|
Edebiyata Şingalê (Stran û dengbêjî) Amer Çelik
Muzîka gel ji nava gel derdikeve, gel wê guhdar dike û jiyana xwe têde dibîne. Hêvî, derd, evîn û kula gel di vê muzîkê de heye… Di stran û miqamên gel de jiyana civakî heye, danûsandin heye, kêf û şayî heye. Kardariya muzîka gel çi ye û divê çawa be…?
Ferqa muzîka gel û babetên din yê muzîkê çî ne ?
Di nava gel de cihê muzîkê çawa ye? Pirensîbên bingehîn yê muzîka gelerî çi ne ? Emê bersiva van çend pirsan ji bo nivîskar, hozan û hunermendên kurdan re bihêlin. Bi dîtine min, ya herî girîng ewe ku muzîka gelerî bête nivîsandin û tomar kirin. Stranên gelerî ji bona enteresa muzîkê tê fêrbûn. Muzîka gelerî belav dibe û jiyane xwe didomîne. Jêra dibêjin muzîka bi deng. Heger wisa be Kurdistan welatê yekemîne bi xurtbûn, di vê mesela muzîka bi deng de. Muzîka kurda ya bi deng, ku di rastiya xwe de pir dewlemende. Encamên muzîka gelerî li welatê kurdan xurte û xwedana dîrokeke dewlemende, nimune: Li welatê kurdan hijmara xwendevan heya niha pir kêm in. Bi ser vê yekê de jî zimanê wan qedaxe ye, arîkariya madî ji bo muzîka gerlerî tune. Ji ber van encaman muzîka gerlerî ya kurda heta niha di çarçeveke teng de maye. Lê bi rastî heye nîvê çerxê bistan jî ev muzîk baş ji aliyê gel ve hatiye guhdar kirin. Lewma jî me dil heye ku em stran û dengbêjiya Şingalê wekî nimune birjînin ser kaxezê. Di van salên dawî de gelek stranbêj, hunermendên giranbiha li Kurdistanê li herêma Şingalê, di nava kurdên Êzîdî de derketin hola hunermendiyê. „Helbet em behsa dengbêjin kilasîkê dikin“ van dengbêjan, hunermendan, stranên qedir biha strandin, yê kulturî, evînî, dîrokî, şer û qehremanî. Lewma jî em dikarin bêjin ku stranên wan sîfeteka gerlerî di nava kurdên Êzîdî de standin. Lê mixabin ku ew ji hişmendiya muzîkê bê par bûn. Ev rastiyeke civata me ye. Ji ber van rastiyan jî problêmên hunermendan û bi taybetî hunermendên strana klasîk, yan jî yên gerlerî hebûn. Li gora pir raman û teoriyên pedagojîk, di terbiya û edeba mirovan de muzîk roleke baş dileyîze û arîkariyê dike. Mirov bi wê arîkariyê civata xwe baştir nas dike. Ji ber vê yekê jî navaroka muzîkê pir girînge. Lê bi rastî li ba dengbêjên klasîk yê kevnar têgihîştine welatparaziyê pir qelse. Muzîk tenê weke kêfê û ji birkirine derdê rojane têye dîtin. Ez bawerim ku ev hevok li ser dengbêjên Şingalê nayê siwar kirin. Ewan bi sedan stran li qehreman û welatê xwe gihandine guhê me. Ji bona ku em kurd bikarîbin muzîka baş çêbikin, divê babete muzîkê ya gelerî nimune: ya Şingalê taybetî were parastin. Ev muzîk mîrasa gelê kurd e û divê wuha were fahmkirin… Ev meyla muzîkê (Şingal) rîtm û melodiyeke pir xweş tê gotin. Muzîkeke posetîfe, ne razayî ye belê şiyare. Ev muzîka gelerî ya Şingalê ya kevnar li ser jiyan, evîn,zewq, ferman û şerên rast teqîn disekine. Muzîka Şingalê ji çend tiştan ava dibe û ew avaniya muzîkê pêk tînin. Nimune: Em dikarin bêjin ku perçayekî muzîkê ji melodî, rîtim,aheng, deng û naverokê pêk tê, û ew hemû bi hev re jî karektererê muzîkê nîşanî mirovan didin. Hemu tiştên ku di muzîkê de têne bikaranîn girîng in. Mirov nikare bêje melodî ji rîtim girîng tire, an jî rîtim ji ahengê girîng tire. Hemu perçeyên muzîkê rola wan cihê ye. Li welatekî wekî welatê Kurdan“ Kurdistan“ û bi taybetî li herêmên Kurdên Êzidî, mînak; Şingal rola danûstandina bi devkî pir mezine û ji dema bav-kalan de, ev babet di nav gelê kurdên Êzidî de baş runiştiye. Gotin ji dev diçin guh, li welatê me roleke mezin dileyizin. Em dikarin bibêjin ku komunîkasyona devkî xwediyê cihekî taybetî ye. Ji ber vê yekê muzîk, di welatê kurdan de xwediyê roleke civatî-kulturî ye. Em îcar dikarin bêjin ku stranên çiyayê Şingalê bi devê hunermendên herêmê “dengbêjan” bi rîtim û melodiyên xweş û bi zimanekî paqij û rehet(resen) têne guhdar kirin. Ya herî girîn ku gelê Şingalê bi taybetî û kurdên Êzidî bi giştî wan stranan qebûl dike û wan dike yên xwe. Êzîdiyên kurd yê herêma Şingalê ku dikeve başûrê Kurdistanê bi barbar hatine perçiqandin, talan kirin û wêranî bi ser wan de hatine, dîsa jî serê xwe li ber dijiminên kurd û Kurdistan ê re dananiye. Bi mêr û jinan, bi keç û xortan, bi pîr û zarokan li ber xwe daye, perîşan buye, hatiye kuştin, bê xanî û nan maye, lê belê zincîre koletiyê qebûl nekiriye, adetên xwe yê kurdiya resen bi alîkariye stranên xwe, bi zimanekî hêsanî û dilşewatî ew wêrankirin anîne ziman û berdewama jiyanê kirine. Dîroka xwe bi rêya straranan tomar kirine û ji winda bûnê parastine. Ji nivşekî teslîmî nivşê din kirine. Bi kurtî ev stranên Şingalê bi awayekî giştî mîraseke qehremantiya gelê kurd e. Melodî û rîtima pirniya stranên Şingalê bi awayekî dilşewatî û mirivatî, li ser zulma dijiminên mirovatiyê û kurdayetiyê, car-caran hovîtiya li ser kurdên Êzidî û qehremanan hatine girêdan. Dema mirov stranên Şingaliyan guhdar dike, ji belî melodiy û rîtma dilşewatî, mirov wekî romanekê, çîrokekê, rûpelekî dîrokê …uhw dixwîne. Lewma jî em dikarin bêjin ku stranên kurdî ya klasîk romana, çîroka, dîroka….. Îro roj kardarî û pirensîba dilsozên kurdatiyê, hunermend dibe, nivîskar û sazbêj dibe, ku vî mîrasê kurdiya resen tomar bike, ji windabûnê biparêsa. Klasîka me hîm û bingeha muzîka me ye.
Xwendevanên hêja; na stran û ne jî dengbêj (hunermend) Şingalê bi tenê di qada kurdan de, di nava kurdan de mafê wan winda ye, qîmetê xwe winda kiriye. Wekî em kurd ji beşekî ji beşên hunermendên me re dibêjin MITIRB. Min dil heye ku çend hevokan li ser wan jî(Mitirban), li ser vî beşê ku di dîroka hunerê de gelek zehmetî kişandiya û muzîk, kultura me parastiye lêkim. Mitirbî, hunermendiye, lê mixabin ku ev nav”Mitirb” li ser zimanê kurdan weke heqaret hatiye qebûlkirin. Kurdan hêdî-hêdî mitirbên xwe ji bîra dikin. Mitirb weke beşekî ji kevneperestiya kurdî têne dîtin. Lê bi rastî mitirbî bi tenê bi serê xwe nabin kevneperestî. Kultura mitirban beşekî ji kultura xelkê kurd e. Mitirb li ser civata kurda ya kevnar , kaniya zanebûnê ne. Mîtolojî û dîroka kurd bi arîkariye mitirban hatiye parastin û dewlemend kirin. Mitir di civata kurd ya kevnar de xwediyê cihekî taybetî ne. Mitirb, dîrozana bûn,çîrokvan û muzîkvan bûn, pirtûkxane û şanogerî bûn. Bi kurdtî mitirbî di civata kevnar de kesnama eşîran bûn. Mitirbî, jiyan bi xwe bûn ….. Mitirbên me hêjane, divê em li wan û berhemên wan xwedî derkevin. Xebata mitirbên me perçayek ji dewlemendiye edebiyata kurdîyê ye.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |