Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German
 
 

Vegere                                               Diwa Sibehê

Amîn amîn xwedê tibarek li dîn
Tifaqe li tifaqîn
Xwedê esil xaliqîn.

Bi hîmeta melek Şemsedîn
Amadîn,Babadîn,Nasirdîn,
Sicadîn,melek Fexredîn
Şêşims li ser qeweta me û dîn
Melekê Adî tace ji ewil heta bi axirîn
Ya xwedê tu derê xêra veke, derê era wergerîn.

Berî roj ziriqî Melek Emîn li ber şefiqî
Nûr bû ji nûrê tifiqî
Siphan ji te ya xaliqî.

Ji malê hetanî malê,Şêşimse xwedanê sêqalê
Dest û damanê Şêşims nabirim ji xeyalê.

Ji derecê hetanî derecê
Şêşimse xwedanê ferecê
dest û damanên Şêşims
Radimûsim li dewsa kabê, cîyê hecê.

Ji sitûnê hetanî sitûnê
Cil mifte heye li derê Xizînê
Şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê.

ji çavan hetanî devî, mora Şêşims lê dikevî
Mora melika germe, nahêlê tû binivî.

Ji serî hetanî bêye piya
ya Şêşims te em danîne devê riya
Dîndara xwedê û Şêşims em nabirin ji hêviya.

Ya Şêşims te em xwestine ser vê xilmetê
Li me vekî dergehê rahmetê
Ronahiyekê bidî ber dilê me û çendî sinetê.

Sinet ku sinete,zebûnî kêm taqat e
Me bi xwedê û Şêşims î bi niyet e

Sunî kû sunîne,zebûnî ji bandî ne
Em ji xwedê û Şêşims bi hêvî ne

Şêşimsê me yî nûrîn e
Li ser kursiya zêrî ne
Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne
Ewe vedike derê hemû birîna
Sed xweziya mine bi wî be
Şêşims bidê û jê nestî ne
Wê zor dereca ragihîne.k li dîn Tifaqe li tifaqîn Xwedê esil xaliqîn.

Bi hîmeta melek Şemsedîn Amadîn,Babadîn,Nasirdîn, Sicadîn,
melek Fexredîn Şêşims li ser qeweta me û dîn
Melekê Adî tace ji ewil heta bi axirîn
Ya xwedê tu derê xêra veke, derê shera wergerîn.

Berî roj ziriqî Melek Emîn li ber şefiqî
Nûr bû ji nûrê tifiqî
Siphan ji te ya xaliqî.

Ji malê hetanî malê,Şêşimse xwedanê sêqalê
Dest û damanê Şêşims nabirim ji xeyalê.

Ji derecê hetanî derecê Şêşimse xwedanê ferecê
dest û damanên Şêşims Radimûsim li dewsa kabê, cîyê hecê.

Ji sitûnê hetanî sitûnê Cil mifte heye li derê Xizînê
Şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê.

ji çavan hetanî devî, mora Şêşims lê dikevî
Mora melika germe, nahêlê tû binivî.

Ji serî hetanî bênye piya
ya Şêşims te em danîne devê riya Dîndara

xwedê û Şêşims em nabirin ji hêviya.
Ya Şêşims te em xwestine ser vê xilmetê
Li me vekî dergehê rahmetê Ronahiyekê
bidî ber dilê me û çendî sinetê.

Sinet ku sinete,zebûnî kêm taqat e
Me bi xwedê û Şêşims î bi niyet e

Sunî kû sunîne,zebûnî ji bandî ne
Em ji xwedê û Şêşims bi hêvî ne

Şêşimsê me yî nûrîn e
Li ser kursiya zêrî ne
Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne
Ewe vedike derê hemû birîna

Sed xweziya mine bi wî be
Şêşims bidê û jê nestî ne Wê zor dereca ragihîne.
 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis