Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

Daxwiyanî

Rewşa Penaberiya Êzdiyên Gurcistan û Ermenîstanê

Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî

 Bielefeld, rêkeftî 02.02.2006 an.

 

Li roja 29.01.2006 an û bi vexwendineke fermî ji layê Şêx Feto û hindek kesayetiyên Êzdiyên Gurcistanê, û sovyêta berê; Komela kaniya sipî ya rewşenbîrî û civakî, bi du endamên xwe, birêz Feramez Xerîbo û birêz Serhan Isa serdana mala êzdiyan li Oldenburg kir.

Civînê bi serkêşiya birêz Telîm Tolan serokê mala Êzdiyan li Oldenburg  dest pêkir, hêjayî gotinê ku jimareke baş ji Êzdiyên Sovyêta berê, di civînê de beşdar bûn.

Piştî danûstandineke pir dûr kûr û hûr, li ser rewşa Êzdiyan bi giştî û li ser rewşa Êzdiyên Sovyêta berê bi tayîbetî, li koçberiyê, biryar bi vî rengê jêrîn hate sitandin:

 

Rewşa Penaberiya Êzdiyên Gurcistan û Ermenîstanê

 

Sedema Civînê: Hevdîtin di Mala Êzdiyan de li Oldenburg, di 29.01.2006 an.

 

  1. Nivîsandin û berhevkirina belgekenamekê li ser rewşa Êzdiyan li Gurcistanê û Ermenîstanê.

 

    • Karê hevbeş li gel dadmendan û parêzvanan û wergirtina şîretên zagonî ji wan kesên bispor.

    • Danhev û nivîsandina raportan sebaret perçiqandin û birîndarkirina mafên mirovan.

    • Rewşa penaberiyê li Ferensa, Holanda û Brîtaniya.

 

  1. Hevdîtin û civîn bi rêxistinên mafên mirovan re.

 

    • Rêxistina Ji Bo Miletên Di Bin Gefê De (GfbV).

    • Rêxistina nêvdewletî ya mafên mirovan.

    • Amnesty International.

    • Eisenberg û Brade.

 

  1. Hevdîtin û civîn bi Wezareta karê derve ya elmanî re.

 

    • Berpirsiyara mafên mirovan li Elmaniya.

    • Referata Gurcistan û Ermenîstanê.

 

  1. Şandina agehdariyan û informationan ji bo Dadgehan, dayreyên elmanî û dayreyên karûbarên biyaniyan.

 

    • Şandina belgenaman.

 

  1. Civînên giştî û Xwepêşandan.

 

    • Wek nimûne li Gûtersloh.

 

Her weha Komela Kaniya Kaniya sipî helwesta xwe di vê derbarê de, eşkere û vekirî pêşkêşî beşdaran kir, ku ew jî bi vî rengê jêrîn bû.

Yê me weku Komeleke rewşenbîrî civakî, em piştgiriya her karekî ku di vî warî de bête kirin dikin, û em destek dikin,

hêjayî gotinê ku me jî weku Komel karekî wisa daye ser milê xwe, ku emê di derbarê Kurdên Êzdî li rojavayê Kurdistanê de, lêkolîneke pir berfereh bi alîkariya jimarek rewşenbîr, nivîskar û hindek kesayetiyên din binivîsînin û pêşkêşî van saziyan bikin.

 

1.     Welatên yekbûyî.

2.     Hemî Rêxistinên mafên merovan li Cîhanê.

3.     Hemî Dezgeh, Sazî, Partî û Rêxistinên Kurdî.

4.     Hemî Welatên ku Êzdî lê dijîn.

 

Û ji bo Êzdiyên Sovyêta berê em pêşniyar dikin ku ev rewş weku rewşeke giştyane bête lêkolîn kirin, û bi beşdarbûna hemî mal, Sazî û Komelên Êzdiyan dêkomentek/belgenamek bête pêşkêş kirin ji hemî Dadgeh û ciyên ku bi pirsa penaberan mijûl dibin li Ewrupa.

 

 

 

Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî

 

Bielefeld, rêkeftî 02.02.2006 an.

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis