|
Şeceret Eldilib ( Dara Çinarê): Dîwanek Helbestên Konê Reş a Nû ye Konê Reş
Di van rojên dawîn de, ji rex Dar Elzeman a weşan û belavkirinê li Şamê, dîwanek helbestên Konê Reş bi navê( Şeceret Eldilib: Dara Çinarê) hatiye çap û belav kirin. Ev koma helbestan ji rex helbestvan Imad Elhesen ve hatiye wergerandin ji bo zimanê erebî. Ev cara didiwan e ku helbestên Konê Reş têne wergerandin ji bo zimanê erebî. Di sala 2004 an de jî, komek helbestên Konê Reş ji rex mamoste Hejar Ibrahîm ve hatiye wergerandin bo zimanê erebi, di bin navê (Cûdî Cebel Elmeqasid: Cûdî Çiyayê Miradan)de, û dezgeha Dar Elyenabii li Şamê, bi çap û belav kirina wê ve rabûye...
Ev koma helbestên nû, Şeceret Eldilib ango Dara Çinarê: 30 helbestî di nav 96 rûpelan kom dike. Wergervan Imad Elhesen, ev dîwan bi pêşgotinek bedew û rexneyî xemilandiye û têde diyar dike ku; karekî gelekî zore yê ku karibe bi duristî, his û hestê mirovekî hestvan ji zimanekî biguhêze zimanekî din...Em bêjin ne bêjin, mirov nikare mafê helbestvan yê rastîn bine zimên... Nemaze ku helbestvan di zimanê dayika xwe de milevan ve, wek mamoste Konê Reş.. Helbestek ji helbestên ku di dîwanê de hatine wergerandin:
Bela bimire..
-1-
Bela bimire yê ku;Ji bavê xwe fedî bikeLi kul û xemên xuşka xwe Guhdarî neke Li diya xwe ne pirse Adet û teqalîdên bav û kalên xwe Jibîr bike Zimanê xwe di ser guhan re Bavêje û Deriyê xwe ji ber dost û hevalan Bi qepitîne Bela bimire jêre çêtire
-2-
Bela bimire yê ku; Ji ronahiyê bi tirs be Di tariyê de bi live Wek kund li ser şikêran Bi lûse Di tengayiyê de Kirasê neyaran li xweke Di firehiyê de Wek dîkê şinik Bi qud-qud be..! Serê xwe ji Partiyan re deyne Berî çiyayên welatê xwe û Di her çax û demî de Di her civat û eywanê de Karibe bistirê û biraqise Bela weke van kesan bimirin Mirin ji wan re çêtire
-3-
Cerê ku av têde Nesekine Yê şikenandinê ye Beriya ku xezal Lê neçêrin Ne warê koçeryê ye Çiyayê ku Pêşmêrge Lê neyên parastin Ne cihê piştdanê ye Hevalê ku zikreş be û Bi hewildan be ku Li ser pişta hevalên xwe cihekî ji xwe re Di civatê de ava bike Megrûdî û eware ye Qet lê nebe ewle ye Bela bimire, mirin jêre çêtire
-4-
Xincera ku ji kalan neyê der Ya avêtinê ye Tivinga bê berik be Mîna şîşa tenûrê ye Kum û kolozê ku Serî gerim neke Ne yê danînê ye û Mirovê ku sinc û wijdan Wî ne hejîne Mirin jêre çê ye..
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |