|
Sedsaliya Emînê Evdal 1906 - 1964
Eskerê BOYIK e.boyik@web.de
Îsal xitim dibe 100 salya ji dayîkbûna zanyar, nivîskarê kurdê welatê sovêtêyî bi nav û deng Emînê Evdal. Ew yek ji hîmdarê edebyet, çand û kurdzanya sovêtstana berê bû. Eger navên nivîskar, zanyarên kurd yên nivşên ewlin û navdar tê nivîsar, navê Emînê Evdal ese tev navê Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl da tê bîranîn.
Emînê Evdal sala 1906 a li gundê Yemançayîrê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye.
Wê demê ew herem diket bin desthiletdarya Rûsa. Mala bavê wî ji malbeteke kurdên êzdîye qedîmî, li nav êla Sîpka da bi nav û deng, bi qedir û hurmet bû. Kalkê wî, Baso cawamêrekî maqûl, çîrokbêjekî naskirî bû û zarotya wî li wî gundê biçûkî bedew da, wek çîroka di nav çîrokên kalikê da derbaz dibe. Lê zarotya bêxem dirêj nakşîne dest bi şerê Ermenya-Tirka dibe. Ew gundê Êzdîyan ji tevî gundên êzdîyaye wê heremêye din dikevn devê leşkerên tirkaye xezev, tên talankirin û wêran dibin. Xelkê wur direvine nav êzdîyên pala çîyayê Elegezê. Malbeta wan gundê Qundesazê da cî dibin. Ji xelayê, neyweşya, şer-dewa dê, bav, birên wî dimirin. Ji malbetê tek ew dimîne. Wî jî divine sêwîxanê. Berê sêwîxana Qersê, paşê ya Alêksandirapolê (niha Gumurî) û Celaloxlûyê (niha Stêpanavan) da dimîne. Vira ew diçe mektebê û hînî zimanê ermenî, xwendin-nivîsarê dibe.
Sala 1924 a ji sêwîxanê derdikeve diçe bajaTilbîsê, wura dikeve mekteba karkiran. Xortê şereza tevî xwendinê xebateke berbiçev li nav kurdên wî bajarî da dike. Wê demê Lazo (Hakob Xazaryan) zarokê kurda ra bajêrda dibistana şevê vekiribû, ew alî Lazo dike, rewşenbirên kurd Kamîl Bedirxan, Ahmedê Mîraî û gelekên din ra dibe nas û karê çandî, kûltûrî dike.
1926 ê salê vedigere nav êzdiyên Ermenistanê û li dibistanên gundên êzdîyan yên berpala çîyayê Elegezê: Mîrekê, Karvansêrê û Qundesazê da dersdaryê dike. Vira zanebûna zimanê de cem wî hê xurt dibe. Xortê şereza texmîn dike, ku bêyî zanebûnê kûr û berfire ew nikare kêrî gelê xwe bê. Sala 1931 ê Ûnîvêrsîtêta bajarê Yêrêvanê beşa Fîlologyê da qebûl dibe. Tevî xwedinê usa jî xwendexana kurdî ya pişkovkasêye dersdarhazirkirnê da wek dersdarê edebyetê û rojnema RYA TEZE da jî wek Katibê cawdar dixebite. Mêla wî, çawa paşê jî tê dîtin li ser ziman û edebyetê hebû. Wê demê meydaneke berfire ji bo danîna bingeha çand û kûltûra wê civaka kurda vebûbû, lê kadirên zane kêm bûn. Ew him goveka zanebûnê xwe dewlemend dike him jî dezgehên kurdaye nû da karê edebî, perwerdeyî, kurdzanî, wergerî, rojnemevanî dike. Kitêbên zimanê kurdî ji bo dibistanan hazir dike, nivîsara zargotina gelêrîva mijûl dibe, ji zimanên din wergerê dike, gotar û miqala ji bo rojnema RYA TEZE hazir dike, helbest û kurteçîroka dinivîse, rêdaktorya berevokên cûrbiçûr dike, xwendinxana kurdî da dersa dide.
Sala 1933 a pirtûka wî ya „ Kitêba zimanê kormancî bona koma çara“, sala 1934 a „Kitêba zimanê kurmancî, bona koma pênca „ ,sala 1936 a: „ Kitêba zimanê kurnabcî, bona dersxana çara“, hema wê salê „Mêtodîka hînkirina xwendin nivîsandinê“, sala 1937 a, „ Mêtodîka zimanê kurmancî“, dîsa wê salê tevî Casimê Celîl, „ Kitêba zimanê kurmancî, bona dersxana şeşa“ li bajarê Yêrêvanê tên weşendin. Sala 1933 a tev çend hevalên din “ Xebernema Fileyî-Kurmancî“ diweşînin. Sala 1936 a tev hevalê xweyî zarotyêyî, zanyarê navdar Hecîyê Cindî „Folklora Kurmanca“ diweşînîn (664 ru). Kijanê li nav civaka Kurdaye rewşenbîrda, çawa li welatê Sovêtê üsan jî li Kurdistanê, hêjayî qîmetekî bilind bû. Ew usa jî berevoka efrandinên kurda ya ewlin hazir dike, diweşine (1932). Sala 1935 a berevoka helbesten wî ya ewlin „Bihar„ tê weşandin. Hecîyê Cindî bi vê berevokê Emînê Evdal wek helbestvanê zarokayî ewlin hesav dike li nav helbestvanya kurdên sovêtstanê da.
Sala 1937 a Emînê Evdal Ûnîvêrsîtêtê bi serketin xilaz dike û di werê kurdzayê da dikeve aspîrantûrayê. Têma lêkolînê ya doktorya wî „ Jina kurd di malbeta qedîmî da,li ser hîmê matêryalê netewzanyê û folklorzanyê“ bû. Sala 1944 a ew dîsêrtasyayê xweyî dike û dibe yek ji zanyarên kurde kurdzanyêye ewlin. Hê salên xwedina Ûnîvêrsîtêtê da kurdzanyê ew berbi xwe dikşand. Sala 1934 a ew li Konfêransa kurdzanyê ya ewlin da li bajarê Yêrêvanê bi dokladeke hewaskar û berfire derheqa rastnivîsara zimanê kurdî da pêşda tê û bala der dorên zanyar dikşine ser xwe.
Ji pey aspîrantûrayêra ew li ser lêkolîna pirsên kurdzanyê, yên cuda-cuda li mûzêûma akadêmya rêspûblîka Ermenistanê, înstîtûtên Akadênyayê yên dîrokê, kelempora kevnaryê û miletzanyê da dixebite. Sala 1959a di Akadêmîya Ermenistanêye zanestyê da beşa Rohilatzanyê tê demezirandin. Emînê Evdal derbazî wur xebatê dibe, hesab dibe himdarekî wê û heta dewya emrê xwe wur da dixebite. Pey hev lêkolînên wîye zanyarîye giranbiha bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî têne weşamdim. Sala1952 lêkolîna xweye „ Tolhildana xûnê li nav kurdada û dewî anîna bermayên wê li Ermenistana Sovêtê “ bi pirtûkekê çap dike, paşe pirtûkên wîye „ Deba kurden Ermenistana Sovete“ sala 1953 a, „Patronîma cem kurdên Ermenistanê di sedsala 19 da“ sala 1957 a, „Deba kurdên Pişkovkazê“ 1957 a , „Ferhenga Kurdîye rastnivîsaryê“.sala 1958 a tên weşandin. Wan sala usa jî gelek gotarê wîye ulmî kovar û rojnemê Ermenistanê da dertên.
Ew ji bo dibistanên gundên kurda jî kitêbên dersa hazir dike: „Kitêba zimanê kurmancî bona dersxana çara“ (1951), „Zimanê Kurmancî. Giramatîka“ (1952, „ Mêtodîka zimanê kurmancî“ (1953) diweşîne.
Emînê Evdal hîmdarekî edebyeta kurdên sovêtê bû, qelema wî pir adan û bi berhem bû. Hela despêka salên bîstî da ew dest bi nivîsara helbesta, kurteçîroka dike, sala 1924 a kurteçîroka wî bi navê „Casim û Tosin „ bi zimanê ermenî dertê, paşê wê weldigerîne kurmancî, sala 1935 berevoka wî ya helbesta bi navê „Bihar“ tê weşandin, bi hazirkirna wî berevokên ewlin yen nivîskarên kurdên êrmenistanê bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî derketine. Helbest û destanê wî bi çapeke mezin berevokên efrandinên nivîskarên kurdên Ermenistanê yên salane da dertên. Ewî bi fireyî dest avîtye destanên kurdaye gelêrî yen wek „Memê û Zînê“, „Zembîlfiroş“, „Evdalê Zeynikê“... Naveroka destanên xwe yên xwexatyê ji jîyana gelê kurd hildaye, hîmlî bi çevê sinifî, şîyasî bûyaran nihêrîye, istûna efrandinên wî şerkarya navbera axa-bega û evdên karkirdaye, edetên kevn hatine rexnekirin...Emînê Evdal erf-edet, rabûn rûniştandina gelê xwe rind zanibû, ji bo wê jî şîn û şayîyê gel gelekî bedew û zanebûn efrandinên xwe da nitirandîye. Qet ji bîra min naçe destana wî ya bi navê „Gulîzer“. Dema radyoya Yêrêvanê beşê kurdî nû dest bi karê xwe kiribû, xebatçyên radyoyê ew „Gulîzer“ kiribûne radyokompozîsya û çend roja par bi par ser hev didan... Ez wê demê xwendkarê dibistanê bûm. Oda me da, li ber radyoye cînarê me ewqas dicivyan, ku odêda cî nedima sivderê jî disenîn, wekî bibihîn... Gelek berevokê wîye helbest û destanan ,wek „ Gulîzer“ (1956), „Çîrokên gelê kurd“ (1957), „Bihara ewlin“ bi zimanê ermenî derketine. Gerekê bê gotin nivîskarê kurdî ku nivîsarên wî gelekî bi zimanê êrmenî hatye wergerandin Emînê Evdal e...
Emekê Zanyarê navdar mezin bû usa jî di dereca hazirkirina kitêbên dersa, perwerda zarok û gêncên kurdda. Ewî gelek sala dibistanê gundên kurdaye berpala çîyayê Elegezê, xwedinxana kurdîye dersdarhazirkirnêda dersdarî kiribû, dibistanên bajarê Yêrêvanêye ermenya da dersên zimanê ermenî û almanî dabû şagirtan. Ji bo karê wîyê perwerdêyî hêja sala 1960 Meclîsa Komara Ermenistanê navê dersdarê emekdar dayê.
Zanyar, nivîskar, mamostayê navdar hindik emir kir. Dema gulvedana qewata efrandaryê da 22 meha îlonê, pêncî heyşt salyê da, sala 1964 a çû ser dilovanya xwe. Hukumata Ermenistanê ji bo kar û emekê zanyarê mezin Mekteba gunde Qundesazê (niha RÎYA TEZE), kîderê nîvê salên bîstî wî lê dersdarî kiribû, kire ser navê wî û li ber derê mektebê peykelê wî dan sekinandin...
Sed heyf nasbûna min wî evdê mezin ra pir kurt kişand. Wî çaxî ez xortekî xwendevan bûm, nû ketibûm nava rewşenbirya wê civakê...Lê şexsyeta wî wek evdekî dilovan, rastgo, zane tucar ji bîra min naçe. Ez bawarim wekî mirina bêwext nîbya ewî him werê edebyetê û him jî kurdzanyê da wê karên mezine bingehîn û nemir ji pey xwe bihîşta. Ji bo nû dîwarên astengyên fikirandina teng hildişyan, perdên sîyasî û tirsê diçiryan, kap û bendên nivîskar, zanyar pê girêdayî bûn sist dibûn. Rewşembirya Kurd li dervayî welêt nû koka xwe dihisya, agirê tevgera gel welêt da gur dibû. Di nav rewşembîrên civaka kurdên Ermenistanê ya wê demê da jî Emînê Evdal bawarkî yek ji yê herî zane, jêhatî û fikirzelal bû.
15. 07. 2006
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |