tirkî nikarin biaxivin, bixwînin û binivîsînin.“ Wê pirsî: «Gelo Almanya dê çewa karîbe wan zarokan bişîne welatekî, ku ew zimanê wî welatî nizanin û zimanê wan hêjî li vî welatî qedexe be? Dera ku lê keşe û dêrên filan bên şewtandin, dê çewa Êzîdî karin bijîn?»
Birêz Detlef Schütte piştî spasiya xwe ya ji bo vexwendeyê got, ku ew timî bi dilxweşî tê mala Êzîdiyan. «Ez zanim, ku Êzîdî naxwazin vegerin Tirkiyê, ji ber ku ew zahftirîn entegreyî civata almanî bûne û ew xwe li Alamanyayê rehet hîs dikin û ew li vir di rewşeke azad de dijîn.» Wî got, ku ne ew û ne jî memûrê wî, yên beriya niha îltica Êzîdîyan nasdikirin, hatin guhastin, em eynî kes in û dezgehme jî eynî dezgeh e.»
«Hoy û rewşa heya niha, ya ku li gorî wê li ser muracata penaberiya (îltica) kesên Êzîdî dihate naskirin, dibêjin, hatiye guhastin», got mudurê dewletê birêz Schütte. «Li gorî agahdariyê ji Wezareta Derve ya Almanyayê, yên ji me re bi fermî tên, didin xwiya kirin, ku li Tirkiyê ji bo berendamîtiya Yekîtiya Avrupa guhastinên wisa peyda bûne, ku Êzîdî êdî karin li Tirkiyê bijîn», got birêz Schütte. Em nikarin van agadariyê wezareta xwe nedin ber çavan. Wî got, ku memurê wî mecûr in, li ser bigehên van agadariyan, rewş û hoyên nû biryaran li ser muracatên Êzîdiyan bidin.
Li ser pirsekê bersivand birêz Schütte « Ji paş ve standina penaberiya Êzîdiyan, nayê vê manê, ku polîsên biyanî li gorî qanûnên ji bo biyaniyan mecûr e, Êzîdiyan vegerîne Tirkiyê.»
Piştî axavtina birêz Schütte, Ali Tuku ji jê re spas kir û birêz Av. Klaus Walliczek vexwendî ser mikrefonê kir. Av Walliczek di axatina xwe de li ser sê mewziyan sekinî. Wî bahsa şiklê naskirina mafê penaberiya Êzîdiyan li Almanyayê ya berê kir, duyemîn ew çû ser rewşa îro, ku Almanya çima dixwaze mafê penaberiyê ji Êzîdiyan ji paş ve bikişîne û sêyemîn wî li ser rewşa polîsên biyanî di derheqa şandina Êzîdiyan de, yên ku mafê penaberîtiyê ji wan hatiye standin an jî tê standin, agahdarî dan. Birêz Av. K. Walliczek got, ku polîsên biyanî kare wan bişîne, heke ku ne mecbur be jî.»
Avukat Waliczek got: «Gerîng e, ku em agahdariyên Wezerata Derve ya Almanyayê li ser Tirkiyê di warê Êzîdiyan de pûç bikin, bi îsbat bibêjin, agahdariyê Wezerata Derve ne rast in. Ji bo vê yekê jî em hewceyî agahdariyên malên Êzîdîya ne yên li ser rewşa Tirkiyê.» Avukat Walliczek got, ku dadgehên almanî di biryarê xwe de dibêjin, ku hoy û rewş, ya ku Êzîdî li serê wek penaber dihatin naskirin, êdî nemaye, anko hoy û rewşeke nû heye. Avukat Walliczek girîng dît, ku agahdariyê berfireh yên wek di dawiya salên 1980 û di serê salên 1990 de li ser rewşa Êzîdiyan bên berhevkirin û ew li hemî dadgeh û dezgehên fermî almanî, yên bi karî ve girêdana wan heye, bên belavkirin.
Piştî avatina Av. Walliczek gelek avûkatan pêşniyar kirin, ku hemî avukat, çi êzîdî û çi alman, divê bi hev re kar bikin û agahdariyan bidin hev û din û wan navendekê de bicivînin, da ku hemî avukat karîbin jê fêdebikin. Zêdeyî deh avukatên êzîdî û alman tevî gengêşiyê bûn, li ser tecrubên xwe axivîn, piştgiriya xwe ji bo mayîna Êzîdiyan li Almanyayê şanîdan û dubare kirin, ew amade ne, ji bo vê armancê hevkariya xwe xurtir bikin. Wan da eşkere kirin, ku divê rapor li ser rewşa îroyîn ya Êzîdiyan bên amdekirin û heyet herin Kurdistana Tirkiyê gundên Êzîdiyan bibînin, ku Misilman kurd li wan çewa neheqî dikin. Divê dezgeh û dadgehên almanî bawer bikin, ku guhastinên li Tirkiyê dibin hîn ne têrker in, da ku Êzîdî karin vergerin Kurdistana Tirkiyê, bêî ku Misilmanên Kurd karîbin li wan zorê bikin.
Pêşîmamê Êzîdiyan birêz Berakat Çengil ji bo konferensa hêja ji amdakaran re, referent û beşadaran re ji bo Xwedê û Tawsî-Melek dua kir û dilxwêşiya xwe anî ser ziman. Wî spasiya Dewleta Alamnyayê kir, ku wê mafê penaberiyê da Êzîdiyan û îro civaka Êzîdî li Almanyayê di rewşeke azad de dijî. Di vir de jî xizmeta rahmetiyê Prof. Dr. Dr. Wießner û ya Dr. Herbert Schnoor bi qîmet anî ser ziman. Wî gazî Êzîdiyan kir, ku ew hevkariya bi hev re gêştir bikin, ji ber ku «Ji bîr mekin, ku serê her tiştî tifaq e!», got Pêşîmam.
Di dawîyê de birêvebirê civîne Ali Tuku encamên civînê berhev kirin:
1. Divê pispor û heyet car din wek di dawiya salên 1980 û di serê salên 1990 de herin li gundên Êzîdiyan li Kurdistana Tirkiyê bigerin û raporên xwe pêkêşî dadgeh û dezgehên almanî û raya giştî bikin. 2. Divê bûyerên di van salên dawî de bir serê Êzîdiyan de hatin û yên tên, bi cî, bi nav û bi tarix bên rapor kirin û belavkirin. 3. Divê bi wezerata derve û ya hundur re rûniştin li ser rewşa û hoyên Êzîdiyan yên îroyin li Tirkiyê bên kirin. 4. Divê avukat hevkariya bi hev re li ser pirsegirêkên di warê penaberiya Êzîdiyan de xurtir bikin. 5. Divê hemî Êzîdî agahdariyên di destên xwe de bidin malên Êzîdiyan.
* Endamên Hevkariya Malên Êzîdiyên Almanya: Mala Êzîdiyên Oldenburg, Mala Êzîdiyên Celle, Mala Êzîdiyên Leer, Mala Êzîdiyên Bergen, Mala Êzîdiyên Kalkar û Mala Êzîdiyên Hannover
Ji xeynî nûnerên komelên endamên Hevkariya Êzîdiyên Almanya, yên navên wan li jorê nivîsandî, nûnerê van her du malên Êzîdiyên Ciwanên Şerfedîn Nieniburg û Komela Kaniya Spî Detmold jî di civînê de hazir bûn.
Top
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |