|
Mîr û Êzdayetî
Amer Çelik
Gelî dilsozên hêja: çerxa bîst û yekê çereka demokrat, wekhevî û hevgirtinê ye. Çerxa bîst û yekê çerxa zanîn û şaristaniyê ye. Lawma jî em bawerbûn ku dê , di vê çerxa şarestaniyê de,em kurdên Êzîdî dê ji beg û begîtiyê azad û serfiraz bibin. Ew nîrê paşverû yê ku li ser stuyê Êzdiyan siwara dê di vê çerxê de were hilanîn!! Dem ne ew dema ku merov çav girtî xwe di ser kelanekî fereh û kûr re çeng bike aliyê din, dem dema ronahî û zanistiyê ye, ya hevgirtin û biratiyê ye, her leystikek hîm û yasa xwe heye.
Birîna ku bi destê bira û hogir û hevalan be her deme diaxifa, û cihê wê taza nabe. Xwendevanê hêja: pirs û pirsgirêkên Êzidiyan pir in, pişta me di bin barê problêman de kûz bûye, çareserî ji bo me îro berî siba pêwîste. Êizdîyan hijmareke ne kêm ji ciwanên xwe winda kirin, bêtifaqî ketiya nav malbatên Êzidiyan, ji bilî şerê dijimin her şerê hev dikin. Nalîn û qîrîna dayîkên Êzidiyan li ezmanê heftan dergehê yezdan dihejîne. Dost û dilsozên Êzidiyatiyê bi van qîrînan şermezar in. Dilê dost û dilsozan şa bikin, û nehêlin dilê xêrnexwazan bi hevalbendê we şa bibe.
Ev çend salin ku em doza qanûnekê ji bo pêşeroja zarokên xwe li berpisiyarên Êzidiyan dikin, me bi dehê caran problêmên xwe li pêşberî van berpirisiyaran û bi taybetî yê ku ji xwe re dibêje MÎR Ê ŞÊXAN (MÎR Ê Êzidiyan) lê hayî hat defa li ber kerane diyare ku deng nare guhê wî (Mîrî), yan jî naxwaze deng here guhê wî.
Ev çend salin ku êzidîyan doza kongireyeke berfereh û hevbeş li cenabê Mîr dikirin, da ku (cenabê wî) çend biriyaran ji bo çareserîya piroblemên Êzidiyan û pêşveçûna wan bide. Bi dehê caran dilsozên Êzdayetiyê deng û daxwazên Êzidiyan gihandine endamên encumena Ruhanî(civata Ruhanî) lê mixabin ku deng ji wê encumena kalemêr ya saxmirî û bê tevger nehat. Heger em bi rastî bêjin ku encumena Ruhanî her cenabê( Mîr e) kesek ji bilî wî nikare devê xwe veke. Ew jî ji bilî berjewendiya xwe û pêde tiştekî din nizane û naxwaze bizanîbe jî !!!! Êzîdî û Êzdayetî tev ji bo wî xezîne daneheva mal û mewdanin. Em dikarin bêjin ku Êzidî roja îro miletekî ne xwedî biryarin, lewma jî di gelek qûnaxan de, mafê wan winda dibe!
Di roja 22.04.2006an de biryarek bi hejmara 16 an hat dayîn ku cenabê( Mîr),tevî 26 kesan (mixabin ku gelek ji wan xwe zana dibînin ) ji bo berdewamiya mîrîtiya xwe û malbata xwe peyda kir! di bin navê civata rewêjekar(şêwirdar). Komîtek li herêma Şêxanê damizrandin. Navê wê komîtê (berlemanekî biçûk) danîn komîta rewêjekara civata Ruhanî. Di vir de dê çend pirsan ji vê komîtê bikin hêvîdarin ku bêtin bersivdan.
1- Ma gelo civata Ruhanî heye… ta ku komîta şêwirdariyê ji bo wê were damizrandin.? Helbet em dizanin ku heye lê mebesta min ewe, wan ji bo Êzdiyan ji destpêka salên 80 an va çi biriyar û kar ji bo Êzidiyan kirine….?? Civateka saxmirî ye!!
2- Gelo hun(komîta şêwirdar) dikarin Lalişa nûranî ji bin bandora Mîr derxin…? Weke hun dizanin ku Laliş tevî hemû mezar, tawis.. heya çilka babê Şêx…uhw di mezadê de ya û bi biriyara Mîr tê firotin, helbet tev ji bo Mîra .
3- Gelo hun dikarin biriyarên azad bistîn in…? Heger hat û we dît ku biriyare ji bo Êzidiyan pêwîste û Mîr ne li gel wê biriyarê be wê demê hun dikarin biriyar bistîn in ?? misîbeta ku rewşa we jî (komîta şêwirdar) weka ya civata Ruhanî be!
4- Di dîtinên we de rola jin ê di Êzidiyatî de çi ye û gerekî çawa be?
5- Dan û standina we bi komel, rêxistin û sazîyên Êzidiyan re wê bi ci rengî be…? Heger we tozika bi rêya Mîdiya yan jî bi ci rengî bighanda destê Êzdiyan, belkî pêwîste gelek ji van pirsan hatibana pirsiyar kirin.
6- Dan û stndina we bi Êzidiyên Turkiya, Suriya, Ermistan û Corciya, û yê Europa wê cawa be…? Gelo hun nizan in ku we bi vî karê xwe Êzîdî kirin çend beş, ne wekhevî di nava êzidiyan de peyde kir! Ev yek sedemekî herî dijware ku berdewamiya we di dîtina min de pir nêzîka!!
7- Pirsa dawî: Ev karê we jibo Êzidiyên Şêxan bi tenê ye ? yan jî saziyeka jibo berdewama jiyan mîrîtiya …??
Gelî dilsozên Êzidiyan… Partî ,rêxstin û saziyên Kurd, dost û hevalbendên Êzidyatîyê, îro roj ji hemu rojan beşê kurdên Êzdî pêwîstiya wan bi arîkariya we heya. Mixabin ku çend biraderên me tevî Mîr û civata Ruhanî bêtifaqî di nava kurdên resen de peyde kirin, em alîkariyê we tevan jibo tifaqê dixwazin . Êzidiyên derva( biyanî) bi alîkariya hemu Êzidiyên cîhan( Başûr, Bakûr, Rojava Kurdistan Ermîniya, Corciya…uhw…Helbet bê mal, sazî û komelên Êzidiyan ev kar bi rêva naçe)pêwîste civîneka berfereh nêzîk ne dûr li ser vê bûyarê li dar xin, ew civîna dikare xalên kar û xebatê hilbijêre. Ez naxwazim pêşin xalê kar bêjin, wek me got emê wan xalan jibo wê civîna berfereh bihêlin.
Gotina dawî bêjim; ti omîd ji civata Ruhanî nemaye! Li benda wê civatê ne rawestin ku çareseriyê jibo zarokên we peyde bikin. Ew nikarin tu çarseriyê jibo xwe peyde bikin. Civat kale mêr bûye, pêwîstiya me bi ciwanan heye, ciwan ew pêşeroja hîmê kurdiye resin(Êzidiyatiyê) ne.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |