|
 |
Vegere
Duyemîn
salvegera Serhildana 12ê Adarê:
Partiyên kurdî berê
Kurdan didin Şam, Qamişlo û Efrînê

06.03.2006
amude.com
QAMIŞLO (amude.com) -
Di duyemîn salvegera serhildana Kurdistana Suriyê ("Serhildana Qamişloyê")
de, partiyên kurdî li Suriyê dê roja 12ê vê mehê li Qamişlo, Efrîn û Şamê
çalakiyên rêzgirtin û protestoyê li dar xînin. Partiyên Enî û Hevbediya
Demoqrata Kurd li Suriyê û bi wa re du partiyên dî wê berê xwe bidin
avahiya encumena wezîran li Şamê û li wê derê seetekê protesto bikin.
Partiya Yekîtî û Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê dê bi hev re li
goristanên li Qamişlo û Efrînê li ser gorên şehîdan kom bibin. Partiya
Azadî ta niha deng ji xwe neaniye û ne diyar e bê ewê çi bike.
"Şermezarkirina
fitnê û berpirsyarên wê"
Di daxuyanieke xwe de,
Eniya Demoqrata Kurd li Suriyê, Hevbediya Demoqrata Kurd li Suriyê,
Rêkeftina Demoqrat a Kurd li Suriyê (hevalên PKK ên berê) û Partiya
Demoqrat a Kurd li Suriyê Serhildana Qamişloyê di 12.03.2004ê de wekî
"bûyer" bi nav dikin, ku "aliyê şovînî" di rêya wan re leystika fotbolê ya
di navbera Cîhad û Fitiwê de "bi kar bîne", da ku "agirê fitnê gur bike"
bi armanca "terorkirina cemawerên gelê me yê kurdî. Partiyan diyar kir, ku
ewê "ji bo şermezarkirina wê fitnê, rêzgirtina goriyên wê û piştgiriya
têkoşîna gelê me yê kurd li dijî sedemên wê [fitnê] û mualecekirina
encamên wê û cezakirina kesên berpirsyar ên ku ew pêk anî", ew bangî "gelê
me yê kurd" û "hêzên niştimanî û demoqrat li Suriyê" dikin, ku roja 12ê
adarê ji seet 11.00 ta 11.05 pênc deqeyan bêdeng rawestin. Ew herweha bang
dikin, ku di heman rojê de ji seet 11.00 ta 12.00 li pêşiya avahiya
encumena wezîran Suriyê li Şamê, da ku "çewisandinên ji aliyê rêjîmê ve
bêne şermezarkirin, û berpirsyariya wê di teqandina wan bûyeran de bête
piştrastkirin, û goriyên wê bêne tewîdkirin û berpirsyarên wê bêne
cezakirin".
"Kuştarek xwîndar derheqê Kurdên sîvîl"
Ji aliyê
xwe ve, Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê û Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê
daxuyaniyek belav kir, tê de rêjîma Suriyê bi pêkanîna "kuştareke xwîndar
derheqê Kurdên sîvîl" di 12ê adara 2004ê de gunehkar kir. Wan herweha
eşkere kir, ku tevî derbasbûna du salan di ser "cerîmeyên kuştina kesên
sîvîl bi fîşekên zindî yên qedexekirî, şehîdketina gelek ji ciwanan li jêr
işkencekirinan di jêrzemînên dezgehên ewlekariyê de, û hinên din ku di
pêkanîna xidmeta leşkerî de tenê ji ber sedemên nijadperestî rastî lêdan û
kuştinê hatin, û herweha talankirina dikanên Kurdan li parêzgeha Cezîrê,
rêjîmê siyaseta xwe ya çewisandinê li dijî gelê me yê kurd berdewam dike û
ta niha berpirsyarên wan cerîmeyan jî ceza nekirine, û ziyanê tikes tewîd
nekirine, û hîn jî 11 ciwan di zindanan de ne".
Mûm,
bêdengî, senmînar û festîval
Bi
helkefta duyemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê, Yekîtî û Şepêla Pêşerojê,
ku vê rojê wekî "Roja Şehîdê Kurd" bi nav dikin, diyar kir, ku "vejandina
salvegera Serhildana Adarê erkek niştimanî û mirovane ye, [...] û gerek es
di mistewa bûyerê de be û mezinbûna gorîdayina tê de derbirîne". Ji ber vê
yekê ew bangî "cemawerên gelê me û tevaya hêzên siyasî yên kurdî û
niştimanî li Suriyê" dikin, ku beşdarî van çalakiyan bibin:
"1.
Rawestandina pênc deqeyan ji bo rêzgirtina giyanê Şehîdan li ser resîfên
kolanan, seet 11.00;
2. Danîna
gulan li ser gorên şehîdan;
3.
Pêxistina mûmiyan li pêşiya deriyên malan roja 11ê adarê bi şev;
4.
Pêkanînên semînarên siyasî, wêjeyê û yên helbestan li seranserî navçeyan;
5.
Kombûna li cem goristana Şehîdan li taxa Qudurbek li Qamişloyê (seet
15.00), û li goristana Qort Qolaq li navçeya Efrînê, Çiyayê Kurmênc, û
pêkanîna festîvaleke gotinan ji bo dozkirina cezakirina berpirsyarên
cerîmeyên kuştin û talankirinê, tewîdkirina kesên ku ziyan dîtin,
serbestberdana hemî girtiyên kurd û peydakirina çareseriyeke demoqratyane
ji bo Doza Kurdî li Suriyê."
Yekîtî û
Şepêla Pêşerojê di daxuyaniya xwe de, bangî Kurdan kir, ku bi şêweyekî
organîzekirî beşdarî van çalakiyan bibin û "bi temamî dûrî zordariyê"
bikevin.
Azadî:
An em an Şepêla Pêşerojê
Hêjayî
gotinê ye, ku Partiya Azadî ya Kurd li Suriyê hîn ti daxuyanî li ser
salvegera 12ê Adarê belav nekiriye. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi
dest xistine, ji bo pêkanîna çalakiyan ligel Partiya Yekîtî wê li ser
Yekîtî şert kiribû, ku ew bi Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê re ti
çalakiyan pêk neyne. Yekîtî ev daxwaz qebul nekir û daxuyaniya xwe bi
Şepêla Pêşeroja re derxist. Berî niha, Azadî, Yekîtî û vê dawiyê jî Şepêla
Pêşerojê çend çalakiyên hevbeş pêk anîn. Ne diyar e bê Azadî çima
helwestek li dij Şepêla Pêşerojê nîşan daye.
Yekîtî: Bila şerê me nekin
Ji aliyê
xwe ve, Partiya Yekîtî diyar kir, ku wê ji partiyên di Enî û Hevnediyê de
xwestiye, ku ger ew bi wan re li Qamişloyê çalakiyan pêk neynin, "bela
şerê me jî nekin". Piştî xwepêşandana di 05.06.2005ê de, ku Yekîtî, Azadî
û Şepêla Pêşerojê pê rabûbûn, partiyên Enî û Hevnediyê êrîşî wan kir û ew
wekî berpirsyarên talankirinên li Qamişloyê ji aliyê rêjîm û Ereban ve û
herweha girtina komek ji Kurdan bi nav kirin.
Top
|