Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

QEDIRDANA   NAVA ÊZDÎYAN

 Û  MÎRÊN  WAN

 

ssEvîndar,Elmanya 21.05.2006

 

EZ PIRRI XEMGÎNIM KÛ EZ HEMPAYÊ WAN KESÊN ÊZDÎ Û ÊZDÎTAYÎYÊ BIM;YÊN KÛ EW XWENDEVANÊ FÊRGEHA BILINDIN Û WEXTA KÛ EW LISER SÎYASETÊ DIPEYÎVIN WEKA ZAROKEKÎ HEFT SALI, TIŞTÊ KÛ EW DITÊ SER DEVÊ WAN EW DIBÊJIN. EZ PIRRI XEMGÎNIM KÛ EZ HEMPAYÊ WAN KESÊN ÊZDÎ Û ÊZDÎYATÎYÊ BIM,YÊN KÛ WAN APO WEKA ŞÎXADÎYÊ DUYEM DIDÎTIN Û DIBÎNIN.

Û BELÊ EZ PIRRI SERBILINDIM KÛ EZ HEMPAYÊ WAN KESÊN ÊZDΠ Û ÊZDÎYATÎYÊ BIM,EW KESÊN KÛ JIBO PARAZTINE KESÎTÎYE XWE YA ÊZDÎ Û JIBO BIPÊŞVEBIRINE JÎYANA CIVAKA ÊZDÎ SERÊ XWE DIDIN.

 

                     Heta kû ew ji min werê ezê vê nevisandinê kurt bi nevisînim.

 

Beri nûha bi wextekî nîvdirêj,li Hannover´ê çend kesên Êzdî (binavê  rewşenbîrên (Nivîskarên)Êzdîyan lihev civînyan jibo kû ew hevdu  nas bikin,di wê civînê de,(beri kû ew hevdu nas bikin,bêma ka ew dikarin heta bi kû pêlekê bihevre, jibo xizmeta civaka Êzdî kar bikin)wan di cîda(pişti civîna duyemin)  biryar da kû ew civîneka din bikar bînin û di wê civînê de bi guft û go bikin bêka Tawîsî Melek Xwedê ya an na. Bêy kû ew kesên (!)Jîrekên Êzdîyan(!) liser wê bişêwûrin bêka  ew bi hevre dikarin çi xizmetê ji bo ji ortêrakirine wan kêmasîyên civaka Êzdî lidervey Welat yên kû ya tazene bikin,di cîde, wan destên xwe avêtine maseya Xwedê jibo kû ew li kêşekên maseya Xwedê bigerin bêma ew, ewraqên Tawûsî Melek di wan de nabînin...

Û îro, lidewsa kû Êzdî herroj bihevre civînan bikar bînin û ew liser kêmasîyên civaka Êzdî guftogo bikin, pişti kû mala Mîran(weka her car kû ew, şaşîyan li ser bipêşvekevtine civaka Êzdî dikin)nerastîyek kirine, Êzdî di cîda radibine serxwe kû ew, mala Mîran ji wezîfeyê derxin? Kesên kû jibo Civakî, yekê xizmetekê bikê, divê kû ew ligora urfa sîyasî werê bidestdanê jibo kû merov bikaribê (li ser wê daxwazê)bersiva derdorên xwe bidê...Li şûna kû Êzdî liser vê şaşîya mala mîran, bihevre civînan bikar bîn, heyetan bi rê bikine ba mala Mîran û nav Êzdîyên li welêt, da ew li ser wê daxwazê guftugo bin, ew di cîda radibin kû ew,serokên xweya kû ew ji berîye sedên salane rêberên ol û civakîya wanin, di cîda (?) bidine erdê, ma gelo qey hûn nizanin kû wî wextî, cika Êzdî wê bibe du perçe, jixwe di van demên nûha de serê civaka Êzdîya tevliheve:

Hin dibêjin eme qûreyşine, hinek dibêjin eme yewnanî ne, hinek dibêjin eme Hesen-Besrî ne, Hinek dibêjin eme Sûnî  ne.ûhw.Wexta kû merov li ser van astengî û çewtîyên nava Êzdîyan bi bîr nebê û anjî nexwaza kû ew bi bîr bibê û ew di cîda dest bi van kelevajîyan bikê, wî wextî, ew kes dibine qatilê jihevbelabuna civaka Ezdî. Ev daxwaza me Êzdîyan ya kû ew wê nûha di Internêtê de, lihember mala Mîran ditênine ser bîran, bitenê weka berûya kû ew ji şikenîke xwe bikevê: Berû ji qalikê xwe, ji darê de kevte xwar û wê  di ser xwere, li darê nêrî, wê ew devere kû ew ji wêde kevtî dît, wê di cîde gote qalikê(şikenî)xwe”waAAhawû,devê te çî mezine...”Daxwaz li ser vê gotinê: Em Mirîd, heta doh bû kû em li ser destan em jipîr(ji pê)û mala  Mîran ve diçûn û em diçûna destên wan, û îro, îro em di cî de dirabin, em dixwazin di dîce mala Mîran ji Civaka Êzdî bêygotin bikin...wan ji jîyana Êzdîtayîyê biavêjin, ev bitenê qatîlîye civaka Êzdîya.

 

Divê em jî xwe hîn bikin, da em bikaribin weka her geli, her ferdê civakê qayîl bikin bêka çawa em dikarin xwe li dûv gelên din, li ser jîyana dinê bidine eyarkerinê...Heta doh bû kû Mela, yekî Müslumanan li herêmakê, ew hem rêberê ola Islamî bû û hemjî rêberê civakîya Islamî bû û ya felehan hakeza. Belê îro ew, bitenê dikarin ji rêberîya olê biaxivin, jibo bipêşvekevtine jîyana civakî, bitenê Komala û ji wan, Hukûmetên wana sîyasîne. Belê gelo Êzdî çima ji xwe re Komalayên sîysî nadamezirênin jibo kû ew bikaribin bi wan, jîyana civakîya Êzdî bi standarde jîyan civakîyên dinve bidine gerêdanê?

 

Ez dixwazim li vir, li ser cûmlayekê bipaçve vegerim:Wexta kû em liser wê wûlo bi bîr bibin, hingî ewê wûlo derkeve ser bîran kû, bi vê daxwaz Êzdîyan ya hişk kû ew lihember mala Mîran rabûna, bi xwe ew kesan û dêbavên xwe wê di mala xwe bi xwe de têkevine qirika hev, jiber kû emê bibêjin bav yî 80/90 salîya di mal de û kur lihember mala Mîran seri hilda ya, belê herçî bava, ew heye ji beriye 70/80 Sali ve kû ew bav bi aweyekî mûqades(pîroz-milyaketî)mala Mîran di bînê, lewma, dibe kû ew bav di cîde, wî kurê xwe ji ol û rêya xwedê biderkevti bibîne û lewma,hingî, ew kur di dilê wî bavê olperwer de, dibe kur, yekî ji ol derkevti;

 

wexta kû li salê 75 an, li Herêma Nesêbînê kû xortên Kurdan di destpêka Şoreşa dawî kirin,wan di cî de dest bi wê kir kû ew dest bi lêdane Melayên ola bavên xwe bikin, û belê îro, ew,liser TV, yan,wan kesan bi gotine “berêz”pêşkêş dikin...Ez hêvidarim kû ev daxwaza Êzdîyan ya nûha û Internêtê(di Merkeza Rêklama dinya,yêde)nebe daxwazeka weka ya wan xortên Nesêbînê... Wexta kû em bixwazin jibo nûjenîya civakîya Êzdî xebat û xizmetê bikin, divê kû em xwe liser  standardên sîyasî  yên kû Komalayên gelên din , jixwere dikine armanc ,jibo kû ew,bi wan armancan jîyana gelên xwe bidine guherdinê eyar bikin û em wê bikine gûharek û têxine gûhên xwe kû tu kes nikare jîyane cîvakî,yekê di deh rojan de bide gûherdinê.Ez dixazim livir,çend gotinan liser lidûvhev kişkişandina civakî,ya merovantîyê binevîsim:Wexta kû merov liser liduvhevkêşandina jîyana gelan bikolîna,wîwextî,wê tablo,yeka wûsa derkeve ber çavên me-destpêka jîyana civaka merovantîyê, wexta kû wê dest bi xwe kir kû ew bibe civakî,ew ji sîstema koletîyê ve dest bi xwe dike û belê ew sîstem,paşê,ji xwe sê sîstemên din bider dixe,(1,Kolecî) (2,Feodal)(3,Rastmalî)livir ,ezê liser 2,min bisekinim.

 

Ez naxwazim kû ez liser şîrovekerine van sîsteman bisekinim,jiber kû çû daxwaza wê û babetê me bi hevre tune,belê ez wê dixwazim kû wê bi pitikekê(noqta)ve gerê bidim:Di sîstema koletîyê de,merovan teve weka pezekî wî mulûkê wê civakîyê bû û di sîstema Feodalîyê de civakîyan weka xwîkîyê Mulûkê wê sîstemê bû.Liser vêyekê,jiber kû(bi derbasbûna deman re)li harêma mejî ev sisteman(liser lêpêstûrîya gelan)hatine guhertinê,belê jiber kû welatê mey bindest bû,lewma ev sîsteman li welatê me nehate îcadkerinê,li dewsa wan,axatîyê wekaleta wan sîsteman kir.

 

Lewma,herçî mala Mîrên Êzdîyane,ew bixwe Axa,ne(derebegîne)ew begin û ligore urfa sîstemê,ew hem wekîlê gelin û hem jî wekîlê olê,ne.Lê jiber kû civakîyên  din xwe di derbasbûna deman de organîze kirin û berxwedana xwe dan,lewma ew xisp bû kû liser warê wan,ew sîsteman,yek dewsa ya din bigrê,belê herçî  civakîya Êzdî bû,ew dibin bindestîye duqet debû,wê qet,bi tu awayî nekarî xwe liser tiştekî bide guherdinê...Lewma,mala Mîran şêxin-rêberê ola Êzdîyane,mala Mîran Begin rêberê civakîya Êzdî ne-ligor nêrîne mala Mîran-Êzdî malê mala Mîran,e.Embaz liser vê nêrînê:Weka kû em wê nûha jî di Tv,yan de dibihîzin,ew ditê gotin kû Mulûkîya Ingilîzîyan dibêja kû gelê Ingilîz malê Mulûkîya Ingilîza.Ev embazekî heri berbiçava ligor biserdehatîyên civakîya Êzdî...Êzdî li ser mala Mîran û liser civakîya Êzdî çi bi şêwûrin bere bi şêwûrin,nêrîna mala Mîran liser civakîya Êzdî,nêrîne Derebegîyê ya...Divê em Êzdî weka çavekî kul em dest bi xebata Êzdîtayîyê bikin jibo kû ew yekcar di nav destên mede ne hêrivê...naxwa yekcar Êzdîyatî wê liber pîyan herê.Pişti kû hinek ji me Êzdîyan xwe li Ewropa dîtin,wan dest bi wê kir kû ew xwe hinekî hînî tiştekî bikin,hê me xwe rind hîn wî tişti nekirî,me dest bi wê kir kû em li eslê xwe bi gerin bêka eslê me çîya,hê me eslê xwe nas nekirî,me dest bi wê kir kû em lihember mala Mîran şoreşê(!)deynin...

Mala Mîran Meclise xwe damezirandine navê wê Meclisa “Rûhanî”rûhanî maneya wê,rêberîya olê ya,kû mala Mîran bi kêrî xizmeta olê werin bere xizmeta olê bikin,belê wan negotîya Mexclise gelê Êzdî,naxwa,bere komalayên Êzdîyan jî zend  û bendên xwe hilbikin jibo organîzekerine civakîya Êzdî!!??  Mala Mîran ji xwere çi biryaran bidin bere bidin,divê Êzdî liber xwe bixin da çû nexoşîyên mezin di nava civakîya Êzdî de neyê bikarê,da êdî Êzdî xwe bi xwe axê neyêxine gerara xwe.Û ev bixwe,bitenê barê ser milên kesên qeraseya.

 

 

 

ssEvîndar,Elmanya 21.05.2006

 

 

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis