|
Dersa Êzdatiyê li bajarê Sulingen/Elmaniya
Çavkanî: Sulinge Life wergerandin ji bo zimanê kurdî: Dilgeş Îsa
Sükrü Kaska dersa Êzdatiyê dide ber 50 zarokî
Mamosta Sükrü Kaska tev Şagirtên xwe
Di hevpeyvînekê de bi "Sulingen Life" re mamosta Sükrü Kaska balê dikşîne ser rewşa civaka Êzidî li Elmaniya û çawayiya perwerdikirna zarokan bi rengekî saxlem û rêk û pêk.
Mamosta Sükrü Kaska dibêje ku gelek malbata neçar man e, êdî nema dizanin çawa bi zarokên xwe re bidin û bistînin yan bi çi rengî wan perwerde bikin, sedema vê yekê li gor dîtina Sükrü Kaska ew e, ku gelek kesên biyanî ji ber zulm û zorê bazdan û pişta xwe dana welatên xwe, û geleke ji wan jî hê ciyê xwe di nava civaka elmanî de ne girtina. Çara vê pirsgirêkê li gor dîtina Sükrü Kaska ew e ku merov armanceke berbiçav deynê ber çavên zarokan û bihêlê ku rêzê li zagonên elmaniya bigrin bêy ku çanda xwe ji bîr bikin. Sükrü Kaska ku di 15 saliya xwe de beriya 20 salan hatiya Elmaniya, hosteyê lêkirina avahiya ye û wergerê zimanê elmanî û tirkî ye. Sükrü Kaska bi xwe ji maleke dinav e (Şêx) û dibêje ku erk û berpirisiyariya her dinavekî ye ku bi vî karê pîroz re rabe û guhê xwe bide Êzidiyan û civaka Êzidî. Sükrü Kaska şagirtên xwe fêrî stûnên bingehîn yê Êzdatiyê û herweha zimanê kurdî dike. Herweha pênasîna çanda elmanî û rêzlêgirtina zagonên elmanî mijarek bingehîn di dersên Mamosta Sükrü Kaska de ne.
Mamsota Sükrü Kaska
Heta neha Sükrü Kaska her heftî dû rojan dersê dide ber zarokan, hijmara zarokan jî roj bi roj zêdetir dibe, neha nêzîkî 50 zarokî beşdarî dersên Êzdatiyê dibin; temenê zarokan ji 6 salî ta 20 salî ye. Hêjay gotinê ku Sükrü Kaska bi serê xwe dersên xwe amade dike. Heta neha bajarê Sulingen arîkariya wî ji aliyê bidestxistina mobîla kiriya, wek masa û kursiya, wekî din tu arîkarî jê re nehatiya, lê dîsa jî bi dilekî germ û dilşadî karê xwe berdewam dike. Sükrü Kaska dide xwiya kirin ku pêwîst e ku hemî dîn rêzê li hev bigrin û prînsîbên mîna wekheviya mirovan biparêzin. Di dimahîka axiftina xwe de Sükrü Kaska dibêje ku gereke e her Êzidiyek merovekî baş be, lê ev nayê wê watê ku her mirovekî baş Êzidî be.
Ji bo ku Mamosta S.K. karibe bi serkeftin û bi rengekî baştir dersa Êzidiyatiyê berdewam bike, arîkarî lazim. Ji bo arîkariyê û agehdariyên berferhtir hun dikarin peywendiyê bi mamosta Sükrü Kaska bi rêya telefûna re deynin: Tel.: 04271/955 923
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |