|
QEWLEN ÊZDIYAN Eskerê BOYÎK
1. Qewl û folklor (zargotina gelêrî)
Qewlên Êzdiyan kevnin. Ji kûraya dewrana tên. Çiqas ji min va eyane, tu bingeheke wan a nivîskî nehatye, negihîştye me. Ew bi zarkî ji nivşekê derbazî nivşên pey xwe bûne. Ji sedî nod bi zaravê kurmancî ne. Heta roja îroyîn jî gelek ji wan rind hatine parastin. Eger bi zarkî hatine xweyîkirin usan e wan jî curek ji nimûnê zargotina (folkilora) kurdî karin navkin. Çawa eyane nimûnên edeba her gelekî cihanê usan jî ya Kurda bi du rîya hatine gihîştine rojên me: -Edeba nivîskî, bi nîşanên nivîsandina cûrbicûr li ser keviran, ser çermên heywanan, ser mêtalan, kaxazan û tiştên din gihîştine me. -Edeba devkî, yanê zargotin.
Zargotina kurda, ya gelêrî pir dewlemend, pircûre û pir serecem e: çîrokin, destanin, beytin, bîranînin, kilamin, mesele, metelok, têderxistinok, laqirdî, pêkenok, nimûnên dînî ne, nifir, çêr û gelek-gelek tiştên dinin. Ev navên, ku me dan jî ji sirya xwe da beşên wan yên cuda hene. Mesele kilam (sitiran) li ser gelek beşan tên parevekirin: kilamên dîrokî, yên mêranyê, şerra, yên dila, govendê, xerîbyê, şinê, yên dema xebatê tên gotin, yên dema bûkê sîyar dikin, yên dayîk li ber lûrka zaroka xwe dibêjin û hivd. Beşek ji zargotina Kurdî nimûnên (têkstên) dînî ne. Di nav wan da jî nimûnên dînê Ezdiyan: qewl, beyt, due’a-dirozge, xizêmok, lavêjok, fayîzok, çivanok û tiştên din cîyê xwe yê layîq digrin. Dînê Êzdiya bawarîke kurdewarî, ya kevnar e, bi dewrana, çawa me berê jî got, u’lmê vî dînî bi zarkî (kurmancî) hatye xweyîkirin. Civaka Êzdiyan jî bi wî ulmî rêva çûye. Eyane ku Êzdî rêke dîrokî, ya pir dijwer ra derbaz bûne. Di halên tunekirin û zordarya dewrana da, dema gelek civak, milet, dewlet, bawaryên ji Êzdiyan mezintir û bi bandortir li ber tofana bawaryên nû teyax nekirin, ser û binî hev bûn, helyan, bûne bîranîn, di bin kelefê xwe da man, êzditî ma, unda nebû, nehelya…Di vî werî da rola ulmê vê bawaryê pir mezin e. Usane wî ulmî bersîva guhestinên dewranê, bersîva xwesteka bawarmendên xwe, di qewlên jîyana nû dida, bi felsefe û kûraya fikirî ji bawaryên nû danedixist…Çiqas jî zulm û zor, qir û bir, neheqî, fermanên tunekirnê yên xezev anîne serê vê civakê, rêya rev û malwêranyê dan ber wê, nikaribûn ulmê bawarya êzdityê ji serê Êzdiyan derxin. Êzdiyan ulmê dînê xwe xweyî kirin. Ulmê dîn jî ew xweyî kirin, ziman, xeyset, ruh û kurdeyatya wan xweyî kir, anîn gîhandin roja îroyîn. Di nav folkilora Kurdaye gelêrî da, ulmê dînê Êzdiyan ça cûrekî zargotinê, bi xisûsî û tebyetmendyan e. Xasma di werê Qewla da… Dema lêkolînvan çend varyantên cuda-cuda, yên nimûneke zargotinê ( ji heremên Kurdisranê yên başqe-başqe, ji zarên zarbêjên cuda hatine nivîsar û hvd) didine ber hev dibînin, ku di nav varyantada cudatyê pir mezin hene. Carna tek naverok hatye xweyîkirin, heta gelek nav û bûyar, cûre û pirsgirêk jî hatine guhestin, hinek tişt hatine bîrkirin, hinek zêde bûnê, tiştên ne cî da hatine ketinê, bûyar û nimûnên cuda tevlihev bûne û hvd…Cîkî bi sitiran tê gotin, cîyê din tê şirokirin. Zarbêj jî di warê zanîna ziman, şureta şirokirnê, ji hev hildanê, ji hev fêrbûnê da weke hev nînin. Eger nimûna zargotinê ji zarê zarbêjekî zaneyî bi şuret tê nivîsar, ewî jî ji zarbêjekî zane ew nimûne hildaye, qîmetê wê varyantê jî pire… Payê zarbêjayî pirê gelekî bêxem nêzîkî nimûnan dibin…Çîrokbêjî- zarbêjî wek dengbêjyê di nav gelda tucar nebûye pêşe, mijûlbûna, Ji bo bingeha nivîsar ya nimûnan tune pir cara bi gorî xwe, bi zaravê xwe zarbêj wan şiro dikin, çap, rîtm û mûzîka wan xweyî nakin, yekîtyê diteribînin, qewimandina li nav hev dixin, gorî xwe tişta zêde yan kêm dikin. Carna fikir û ramanê xwe jî dikine nav wan. Heta roja îroyîn jî hinek dengbêj miqamê kilamên kevn hildidin û li bejna kilamên xwe yên nû dikin û bêy fedîkirin dibêjin: „Peyv û mûzîk ya mine…“ Çi me derheqa zargotinê da tomerî got, di warê ulmê ayîna dînê Êzdiya da, îlahî derheqa Qewla da mirov nikare usan bêje. Di nav ulmê dînê Êzdiyan da, yên here pîroz Qewlin. Ezdî bi hurmeteke pir mezin û fesal nêzîkî qewlan dibin, guhdarya mezin datînin li ser xweyîkirina wan,dibêjin: Me îman ji Qewlê ye. Dîndarên ku ulmê dîn rind zanin li nava civakê da pir bi qedir û qîmetin. Zû têne naskirin, civak pey wan diçe, teva zeftir wan teglîfî şîn û mesrefa dikin, fikira wan ra hesav rûdinên, para wan jî di xêra da mezine. Ji bo wê jî her dîndarek dicedîne zanebûnê xwe yên oldarî û civakî dewlemendke û ji dewsa xwe (şûna xwe) ewledên xwe hazirke, ku wê pêşîkêşyê û kanya aboryê ji destê ocax û malbeta xwe bernede. Civaka Êzdiyan di dîroka xwe ya dûr û dirêj da mîna adê ji hev qetyayî, li nav derya xezev da jiyane (li Rûsyayê, Kurdistanên Bakûr, Başûrê Rojava, Başûr û gelek heremên din). Der-dora tim bi çevê neyartyê, neqencyê û tunekirinê dîn û bawarya wan nihêrîne Di navbera wan heremên Êzdiyan da pêwendî, hatin-çûyîn pir kêm bûne, lê dema sebeqên qewlên di nav wan da hatine parastin didine li rex hev dibînin ku pir tişt rind hatine xweyîkirin. Em du sebeqa (malik) ji destpêka qewla ŞÊX Û AQÛB ji du çevkanyên ji hev dûr bînin û himberî hev bikin:
Em nimûnekê ji du nivîsarên Qewla SEREMERGÊ bînin. Yek me hildaye ji Kovara LALIŞ hejmara 7 a (Dihok-adar-1997), ku ji alyê Bedel Feqîr Hacî da 4. 7. 1974. ji zarê bavê xwe, alimekî dînê êzdiyatyê ye dema me Feqîr Hecî kurê Feqîr Şemo nivîsye. Ya din ji pirtûka ÊZDANAME 1 (Weşanên Laliş, rû.119).Nehatye kifşê gelo kê ji zarê kê nivîsye. Lê bi texmîna me ji zarê Qewlbêjê Kurdistana Tirkîyê hatye nivîsar.
Ji himberîhevkirinên herd mînakan jî meriv kare texmîn ke ku di nav dewrana da Êzdî berk qatî Qewlên xwe bûne. Eger hinek guherînên peyvan, kêmbûn, zêdebûn pêk hatine, ew jî femdarye. Payê wan Qewlayî pirê bawarkî 800-900 sal berê hatine efirandin…Nivîsarên li ser kevira jî nava ewqas sal da nikarin bê ziyan, weke xwe bimînin. Ew jî di bûyarên dîroka êzdiyaye bi xûn da, li nav tirsê, înkarkirnê, veşartî, bi sirrî ewqas jî mane gerekê şikirbûnê ji Xwedê bînin. Li nava Êzdiya da her qewlbêj hostayê wî, mamostê wî hebûye. Mamosta ew peyv bi peyv, sebeqe bi sebeqe mejûyê peyhatyên xwe da cî kirine, nivîsîne. Êdî ez nabêjim malbetên qewlbêjan yên qedîmî ji dewrana girtî heta roja îroyîn jî hene, kar û pêşê wanî hîmlî qewl gotin, qewl xweyîkirin, qewl şirokirin e. Wan ra Êzdî dibêjin Qewal. Her qewlbêjek qewal nîne. Qewal mirîdin, ew jî wek çînek, ji xeleken civaka Ezdiya ne, werê wan, li Başûrê Kurdistanê Başik û Bazane. Ezdî qedrekî mezin didine vê çînê. Li nav meclîsa Êzdiya, ya rihanî da Meznê Qewalan: bavê Qewal heye.( Niha Meznê Qewala, oldarekî bi navî fikirzelal, zanekî ulmê bawarya êzdîtyê, Qewal Silêmane). Heta niha jî, Merkeza Rihanî û Mîrê Şêxa, hersal ji Lalişa Nûranî, qewala rê dikin li nav Êzdiyên heremên din. Ew jî li wan hereman bi def-şibab, bi Tawis li nav Ezdiyan digeryan, xêra Şîxadî top dikirin û ulmê bawarya êzdîtyê li nav Ezdyên wan herema da geş dikin. Civak û êlên Êzdiyan, yên dûrî merkezê, kîderê qewal nikarin tim bigihîjnê, şîn-şayî û mesrefên wan da beşdar bin, bi qewlên bawarya wan derbazkin, şêx , pîr û feqîrên wê heremê wê wezîfa pîroz pêk tînin. Parastin, gotina u’lm va ew mijûl dibin. Aborya wan jî wê wezîfê va girêdaye. Ji zargotina gelêrî xisusike qewlên Êzidyan jî ewe ku helbestvanê her qewlekê û dema e’frandina wan e’yane. Wê yekê nikarin derheqa nimûnên zargotinê yê din, heta yên here mezin û bi nav û deng da jî bêjin. Kêne efrandarên ewlin yên destanên Mem û Zîn, Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî, Xecê û Syabend, Kela Dimdim, Dewrêşê Evdî, Zembîlfiroş û gelek-gelek nimûnên zargotina mê, yên li nav gel da belabûyî û hizkirî? Kî demê ew xuliqîne? Kes nikare bêje. Hinek helbestên helbestvanên Kurd yên sedsalên navîn jî bi zar gîhîştine me. Lê dema ji pey lêkolîna pêwîst ra dîhar dibe ew helbest yên kêne, ji zargotina gelêrî tên veqetandin û cîyê xwe pirtûkên xweyê xwe da digrin. Dema e’firandina qewlan û navê qewlvana jî e’yane. Wedeye ew helbestvanên mezin cîyê xwe di nav dîroka e’debyeta gelê xwe da bigrin. Dema Şîxadî (sedsala 12 a) û wexteke kin jî pey ra tevrabûnek, agirek, hişyarbûneke bîr-bawarya fikirê, xwenaskirna Xwedênasyê li Kurdistanê, di nav civaka Kurdên Êzdî da geş bû. Gelyê Lalişa Nûranî bû cîyê kombûna oldar, dewrêş, fîlîsof, helbestvan û fikirdarên wê dewrêye gewre, cîyê gulvedana edebyet û medenyetê, felsefa Xwedênasyê, zanyaryê. Ku bikaribin xwe ji lêya olên nû biparêzin tevî danîna hed û seda nû usa jî pêwîstya nûkirina edeb, felsefe û ulmê bawarya êzdîtyê hebû. Dema desthiletdarya lawê Şîxadîyê duyemîn Şêx Hesen (1194-1246)* (1) mîrtya êzdiyan pir bi hêz bû.Bingeha dewletê dihate danîn, kitêbên Êzdiyan yên pîroz MISHEFA REŞ û CEWLE usan jî 40 MIŞÛR ji bo 40 binemalê pîran hatin nivîsar. Ji bo gulvedana çandê edebyetê bingeha xurt çê bû, bingeheke usan ku li ser wê bingehê helbestvanên wek Şêx Fexrê Adiyan, Pîr Reşê Heyran, Pisê Cemê û gelekên din pêşda hatin. Tu demê rêvabirya Êzdiyan ewqas xurt, zane û bi hêz nebûye çiqas wê demê. Wê demê gelo dibistan, xwendingeh li Lalişê hebûne ? Nivîsar-xwendin bi çi zimanî bûye? Eger tune bûne yan bi zimanê erebî bûne lê ev edeba bi kurmancîya delal çawa li ser çi bingehê hatîye xuliqandin. Li ser hîmê zargotinê, bê zanebûna qewl û qanûnê zimanê kurmancîyê efrandina ewqas qewl, beyt û nimûnên e’deba ola Êzdîtyê ne nêzîkî aqilane. Bi texmîna lêkolînvana ji sedî tek 1-2 nimûnen efirandinên wê demê hatine parastin û gihîştine me. Xêrî Bozanî gotara xwe ya bi navê Şêx Fexirê Adiya: Qewlvan û Extyarê Mergehê da wa dinivîse: „ Êzdîyan li ser demê Şêx Fexir (11 behir) ango 11hezar qewil, beyt û qasîde hebûne û piştî mirina wî (4 behir ango 4 hezar qewl, beyt û qasîde man, ji ber ku xelkê nikaribû hemyan jiber bike, nexasme bi şêwê devkî bûn û nehatibûn nivîsîn, di destpêka sedsala 20 an de para pirtir ji van têkstan windabûn.…niho hemû têkistên mayîn nagehin 200 an. (15) X.B. Ne nêzîkî aqila ne usan jî ew fikir ku evdek, yan çend evd ewqas berhemên edebî ezber zanibin. Qewlê Şêx û Aqûb da sebeqeke wa heye, ku pirsa me ra kare bive bersîv:
Aqûb dibêje: Şêxê mino, Hey Şêxo ji mala Şêx Şeref e Tu xudaanê kitêban û mishef e (10)
* Dîroknas û lêkolînvan pir derheqa Şêx Hesen û dema wî da dinivîsin. Xidir Pîr Silêman Pirtûka xwe ya ÊZIDYATÎ da wa dinivîse: Piştî babê xo şêxînî u mîryatîya miletî kirye, dîndarekî zana u mend u zor jîr bûye, şeş sala xewle maye heta kitêba CEWLE danaye. Gelek rê û rismêt nû di nav me da danayne. Piranya mişûrêt pîra bi handana wî hatîne nivîsîn. Şêsims wezîrê wî bû, Şêx Fexir extiyarê mergehê bû. (EZIDYATÎ; Dihok, 1996; pel 55.) Wî şert û şûrtê bingeha dewletê datanî. Der û dorê Ereb ji hewildanên wî tirsyan. Wê demê paşayê Mûsilê bû Bedredîn Lolo.Qewlekê da wa tê gotin: Hey Şêxsino yi bin Adîyê Te LALIŞEK ava kirye. Rêya heca ji Mekehê birrye.
Şêx Hesen lê vedigerîne Hey Bedridîno yî Mûsilîye Bi wî kim êkî bêrîye, Heca me Zimzim û Mîxar û Kanya Sipîye Padşa bi xwe Şîxadîye.
Bedredîn Lolo du êrîşên mezin bir ser mîrgeha Şêxan. Yek di sala 644 a (sedsala 12, zayînê). Di vî şerî da Şêx Hesen digrin û davêjne zindana bajarê Mûsilê, paşê dixeniqînin. Cara dudan, çawa Îbin Al-Fûtî di kitêba xwe: Al hewaditih al-camîca wêal-tecarîb al-nefiaê fî al-mîa al-sabîca dinivîse: “ Bedredîn Lolo sala 652 an (1254 ê zayîn) êrîş bir ser Êzdiyan, gihîşte Lalişê, gora Şîxadî kola, hestiyê wî derxist, şewitand.
Bi texmîna min, qewlê da zelal tê gotin ku Şêx Fexrê Adiyan xweyî kitêb bûye. Berhemên wî wê kitêbê da nivîsar bûne. Berhem jî tev kurmancî ne, usane kitêb bi nivîsara kurmancî bûye. Gelek Qewl û beytên Êzdiyan, yên din da jî, besa qelem, kitêb, defter, xwendinê tê kirin. Usane wê demê xwendin nivîsar li nav wê civakê da guneh nî bûye. Hela bi şahnazî wê derheqê da tê gotin. Peyra rojên ne xêr Êzdiyan ra hatin. Êrîşan û fermanan dan pey hev. Civak kete dorpêça dîn dijminatyê, devê şûrê neheqyê û li nav nezanî-terya dewranên xezev. Eger goristanên xasan dihatin şêlandin, hestuyên mirya dihatin şewitandin, qira oldara tanîn êdî kitêb- nivîsar, heykel û sîmvolên berbiçev wê çawa bihatana xweyîkirin? Êzdî ku xwe û dînê xwe ji nexwezên der û hundur biparêzin, mecbûr bûn her tiştên xwe veşartî, dizîva xweyîkin, sirra xwe ber tu kesê olên din venekin. Gelek tişta da xwe ji civaka dor xwe xwe îzole kirin.
Qewlên Êzdiyan her cîya, ji alyê her kesî û her dema nayêne gotin. Qewl hene, ku tenê ser mirya, dema definkirnê tên gotin, hinek e’ydada, hinek li nav civakên Êzdiyan da û hvd. Li nav Êzdiyan da ça me berê jî got Qewl pîrozin û bi dewrana ji evdên olên din veşartî, bi sirrî hatine xweyîkirin, usa ku nivîsara wan jî ça tiştekî gune hatye dîtin…Min ji devê gelek şêxên Êzdiyan yên Ermenistanê bihîstye, ku ji bo gotina Qewlê BOREBORÊ gotî noginek bê serjêkirin. Heta niha jî hinek qewlbêj berk nahêlin qewla ji zarê wan binivîsin. Eger em wa binirxînin, qewlên Êzdiyan ji nimûnên zargotinê yên din cuda dibin û pir nêzîkî têkstên nivîskî dibin. Raste ew li ser kevira, kaxêz, çerm yan tiştekî din nehatine xweyîkirin lê ew bi xemxurî li serê qewlbêja da hatine nivîsar û tu wedeyî navbirî neketye navbera nivşekî qewlbêj ji nivşê din. Qewl tevî nimûnên bawarya Êzdiyan yên din pareke edebyeta gelê Kurd ya kevnarin. Her nimûnek heykelekî bedewnivîsarê ya dîrokî yî nemire. Her yek ji wan kare sera edebyeta her miletekî (çiqas jî ew xweyê edebyeta pêşketî, zengîn û kevn be) bixemilîme. Payê wanî pirê 8-9 sedsal berê (hinek jî dibe ji wan zûtir) hatine efirandin. Meriv kare wê demê hesabke êtapeke gulvedana edebyeta Kurdî. Çiqas jî dewran buhurîne dîsa wan berhemên edebî qîmetên xwe ji alyê bedewnivîsarê, dayîna bersîva pirsgirêkên demê, felsefê, dinêzanebûnê, xwedênasyê da unda nekirine, îro jî aktûalin û cawa gelek pirs-pirsgirêk û guhertinên olî-civakî didin. Ew bi çap, rîtm, mêlodya û qanûnê helbestê hatine efirandin. Bi teqil û mêlodya xweye der û hundurva xwendevanan ecêvmayî dihêlin. Malikên qewla, kîjana ra sebeqe tên gotin payê pirê bi sê xeta ne. Ji alyê qewlbêja va hinek cî bi sitiran, hinek cî bi ezber, carna jî bi sirovekirin tên gotin. Mêlodîya gotina (sitirana) qewlan da xisûsîke nee’yan heye, ew ji sitiranên milî cuda dibin, bawarmendan dikin di nav hisa xiyalî, sirrî. Gerekê bi heqî bê gotin bermayên vê xizna edebî, ku kare edebyeta Kurdî çend sedsala berbi kuraya dîrokê bive, aqara cihanî da jêra nav û hurmeta mezin bîne, ji guhdaryê der maye. Heta roja îroyîn jî ev wara ji pirtûk û xebatên edebyetzanên kurd der dimîne. Helbet sebebê obyêktîv jî hene: alîkî da Êzdiyan ew bi sirrî xweyî kirine, ji der doran veşartine, nehîştine bên nivîsar, ku nekevin dest xêrnexwezên wan, alyê din da nivîskar û zaneyên Kurde bawaryên din jî ku payê pirê oldar bûne, bi sedemên dijîtya olê guh nedane wan. Qewlên Êzdiyan û helbesta Kurdîye sedsalên navîn jî pir ji hev cuda dibin. Qewl bi çap, naverok, teqil û kêşya xwe kurdewarî ne, bi ruh û curê kurdî hatine efrandin, ziman, fikirandin nêzîkî efrandinên gelêrî ne, zelalin lê ne pirîmîtîv-sadene. Ji helbestvanya Erebî û Farzî yê dema xwe cuda dibin. Ji helbestvanên Kurd yên sedsalên navîn ra cure, tiradîsya û naveroka vê helbestvanyê bi tomerî ne bû h’îm, bingeh. Ew yan haj vê xiznê nî bûne, yan ji wek bawarmendên bawarya nû xwe nêzîkî vî ulmî nekirine. Tevî wê jî dema efrandinên hinek ji wan helbestvanan bi texmîn û çevê zanyaryê tên lêkolînkirin dîhar dibe ku wan jî nikaribye xwe ji hinek bîr-bawarî, reng û ewaz heta teqil û rîtma vê helbestvanya kal-bavên xwe biparêzin…Ew yek gelekî ferih di helbestên Feqîyê Teyran da tê xanê. Dem û nhêrîn hatine guhestin. Bawarkî payê wê edebyetê yê pirê hatye berevkirin, nivîsar û weşendin. Ji bo bi fireyî lêkolîn û qîmetkirinê, xwendevanên Kurd û yên cihanê bi wê xiznê hisandinê ra hemû mecal çê bûne. Bi texmîna min babeta “ pêwendyên e’deba bawarya Êzdiyan ya kevnar û helbestvanya Kurda ya sedsalên navîn” hewcê lêkolîneke berfire û zanîstîye. Lê gelo, qewlnivîsarya dema Şîxadî ra çi bû bingeh…Qewl û qanûnên zanyarya dînê êzdiyatyê, edeba wê berî êtapa Şîxadî çawa bûn? Di wî werî da nee’yanîke tarî heye…Eger perda nedîhar ji ber bûyarên dema berî Şîxadî bên kişandin gelek pirsên dîroka gelê kurd wê ronîbin. Qewlên Êzdiyan bi çap, teqil û cûrê xwe gelekî nêzîkî GATAYÊN Zerdeştyê ne. Qewl peyveke erebî ye lê Gata îranî ye, nêzîkî kurdî: Gata yan gotin, gotar… Gelo pevgirêdanek navbera wan da heye…Êzdya ew cûre ji zerdeştya hildaye yan zerdeştya ew cûrê edeba ebûbetêyî kevnar ji Ezdayê hildane…Eva jî pirse ku lêkolîna zanyaryê dixweze. Di nav sebeqe û malikên nimûne (têkstên) dînê Êzdiyan da gelek sirr xeşartî hene. Lêkolînkirina wan kare bersîva geiek pirsa bide, û gelek giryên dewrana veke.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |