|
Kanya Evînê
Ger piştî te ez
nemirim
Tibla gustîrkê dê
birim
Da carek dî l`vê
cîhanê
Eşqa kesê nehilgirim
Şengebiyê por zêrînê
Lêvên te Kanya Evînê
Kengî dê b`mista
helînîn
Wê şerabê meya jînê
Pahîz hat û solîn
weryan
Dilêt me l`kovana
çeryan
Ji germa eşqa min û te
Erd û esman bo me
giryan
Ev eşqa hinde kevnare
Rê naçinê nîne çare
Hindî d`bûrin sal û
zeman
Herdem ya xurt û
siyare
Peyv: Edîb Çelkî
Stirandin û awaz:
Hesen Şerîf
|