Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German
 
 

Vegere                               Diwa Nîvro

Ya rebî tu bidî xatirê sitûna erd û ezman
Leyl û leyletil qedrê suretil rahman
Û sunetê virêkey han

Ya rebî tu bidî xatirê gayê binê din ê
Û masiyê bi tenê kerema xwedanê xîveta veday,
ser girê kela dengiz ê
Ya rebî tu bo me û sunetê bi rêkî,
dewrêşê runiştî li kafa zimzim ê

Ya rebî tu bidî xatriê sira çêbuyî li nav mêr a
Li xewlexanê de
Yê xwe kiriye pisê Şêxadî di mixarê de
Yarebî tu me û sinetxanê xilas bikî
Ji gunehê me kirî,li gel dê û bavê de

Ya rebî tu bidî xatirê melek Şêsin ê Adî ye
Yê serê xwe daye pêxama sinetê ye
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî rêsqekî,
ji xizna xwe a jorî ye

Ya rebî tu bidî xatirê Şêxê sunet ê
Û çend xas û mominê bo te dikin xizmet ê
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî,
ji xezîna xwe a qudretê
Ya rebî tu pirsiyareke xêrê li halê me û sinetê bikî ye

Ya rebî tu bidî xatirê mêrê bi duwa yê
Kerema berê reş li kabe yê
Ya rebî me û sinetxanê xelaskî ji,
qeda û bela yê
Ya rebî tu bidî xatirê siwar ê
Bûyî nîveka roj ê
Hatî ji Şerqê çûye xerb ê
Ya rebî tu me ji guneha xilas bikî û çendî sinet ê

Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila
Kerema her heft meleka
Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn û îmane û dewlete

 Ya rebî tu bidî xatirê şev û rojê û buhu?tê û doj ê
Ya rebî tu me û sinetê vexwînî
Dîwana xas û mominetê jorê
Ya rebî her û her her tuyî

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis