Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

KURTAYÎK JI DÎROKA ÊZDIYÊN SOVÊTSTANA BERÊ

(gotara duda)

 

Eskerê Boyîk

E.Boyîk@web.de

 

Berî hilweşîna dewleta Sovêtê, ji sedî 98 ên Kurdên êzdî yên Sovêtê li komarên Ermenîstanê û Gurcistanê da dijîtin. Ermenîstanê da Êzdî himlî li gundan, lê Gurcistanê li bajarê Tilbîsê da diman. Gundên Êzdiyan yên Ermenistanê (Axbaranê jî, Telînê jî) çyayînin, bê av, bi zivistana dirêje sar (6-7 meh) in. Li wan gundan xêncî cê û gîhê tişt erdê nayê, seva jîyanê kêmmecal in. Rûyê zivistana dirêj gundî nikarin pakî heywên jî xweyîkin. Kar tune.

Ji bo wê jî ji despêka salê çilî girtî, dema halê Êzdyên Ermenistanê yê aborî ewqasî jî baş nîbû, zilam (payê pirê gênc) diçûne Gurcistanê: bajarê Tilbîsê xebatê. Ew bû sebeb, ku Êzdî li Gurcistanê hîmlî bajarê Tilbîsêda cî bûn.

 

 

 

Cîyê gotinê ye payê Êzdîyan yê pire, ku Ermrnistanê da dijîtin karê rêncberyê û paqijkirna bajarê Yêrêvanê da dixebitîn. Lê ew Êzdiyên gundên ermenya da diman (hesabê wan jî kêm nî bû) cûrê nîvkoçeryê, hîmlî karê xweyîkirina heywanê wan gunda va mijûl bûn.Tiştê veşartinê nîne şivantî û gavantya gundên Ermenistanê, paqijkirina bajarên Tilbîsê û Yêrêvanê hîmlî li ser Êzdiyan bû .

Gerekê bê gotin ev civaka xebathiz bi aktîvî tevî emrê herdu komara û temamya Welatê Sovêtê dibû, telî-tengîyê wan tev hev pare vedikirin, dixebitîn û emekê xweyî layîq kirine li nav ked û destanînên wane tomerî. Tenê şere 1941-1945 a da bi hezara Êzdî, ji bo xweyîkirna wî welatî çûne pêşenya şêr ji wan payê pire venegeryan, serê xwe dan ji bo altindaryê. Li nav leşkerên Sovêtê û niha jî di nav leşkerên komarên Êzdî lê dijîn bi seda xortên Êzdiyan qulix dikin.

 

Li herd komara jî civakeke kompakt, bi tifaq, guhên wan li ser hev çê bûbû. Jîyan xirab nî bû, evdên birçî tunebûn. Teva jî ebûra xwe dikirin. Hînî qewl-qanûnên welatê Sovêtê bûbûn.

Li nav wanda zanyar û rewşembî pêşda hatibûn, kadirê wan derge-dîwanê dewletê, datweryê, xweyîkirina hundur, li nav sîstêma parwerdê, saxlemîxweyikirinê, hunermendyê, siportê da dixebirîn. Nenihêrî mecalên pir kêm, çand û kûltûra xwe pêşda dibirin. Xwenaskirina miletyê xurt bû, bîr û bawaryê êzddîtya xwe xweyî derdiketin. Eyd-erefatê xwe dikirin, şîn û şayê hev bûn. Pir şerm bû ku yek, yan zaroka yekî zimanê xweyî dê nizanbûya. Hevgirtin û biratîke netewyêye bêqelp navbera Kurdên êzdî û musulman da çê bûbû. Bawarkî cîk bû, ku dîrokê da evdên Kurd pirsên netewetî da wek bira hev serwext bûbûn, pişta hev sekinîbûn û bawarkî wek hev jî ji bo kara netewa xwe difikirîn...

Usan bû  heta dewya salên heyştêyî.

 

Ji pey pêrêstroyka Gorbaçov ra her tişt li hev ket, jîyan ser û binî hev bû, miletçîtyê, anarxîyê, bêqanûnyê ew weletê gewre hemêz kirin û li bin giranya pirsgirêkên hundurûn û alîkarya qewatên dere veşartî dewleta komûnîsta li ser evdên welêt da hedimî.

Êzdî, mîna kerî pezê bêşvan, ku gur bikevne navê, li wî welatê gewre bela bûn, ketine derya, devê xezev û zulma miletçîtyê, mafyayê, anarxîyayê û bêqanûnyê, halê aboryêyî xirab. Kê karibû rêya xwe dît, kê nikaribû derge dîwan li ber wan hatin dadan...Bi hezara Kurên êzdî dest pîya çûn, bûne qurban. Bi hezara jî niha bê heq, bê nasneme li Rûsyayê ber zulm û zora çînovnîkên miletçî, bi teherekî ber xwe didin...

U îro jî gelek çînovnîk û miletçîyên xweyî hukum yên komarên sovêta berê Ezdiya ra jî dibêjin „Welatê we kuye herne wura…“

 

Niha em bi dîrokî binhêrin, gelo Êzdî ji bo Rûsyayê mîna ew penaberên niha ji welatê xwe  direvne Ewropayê û dewa heqê îsanetyê dikin, yan bi dîrokî bajarvanê Rûsyayêne ?

 

Ji melûmetyê destê meda kal-bavên Êzdîyên Welatê Sovêta berê, cara ewlin, navbera salên 1830-1850 ji çemê Erez derbaz bûne, revyane Ermenistana îroyîn û li pala çîyayê Elegezê ji xwera 13 gund (alyê Aparanê) gundek jî alyê Telînê (Baysiz) ava kirine. Êzdiyên êla Hesinya sala 1828 a derbazî Îdirê-Surmelyê bûn, ji xwera 24-25 gund ava kirin, çekdarên wan tevî leşkerên Rûs dijî dewleta Osmanyê şer kirin û gelek egîtên êzdîyan hêjayî çîn û mêdalê dewleta Rûs bûn. Êla Sîpka dîsa nêzkaya sala 1880 revyane Qersê, wan jî ji xwera 16-17 gund ava kirin.  Wî çaxî ev war temam li bin desthilatdarya împêratorya Rûsa da bû. Dewleta Rûs dewya sedsala 19 da binelyên xweye Kurdên êzdî ra dibistanên rûsî vekirin, alîkarî dane êzdiyan, gelek ji tûrk-bêgarê dewletê aza kirin. Usane Êzdî nehatine Êrmenistanê yan Gurcistanê, hatine Rûsyayê, orîntasya dewleta Rûs qebûl kirine, wê dewletê jî bajarvanya xwe daye wan. Heta niha jî mezinên him êla Hesinya û him jî êla Sîpka navê wan meriva ji bîr tînin yên çûne, gihîştine bajatê Tilbîşe (kîjan merkeza wêye Kovkasê bû) cem berpirsyarê padîşayê Rûsa yê Pişkovkasê, wekî ew dewlet  cî bide wan.

 

Êla Zuqurya jî wextê salên 1915-1916 ji jora gola Wanê revyan hatin, dîsa bi menya dewleta Rûs hatin. Serokê êlê Cangîr Axa sîyarê xwe va gihîşte eskerê Rûs û dijî osmanyan şer kir. Order û mêdalên dewleta Rûs stand. Eva jî tê wê menê ku Rûsa bajarvanya xwe dane vê êlê jî.

Salên 1918-1920 dema qezayên Qersê û Îdirê ketine destê Tirkan, Êzdiyên wan deveran jî tev eskerên Rûs, wek binelyê Rûsyayê ew der terikandin derbazî vî alyê çemê Erez bûn.

Usane dewleta Rûsyayê ya îroyîn wek mîratxurê Împêratorya Rûsyayê gerekê, ew mafê bajarvanyê ku 150-170 sal berê dewleta wan daye vê civakê xweyî derkeve.

 

Meseleke  me heye, dibêjin: „Heta zarok negrî dê jî şîr nadê.“

 

Wedeye, zanyar û pêşewityên Êzdiyan vê pirsê bilindkin.

Ba û bahozên xezev yên van 10-15 salên dewyê êdî derbaz bûne. Welatê Rûsyayê jî bere-bere dikeve jîyana normal. Zane û xemxurên Êzdiyan gotî xweyî civaka xwe derkevin, seva mafên xweye dîrokî şerkaryê bikin, dengê xwe bigîhînin parlamênt, hukumat û pirîzîdêntê vê dewletê. Êzdiyan 150-170 sal bere bajarvanya vê dewletê bi qanûnî standye, ewqas sale jî ev civak bi ziman. çand, kûltûr, xeyset, rabûn-rûniştandina wana perwerde û întêgire bûye, seva vî welatî xebitye û şerkarî kirye.

Bi gunê Êzdiya nîbûye, ku 70 salî navbirya hukumdarya komûnîsta ketyê, Rûsya belayî ser komara kirine. Ew hukumdar jî dîsa Rûs bûne.

Ez bawarim, eger xweyî hebe, Kurdên êzdî wê cîyê xwyî hiqûqî li vî weletî da bigrin u gelek pirsgirêkên wanê bên safîkirin.

 

21. 08. 2006

 

 

 

 

Top

 

 

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis