|
KOMELA KANIYA SIPÎ YA REWŞENBÎRÎ Û CIVAKÎ ( ÊZDIYÊN SÛRÎ )
03.06.2005 Elmaniya
Bi dilekî nexweş me nûçeya şehîdkirina Ronakbîr, Siyasetmedar û Oldarê Kurd yê bi nav û Deng Dr. M. M. Al-Xeznewî bihîst. Hêjayî gotinê ye, ku ji 10.05.05 an ve Hêja Al-Xeznewî li bajarê Şamê payîtexta Sûrî ji aliyê hindek kesên nediyar ve hatibû revandin, piştî sê heftiyan ji binçavkirina evî hêjayî, û tevger û lêpirsîna tevgera siyasî a Kurdî li rojavayê Kurdistanê û a malbata Al- Xeznewî li ser çarenûsa hêja Al-Xeznewî; Rêcîma Sûrî ji nişkave ragihand ku Al-Xeznewî ji layê hindek kesan ve hatiye kuştin û hindek ji wan kesan nuha di destê hêzên Istixbaratî de ne, ev çîroka ku ne malbata nemir al-Xeznewî û ne Tevgera Siyasî li rojavayê Kurdistanê û ne jî tu kes pê razî nebûn, û doza Eşkerekirina şehîdkirina Al-Xeznewî îro pirsa her merovekî xwedî ocdan û hestên merovane ye. Pakrewanê nemir al-Xeznewî Oldarekî xwedan hizir û bîreke pêşverû dostane û vekirî bû, ew dostê her kesî bû, her wisa ew tê jimartin yekemîn Oldarê Kurd li rojavayê Kurdistanê ku bi vê giraniya ha a berçav û çalak ku li pirsa xwe a netewî xwedî derdikeve. Yê me jî di komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û Civakî de ( Êzdiyên Sûrî ) em vî karê nemerovane tewanbar dikin, em hêvî dikin ji Yezdan ku aramekê têxîne ber dilê malbatê wîna, û em sersaxiyê ji miletê kurd û tevaya merovanetiyê re dixwazin.
KOMELA KANIYA SIPÎ YA REWŞENBÎRÎ Û CIVAKÎ ( ÊZDIYÊN SÛRÎ )
03.06.2005 Elmanya
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |