Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

JI QULPA ROJÊ

 

 

bîyanek teybet di çele de

derketme der dibin hebe de

min dît werêrê li min der de

 

Bala xwe bid werêr hêrzê

rûdêhna wê ji qûlpa rojê

sûwarê dotê jiber dilerzê

 

Pişti bi dotî li min selav kir

û enta meşê ji kahrxezal kir

canê min pêr di êtûn dakir

 

Rûdêhn bixwe dişebhê dotê

li qasê dinê direşên şewqê

bi nûr-rêr li canêm dixê neqzê

 

Çerm bastîqa ji rezê batê

ew bixwe bû xakê mey demekê

-ta rojê wek te li min selav kê

 

Rengê rûyan ji gundorê miz

bi zenîyeka kû dikşên baldiz

ji vê zeyneba kû çevêm dimij

 

Ew derbas bû li min selav kir

bi awûrên çavan û mijgûwêlên kil

qerem pêre dibin girþd sarkir

 

Bejna wê bixwe ji xêzeran

bêvila wê jî ji nîv-çengelan

û awûrên çavan ji newalan

 

Sahwe wê hat li min bûrî

di çavên min de nehişt ronî

-ta kû girş jî li min xericî

 

Dê Kulsimê tû zû nerê

-ta qeremsarî ji min gerê

bêka ji kûv ditê bi kûve dirê

 

Dêm şêrînê tû derbas neba

di dilê min de te nehişt heyba

ji minr dîyarke qaskê seyda

 

Bi wê hêvîya gehîjtî li ba te

em hinek rûnin ji minre qalke

bê di dilê tede çi fesade

 

Qet tû çi bêjî ez bi tere

min di vê rewşê de nehêl nere

jiber kû te li min dil kire hare

 

Wê bi gohan li min hiþ qar kir

bi minr beşişî çav dîyar kir

got ya segman bal nêvçîr sar kir

 

Bi vê gotine wêya mirî(r)

lalî û qeremsarî tev ji min geri

belê pêre li min dilî keli

 

Min got ey tû cejna dilan

dil liser te li min kir ferman

ma bitenê qaskê nadê eman

 

Piþti bi kefta wek liber mirin

û bi gazinên kû çav dil dihêrin

wê got baþa ka em bipeyvin

 

Min kerem da wê liser zûrî

em rûniþtin çav lihev heyrîn

got başa ka tû ji min çi divî

 

Min gote wê ey kevçika nav

jiber seatkêv li min kir selav

ji hingîv di cand qelî xwîn-xav

 

Wê got qebûl tiştê tû dibê(j)

belê rêyek gerîng liber min hebê

bi mejîkarim da nifþ gêj nebê

 

Min başa li bend dimînim

-ta roja kû bi can bimînim

li benda te bi birîn evîn bim

 

Wê got roj xweş ya bexteyar

ez te dibînim li cejna bûhar

tû dikarê bijî li hêvya bendewar

 

Pişti ew ji minr ha peyivî

qasê geraniya can ji min revî

girş li nav erd û ezman firrî.

 

 

 

s.s.Êvîndar 21.02.1994

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis