|
Vegere
Pîr
xidir di tewerekî vekirî da digel qutabiyên Êzidî
Dengê Laliş
| |

|

Pîr Xidir Silêman |
|
Serokê desteya bilinda bingehê
laliş simînareka vekirî bo qutabiyên êzidî li kulîj u enistutên duhokê
derbarey (şîxadî u rolê wî di êzidiyatiyê da ) pêşkêşkir .
Divê tewerê vekirî da ko li roja
çarşemê 9/1/2006 bi amadabûna pitir ji sed qutabiyan li hola bingehî
bi rêveço , rêzdar pîr xidir bi têr u teselî ronahî da ser pênas u
dîroka êzidiyan u dîyar kir ku êzidiyatî di çend qunaxan ra derbazbûye,
ya pîrozragirtina dîyardên siruştî roj,heyv u sitêr, ku evjî nîşana
kevnariya ola êzidyatiyê ye, paşî balkişande ser qunaxa dûê u
vegerande ser demê (birahîm xelîl) demê ku êzidiyan (
Azda,xuda)naskirî u paşî hate qunaxa hatina şîxadî .
Nafhatî bo mawê demjimerekê li
ser rolê şîxadî u karên wî dinaf êzidiyatyê da kirîn axivî, u dûpat
kir şîxadî kurde u ji şamê qesta laliş kirye u çendîn belgeyên mêjûy
anîne ziman belgeya herî berçav (sebeq u dirozên) êzidiyan li ser demê
wî hatine nivîsandin u parastin u bi zimanê kurdî u hate neha jî
pitirya wan di parastîne .
Pîr xidir daxiwaz ji qutabiyan
kir qesta pertukxana bingehê laliş biken daku pitir haydarî rolê
şîxadî di êzidiyatyê da bibin ku hijmareka zora jêderan li ber dest
hene jiwana pertuka vekoler u nivîser ( Abdil rehman mizorî) u govara
laliş bi zimankî zanstî
ku dîrokê ron diket.
Ciyê bîranînêye ku ev simînere
berdewamîya pirogiramê lalişê bû bo qutabiyên êzidî li zanku u
peymangehên duhokê ku hemû rojên çarşema li hola bingehê laliş tête
pêşkêşkirin .
|