|
Rêzdar Emîn Ferhan Çîço, Serokê Tevgera Serrastkirin û pêşveçûnê bi Êzidyan re civiya.
Emîn Ferhan Çîço: Tevgera me netweî ye, siyasî ye, ilmanî ye, şoreşgerî ye, lîbralî ye. Heçî mafê me bihtir bidê me, em li gel wî ne.
Dilgeş Îsa/kaniya-sipi.de
Doh, roja yekşembê 11.09.2006 li bajarê Hannover (Kultur Café, Goethestr.16) rêzadar Emîn Ferhan Çîço, Serokê “Tevgera Serrastkirin û pêşveçûnê” simînarekî ragehandinî û zaniyarî li darxist. Simînarê ku bi arîkariya tecemuh dîmoqratî êzîdî hata li darxistin, nêzîkî 60 mêvanî tê de beşdar bûn, û ji sehet 11.30 heta sehet 14.00 berdewam kir.
Hêjayî gotinê ye ku di vî simînarî de nûnerê hindek komel û dezegeh û malper û rojnamên Êzidiyan beşdar bûn, mîna nûnerê Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî (Şêx Derzo), nûnerê tecemuh dîmoqratî Êzidî (Sifo Qewal Silêman) û nûnerê Malpera Bahzanî (Subhî Heco) û htd.
Di destpêkê de pêşkêşkerê Simînar hêja Mîrza Hesen Dinayî bi navê “Tecmuh dîmoqratî Êzidî” li Elmaniya û bi navê Êzidiyên Elmaniya bi xêrhatina rêzdar Emîn Ferha Çîco kir.
Paşî serkêşê babet rêzadar Emîn Ferhan Çîço li ser rewşa Îraqê axivî û behsa şerê Îraqê kir. Di axiftina xwe de dilxemgînî û dilnexweşiya xwe ji tunebûna dîmoqratiyetê li Îraqê de anî ziman, û got ku Îraq bûya dewleta „tewafiqatê siyasî” di navbera Kurd û Sina û Shiaa de. Ji ber li gor axifitina Emîn Ferhan, ev hêzên sereke siyaseta „qerar siyasî”, “tewafiq siyasî”, û “siyaseta mafê Vîto” bi kar tînin û bi vî awayî dibin pirsgirêk di pêşiya pejrandin û bidestxistina mafê Êzidiyan û kêmnetew û kêmolên din di Îraqê de.
Li beramber vê yekê taybetmendiyên Êzidiyan yê dîrokî berz kirin û got ku Êzidî ji gelek ol û netwên din di Îraqê de kevintir in; berdewamkir û got herçende siyaseta erebkirinê li ser Êzidiya hata şopandin, lê dîsa wan karîn xwe biparêzin û eger rewşa wan baştir be, hêza wan ya siyasî dê xurttir be û dê karîn hêj di salên 1991 hebûneke xwe ya siyasî ava bikin û bikevin nav oposîsiyona Îraqê de û mafê xwe bi cî bînin
Lê mixabin her ji destpêka sedsala 19 an ve, Êzidiyan xwe ji siyaseta navdewletî dûr kirin û bi vê yekê xwe ji gelek tişta bê par kirin, nimûna Hemoyê Şero karî di rêya Brîtaniya re îmaretekê ji bo Êzidiyan ava bikê, ji ber wê demê Brîtaniya diviya „proja neqşa rojhilata navîn” bi kar bînê, lê mixabin Êzidiyan sûd jê wernegirt.
Di pêvajoya axifitina xwe de hêja Emîn Ferhan behsa karûbarê Tevgerê kir û got ku rewşa mewdanî ya “Tevgera Serrastkirin û Pêşveçûnê” lawaz e û ji ber vê sedemê heta neha alaveke wan ya ragehandinê nin e, mîna malpereke înternêtî. Hêja Emîn Ferhan berdewamkir û got ku mewdaniya Tevgerê ji ba wan bi xwe ye û got ku gelek Êzidî hene arîkariya me dikin ji ber behweriya wan bi Pirsgirêka Êzidiyan tê, û gelek caran jî Êzidiyên ku nikarin herin ber Laliş xêra xwe didin me, û wekî din jî hindek kesayetiyên maldar hene, piştgiriya me dikin.
Li ser peywendiyên Tevgerê bi ol û netew û hêzên siyasî li hundirê Îraqê de got ku Peywendiyên Tevgerê î dostanî bi herkesekî re, nexasim ji ber ciyê Şingalê î ciyoxrafî, Şingal bi çîwarên Ereb û Kurda û Aşûriya ve girêdayî ye, Şingal ciyekî xwey istratîcî balkêş heye, lewma jî peywendiyên dostanî bi her kesekî re bo Tevgerê pêwît in. Li aliyê din hindek reşên ku bi wan ve têne vekirin, weke peywendiyên Tevgerê bi rijîma Sûrî, bi tundî red kirin.
Dîsa li ser mijra karûbarê Tevgerê li Derve got ku têkiliyên wan bi Tirkiya û Emerîka re jî hene, û da xwiya kirin ku bi arîkariya “Tevgera Serrastkirin û Pêşveçûnê” navê Êzidiyan kete destûrê Îraqê de û bi vî awayî jî di rêya peywendiyan Tevgerê bi Paul Bremer û Al-Exder al-Ibrahîmî re, nûnerê emîndarê giştî yê netewên yekbûyî, Êzidiyan Wezaretek (Pîr Memo Osman) bi dest xist.
Li ser mijara çalekiyên Tevgerê li derve û hatina emîndarê giştî yî Tevgerê bo Elmaniya, rêzdar Emîn Ferhan got ku ew heta neha ji bo pejrandina mafê Êzidiyan li Welat û li dervey Welat bi nûnerê gelek deweletan re rûniştina, mîna Emerîka û Tirkiya û got ku li Elmaniya dê bi nûnerê Hikumeta Elmanî re û nûnerê siyaseta Europa Xafir Solana re rûnin. Herweha aşkere kir ku di 13.09.2006 an de hevdîtineke wî bi Feleknas re, nûnera partiya PDS ya elmanî di Pralamentoyê Europî de di Roj-tv de heye.
Di dawiya axiftina xwe de behsa mijara fîdraliyê û Referendum kir û got ku ev mesela gelekî pêwîsta bo wan û sê sînariyoyê xwe aşkere kirin:
Wekî din got ku ew tiştê bi zorê qebûl nakin û dê du heftiya berî Referndumê helwesta xwe aşkere bikin.
Piştî rêzdar Emîn Ferhan axiftina xwe bi dawî anî dergehê pirsa ji bo pişikdara vebû.
Li ser pirsa damezerê Tevgerê, got ku miletê êzidî ev Tevger damezrabdiya, ev Tevger ne xebata insanekî bi tenê ye û got ku wan ji destpêkê karê xwe ve bi dizî kar dikir û heta neha endamên wan li hindek deverên Êzidiyan nikarin bi serbestî xebata xwe bikin
Li ser pirsa gelo mebesta wî ji serrastkirinê/Islah çi ye, go ku mebesta Tevgerê ne islah dînî ye û ew vî kar na şopînin.
Li nêzîkî seat 14.00 simînar bi dawî bû.
Hindek Wêneyên Simînar:
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |