|
Vegere
Em kî ne:

Mêvanê hêja
tu bi xêr hatî Malpera Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî
û civakî, a ku ji bo te hatiya avakirin, daku em pêk re û li gor karîn
û derfetên xwe bigêhjin parçeyekî biçûk ji rastiyê. Bi hebûna te bi
mere armanca Malperê bi cî tê, û bi berdewamiya vê hebûn û têkiliyê
armanêcên me bi cî tên. Di riya vê Malperê re em hewil didin ku em
hindek agahdarî, û pêdnasînan li ser Ola Êzdayetiyê bi giştî, û her
weha li ser girdiş, seqa, pirs û pirsgirêkên di cavta Êzdiyatiyê de
berçav û berdestî mêvanên xwe yên birêz bikin. Her weha mêvanê hêja
wekî ku tu jî dizanê bawermendên vê Olê di seranserê dîroka xwe de her
timî hewil dana ku biratî, merovanetî, li êk û din guhdar kirin, ruhê
lêborînê, dirêjkirina destê alîkarî, rêzgirtina hemî Ol û baweriyên
din, û aşîtiyê di nava hemî ademîzadan de bi hemî reng û dengên xwe ve
bi cî bîne û li ser vê bingehê jî ji wana nêzîk dibe. Her weha
parastina kevnetorê Êzdiyatiyê, li gor karîn û derfetên xwe, ji ber ku
beşekî mezin ji ewan nîvîskar û lêkolînvanên ku li ser Êzdiyatiyê
nivîsandina, ne bi şêweyekî bi rêk û pêk, û gelek caran jî bi nerînek
nijadperest ôlpersetyane nivîsandine, û xwestina ku rastiya vê Olê
berûvajî bighînin Xelkê. Em hemî hatina ser riwê vê gerdûnê daku em bi
biartî û aşîtî bi hev re bijîn, em di xweşî û nexweşîyan de yek deng û
yek reng bin, ji ber ku gerek tu cudabûn di navbera ademîzadan de tune
be, û ademîzad bête pîvan tenê bi kar û kiryarên xwe yên baş û
merovane. Em hêvî dikin ku pishkdarîya we di malperê de di hundir sinc
û yasayên Rojnamegeriyê de bin, daku em û hun jî riwê xwe yê sipî û
baweriya xelkê bi xwe ji dest nexin. Malper serbixwe ye, ne girêdaye
bi tu aliyan ve, û hemî tiştên ku têde têne belavkirin ( Gotar û
Lêkolîn ) û yên ku emze û sîmbola komelê ne li ser bê ; nivîskarên
ewan berheman berpirsiyariya nivîsandinên xwe hildigirin. Sipas ji bo
serdana we, û em kêfxweş dibin bi nerîn û pêşniyarên we.
Desteya birêvebir
Jor
|