|
Vegere
GfbV/ Kaniya
Sipî-Elmaniya
Göttingen/Bielefeld – 11.12.2006
Roja 11.12.2006
an Rêxistina mafê merovan "ji bo gelên dibin
gefê de (GfbV)", di nûçeyeke
xwe ya lezgîn de ragehand raya giştî, ku di
06. 11. 2006 an de merovekî Êzidî li Ermenîstanê hatiya
kuştin.
Ne dûr e ku
destê berpirsên hikumeta Ermenîstanê di kuştina vî merovê Êzidî de
hebin!?
GfbV
daxwaznameyek arastey serokê Ermenîstanê,
Robert Kocharjan û serokê parêzvanên dewletê,
Aghwan Howsepjan
kir û ji wan xwest ku bikin ku bi lezgînî komîsiyonek azad bê
sazkirin taku kuştebanê rastî bê dîtin û cezakirin.
Di 07.12.2006 an
de dayika merovê êzidî û sê zarokê wî xwestin xwe ji qehr û xema li
pêşiya qesra serokê Ermenîstanê li Êrîvanê bişewtînin, dayik û kurek
birîndar bûn.
Li gor
agehdariyên malbata
êzidî, heft kes ji gundê di rex wan de (Lchaschen) êrîşkirin
ser wan û kurê wan bi lêdanê kuştin. Merovê êzidî, Kjaram Awdaljan,
bavê pênc zaroka ye û nişteciyê gundê Zowuni li bakurî
rojhilatî Ermenîstanê e.
Herçende Hikumetê ragehand ku
wan kuşteban girtina û ew dana dadgehê, lê malbat êzidî dibêje ku
kuştebanê rastî hêj nehatiya girtin; ne dûr e ku serokê şehrdariya
gundê Lchaschen destê wî di vê kuştina nemirovane de hebe.
Nişteciyîn gundê Zowuni
di xwepêşandanekê de li pêşiya qesra serokê Ermenîstan ne razîbûna xwe
diyar kirin û di encama vê xwepêşandanê, dayika Kjaram Awdaljan
û hersê zarokê wî xwestin xwe bişewtînin.
Li gor
agehdariyên GfbV neha nêzîkî 30 000 ta 50 000 Êzidî
li Ermenîstanê dimînin û piraniya wan di gunda de dijîn û arastey
neheqiyeke aşkere dibin.
Êzidiyên
Ermenîstanê hertim gilî û gazindên xwe li ber
destê Hikumeta Ermenîstanê dikin, lê kesek lê wan guhdarî nake, mafên
wan wek Êzidî û wek merov tên xwarin. Piştî fermana dewletê di sala
1991 gelek Êzidî bê zevî man û piraniya erd û zeviyên wan ket bin
destên Ax û Begên Ermeniyan û ev Ax û Beg nahêlin ku Êzidî pezên xwe
li wan Zeviyan biçêrînin yan jî bi rengekî din bikaribînin.
Em jî weke
Komela Kaniya Sipî dengê xwe bi dengê GfbV re bilind dikin û
daxwaziya zelalkirina vê bûyerê dikin.
Jor
|