|
Vegere
Rojên çarşembûya
qotabîyên Êzidî
dê li Bingehê Laliş xirvebin
Dengê Laliş

Li 1/11/2006
destaya bilinda Bingehê Laliş simînarek bo qotabîyên kulîj u
peymangehên Duhokê li dar xist u têda berêz Pîr Xidir serokê destaya
bilind bi têr u teselî li ser kawdanên îro yên Iraqê u Kurdistanê u
Dunyayê axivî di tewerekî dîda Pîr Xidir daxiwaz kir qotabîyên Êzidî
rûyê herî başê êzidiyatîyê nîşa derdorên xo biden u qidwên başyê u
welatparêzyê bin. Serokê Bingehî ew çende jî got : bila hûn herdem
diser bilind u serkeftî bin çunke di Kurdistanê da Êzidî xudan biryar
u desthilatin u serkirdatîya Kurdistanê çendîn cara gotiye meye bila
we bawerî bi xwe hebit .Pîr Xidir bo xwendkaran dûpatkir ko dergehê
Bingehê Laliş bi hemû tay u çiqên wêve yê vekirye bo her kesekî u bi
taybetî qotabiyan u li gorey karînên Bingehî em dê piştevanya vê texa
giringa civakê xwe keyn. Ji layekî din ve qotabiyan daxwazkir roja
çarşembûyê bibite roja xirvebûna qotabîyên Êzidî li Bingehê Laliş u
çalakîyên cuda cuda bêne pêşkêşkirn u ev çende ji bal serokê Bingehî
ve hate qebûl kirn .
Jor
|