Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

 

Vegere

Dayê Fatim çû ber dilovaniya Xwedê

 

Dayê Fatim keça Şêx Nasir (1935-2005)

 

Dayê Fatima keça Şêx Nasir (01.011935-15.12.2005)

„Ev erda xane, evd û beşer bazirgane,

hineka mala xwe barkir û hina nû danî

Bin Ademo hezar salî temamkî,

Mîrantiyê li şerq heta şamkî,

Dumahiyê her tê ji kassa mirinê tamkî 1

 

Bi dilekî xemgîn me îro nûçeya koçkirina dayê Fatim ji nav me bihîst.

Îro, 15.12.2005, roja dawî ji rojiyên Êzî, dayê Fatim keça Şêx Nasir, xanima Pêşîmam Hesen Silêmanê Emer li bajarê Elmaniya Hannover çû ber dilovaniya Xwedê.

Bi hilkeftina vê bûyera xemdar, Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî serxweşiyê dide Malbata Pêşîmam Hesen. Cihê wê beheşt be.

Li gorî agehdariyên gehayîn destê me, dayê Fatim dê li Welat li goristana Êzîdiyan li Diyarê Felekê 2 bête veşartin


 


1 Ji Qewlê Miskîno Jaro

2 Diyarê Felekê: goristana Êzîdiyan li gundê Otilca/Cerihê, girêday bajarkokê Tirbespiyê li rojavayê Kurdistan.

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis