|
Vegere
Banga min,
yan…Kurd gere Kurdistana xwe biparêzin
Eskerê
BOYÎK
(Nivîskar)

Eva çend salin, destê min li ser dilê
min, Başûrê Welatê me u bûyarên dora wê diqewimin dinhêrim. Li ser vî
gav erdê Kurdistana perçekirî, bi xûna seda hezar şihîdên Kurd,
ronayîke xweş vebûye, bîna Biharê û Azadyê tê.
Ji pey hilweşîna dîktatorya xûnxur, ev
perçê dewleta Îreqê: warê ferman û enfalan, werê helebçan, werê
zindanên zulmê û xezebê, goristanên tevkujyan bûye meydana çêkirina
dibistanan, zankoyan, nexweşxanan, çandinyên zevyên nên, nikandina
daristanan, rêyên vegera xerîban.
Li nav Îraqa îroyîn da, ku bûye meydana
zulmê û xezebê, ev perçe erdê Kurdistanê bûye mêrgeke edil e xweş, li
ku xeysetê gelê Kurd yê xerîbdost û aşîtîxwez rind tê xanê.
Eger qewatên der-doraye dagerkir e
şovûnîst û têrorîzna navnetewî nîbûna, niha gelê Îreqê jî, ji xwera
rêke dêmokiratyêye xweş dîtibûn. Kurd jî, ku perçekî weletê xwe va,
dîroka bêbext kirine şirîk û parek ji wê dewletê, anegorî destûra
Îreqê ya nu tev digerin, dixwezin nav wê dewletê da, bi cûrê fêdêralî
bi biratî, tevî Ereba bijîn.
Fêdêralya Kurdan ne ku gelên Îreqê lê
dewletên dagerkirên Kurdistanê, cînaran û berê ewlin Tirkan xweş nayê.
Ew, Îran û Sûrya dizîva û eşkere peymana çê dikin, menî û rêbazan digerin,
dixwezin ese, bi her cûreyî zyanê bide wê gav erdê Azad.
Heta dewletên erebên Afrîkayê jî neyartya
Kurda dikin. Ji minra tiştekî ecêvmayînê ye ji sedî nodên Kurdan
musulman in û wê olê va berk girêdayîne, lê çima, sebeb çiye, ji dinya
musulmanyê dewletek yan rêvabirek tune alyê Kurda bigre, heqê Kurda
xweyîke. Tê bêjî gişk dijî kurdane. Rast eva ji minra têderxistinok e.
Eger qewatên hevpeyman û berê ewlin
Amêrîka nîbya, wan teva mîna gurên har her alya da wê hicûm kirana…
Dinya Musulmanyê û berê ewlin dewletên
dagerkirên Kurdistanê her tiştî dikin, mecalên têrorîstî, sîyasî,
lobîyên xwe didin xebatê ku Amêrîka têk here û qewatê xwe ji heremê
bikşine.
Ez bawarim ew tev seva vêsandina wê gav
erdê Kurdistana Azad e.
Vê dewyê, girêdayî Amêrîkayê da hinek
guhestinan li dor sîyasya xwedê lê razî BÛŞ, neyarên Kurdan
diranê xwe tûj dikin, dewleta Tirk jî êdî eşkere neyartîya xwe ya dijî
gelê Kurd venaşêre û ji her provakasyonê ra amade ye.
Çawa gel dibêje: Xwedê bikê şûrê Bûş
timê li bira be. Lê her tişt kare bê guhestin.
Her tişt kare biqewime.
Em Kurd gerekê her tiştî ra hazir bin.
Em kurd gerekê vî erdê xwe, vê azaya xwe
bi xwe xweyî bikin.
Eger em qewat û tifaq bin kes wê me
nikaribe û newêribe ser meda bê…
Eger bizanbin ew destê ku dirêjî
Kurdistanê be wê bişkê. Wê newêribin destê xwe dirêjkin…
Em dîroka xwe ya dewrana binhêrin. Pir
cara, ji bêxemyê gelê me daye der. Û ew li ser gel-welêt giran
rûniştye. Kal-bavên me rûyê dilsaxî, cahiltî û oldarya xwe gelek
tiştên xwe destê xelkê va berdan e, ji bawarî û sozên derew, biratî,
pismamtî û hevaltya qelp tim xapyane, heta welatê xwe jî kirine
meydana hespên sêlcûkên qûmstanaye çevsor û tiralên rojhilatêye bêbext.
Heta îro jî gelê Kurd nîrê wê bêxemî,
dilsaxî û cahiltya pêşyên xwe bi tiragêdî dikşîne.
Halê welatê me tomerî wek bêdereke
gundaye sade li ber çevê kurda raxistye. Dost û dijmin wek sipî û reş
eşkere bûne.
Dagerkirên Kurdistanê vê dewra 21 da jî,
nikarin wê fikira sade ra qayîlbin, ku tunekirin, helandin,
kokbirkirna vî miletê 40 mîlyonê qewata tu kesî da nîne.
Çi zulm destê wan hat ser vî erdî, kîjanîra dibêjin
KURDISTAN serê gelê Kurd kirin. Hema nava vê sedsala dewî da bûyarên
usa li ser vî erdî qewimîn û niha jî diqewimin gênosîdê jî wêdatirin…
Dîroka dewranaye xezeb,
şansekî rizgarbûnê wî perçeyî da, ji bo gelê me vekirye. Qederê bext
daye vî nivşê me, ku em ne ku tenê bibin şedê bûyaran, beşdarî wê
pêvajoyê bibin, lê karibin emekê xwe jî bikin karê serketina vê şansê:
kê bi çî kare…
Belê, mecal çê bûne ku
em, bi destê xwe welatê xwe rizgarkin û bi çevê xwe azadya welatê
xwe bibînin.
Çi ku Başûrê welatê meda dibe dijî tu
kesî, tu beşerî, tu miletî, tu dewletî, tu hêzê, tu bawaryê nîne. Kurd
dixwezin mala xwe da, welatê xwe da, ser erdê kal-bavên xwe, wek hemû
netewa bijîn, cînara ra bi edlayî cînartyê bikin.
Usane em Kurd, nenhêrin ji me kê nêzîk
e, kê dûr e, kê kîjan temenî û li kîjan perçê welêt dijî, kê ji welêt
der e, kê wur li ser desthilatyê ye, kê na, kê bi çi bawaryêye, kê
endemê kîjan hêzêye, hêz û bawaryê me xêrxwezê hevin yan na, em gerekê
ji bo xwe na, lê ji bo ewledên xwe, ji bo navê dayik, netew û weletê
xwe, ji bo xîret û namûsa kurdeyatyê, eger pêwîst be em borcdarin bi
xûna xwe jî mabe KURDISTANA AZAD xweyîkin.
Ji kurda çêtir kes Kurdistanê nizane, ji
kurda çêtir kes Kurdistanê hiz nake. Kê bi çi kare, çawa kare grekê
wan destê neyartyê bişkênin, yên dixwezin wê zaroka gelê kurd
bixeniqînin, kîjanêra dibêjin KURDISTANA Azad.
Hêzên Kurda, gerekê dijîta navbera hevda
daynin alîkî, bibine yek û dijî zulma neheq gelê Kurd bikin kulm.
Her kurdek, eger xîreta miletyê dilda
heye, gerekê bi mal-halê xwe, bi can û ruhê xwe bibe pêşmergê
parastina wî perçê welêt.
Eger em jî dixwezin wek xelkê, welatê xwe
da Azad bijîn, xêncî yekbûn, tifaq û kombûnê neyara tu rê ji mera
nehîştine.
Xêncî me kes Azadya me naparêze!
20. 01. 2007
.
Jor
|