Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

Daxwiyanî ji bo raya giştî

 

Navnîşana Komelê:

Kaniya Sipî e.V.

Fermaz Geribo

Nelkenweg 23

33659 Bielefeld

www.kaniya-sipi.de

info@kaniya-sipi.de

 

Ji bo hemî Komelan, Kombend, Rêxistin, Kesayet, rojnama, Kovar û Malperan........

Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî

Ji ber pêwistiya civaka Êzîdî bi karekî rêxistinî, me wisa hestkir ku erkekî dîrokî dikeve ser milên me û me ev Komela ji ber van erkên jêr avakir:

1.     Xizmeta civakê ji aliyê civakî û rewşenbîrî ve.

2.     Xizmete her mirovekî li gor derfetên Komelê.

3.     Kar ji bo danehev, berhevkirin, nivîsandin û nûjenkirina çand û keleporê vê Olê, ji bo parastina hîmên Olî.

4.     Belavkirina çand û felsefa ola Êzdiyatiyê yên resen û rasteqîn û  diyarkirina bingehau koka Êzîdiyatiyê bi raya giştî, ku ev ol li ser xêrê, wekheviyê,  mafrewayiyê û fikra parastina Ezdayê Yekta hatiya avakirin. Û herweha bervedana di ber erkên resen yên vê olê de û serrastkirina û bersivdana hemî çewtiyên ku ji layên biyanî ve li ser vê olê têna belavkirin bi rengekî mirovana û dîmokratîk.

5.     Kar ji boy şermezarkirina zilm, zordariyê û bêputiyê di nava civakê de.

Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî xwe weke layekî girîng ji civaka kurdî bi gelemperî û civaka Êzîdiyatî bi taybetî dibîne, û ji ber vê yekê jî em hêvî û daxwaz dikin ku danûstandin li ser vî esasî bi me re bête kirin.

Em dixwazin bi rêya vê daxwiyaniyê dengê xwe bighînin hemî layên curbecur û bê cudahî û wana ji vê yekê agehdar bikin.

 

Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî

Bielefeld/Elmaniya, 25.12.2005

 

Top

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis