|
Kanya Jiyanê
Bi şahî û awaz, lawik
û heyran
Li ser şaperrên Sîmerx
û teyran
Wek Suleymanî, min tu
gêrandî
Belqîsa minê, bi keyf
û seyran
Were yar yar yar yar
Hawar yar yar yar yar
Naxwazim j`ibîrkem
canya cîhanê
Bûme Eskender, jibûna
manê
Karwansera min hembêza
te ye
Es devê şirîn Kanya
Jiyanê
Hîvîya min bû li sal û
dema
Jîna min kiribû govend
û sema
Bêxatirxwestin li min
avabû
Îro ez kirim şivanê
xema
Xanima kubar, kengî dê
hêtin
Kanya Jiyanê kengî dê
zêtin
Roja avabûy li pişt
Çyayê Qaf
Carek dî dilo li min
helêtin.
Peyv: Edîb Çelkî
Awaz: Foliklorê Kurdî
Stirandin: Eyub Elî
Mûzîk: Goran kamil
|