Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Home

Komel

Nûçe 

Êzîdiyatî

Wêje

Gotinên Pêşiyan

Weşanên Nuh

Mûzîk                             

Wêne   

Links

Erşîf

Deftera Mêvanan

Forum

Peywendî

Mal û Komelên Êzidiyan

Quncika Azad

Malperên dost

Arîkariya me bikin   >>>>

Add us to Start Page >>>

Kocka Kaniya Sipî >>>>

Add us to Favorite    >>>

 

Vegere

 

„Malawayî“ Hunermend Eyub Elî

 

 

(Malawayî) navê sêyemîn elbuma nwîya Hunermendê navdar Eyub Elî ye, ku biryare van nêzîka dilên evîndarên strana resena Kurdî pê şadbiket. Hunermend bi herdu kirmanciyên jêrî û jorî stirîye û ev elbuma wî ji yazde 11 stirana pêkhatiya, bi van navan:

(Ay delal, Êstaş çawerêm bêytewe, Welamî name, Fatim gula tehtika, Yar, Eşqî tu, Seburî, Kaniya jiyanê, Malawayî, Nazdar, Xem.)

Pitirya peyvên stiranan ji nivîsîna Hunermendî bi xwe ne. Yên mayî jî, sê têkist filklor in û du jî ji nivîsîna helbestvan Edîb Çelkî û Fireydun Berzincî ne.

Awazên stirana jî, hindek filklorin û yên mayî jî li navbera Hunermendî û Goran Kamil û Zana M. Hejarî dibelavene.

Mûzkvanê çeleng Goran Kamil bi karê dabeşkirina mûzîkê rabîya û ev elbume li êk ji stodyoyên başên Stenbulê tomarbûye.

Êzgê radyo ya (Newa( digel Hunermendê rêkeftîye, ku vê elbumê di demek nêzîk da çap û belavket.

 

Hejî gotinê ye ku Hunermend Eyub Elî li sala 1973 li Silêmaniyê ji daykbûye. Piştî derçûna wî ji pişka endazyarya mîkanîk li zanîngeha Selaheddîn li Hewlêrê, mişextî Berîtaniya dibît û niha li wêre dijît.

Her li demek zû da û dwîr ji pîşeya xo, ewî cîhana stiranê helbijart, çunke bi rastî bi dengek xoş û gotinek gelek hêja stiranê dibêjît û yê bûye stêrka hera geşa stirana Kurdî.

 

 

Helbestek ji Elbuma Hunermend Eyub Elî, Helbest ya Helbestvanê navdar Edîb Çelkî ye

 

 

Kanya Jiyanê

 

Bi şahî û awaz, lawik û heyran

Li ser şaperrên Sîmerx û teyran

Wek Suleymanî, min tu gêrrandî

Belqîsa minê, bi keyf û seyran

 

***

 

Were yar yar yar yar

Hawar yar yar yar yar

 

Naxwazim j’ibîrkem canya cîhanê

Bûme Eskender, jibûna manê

Karwansera min hembêza te ye

Ew devê şîrîn kanya jiyanê

 

***

 

Hîvîya min bû li sal û dema

Jîna min kirbû govend û sema

Bêxatirxwastin li min avabû

Îro ez kirim şivanê xema

 

***

 

Xanima kubar, kengî dê hêtin

Kanya jiyanê kengî dê zêtin

Roja avabûy li pişt çyayê Qaf

Carek dî dilo li min helêtin.

 

 

 

Peyv: Edîb Çelkî  (chalki72@hotmail.com)

Awaz: Foliklorê Kurdî

Stirandin: Eyub Elî

Muzîk: Goran Kamil

 

 

 

 

Çavkanî: Malpera Hikumeta Herêma Kurdistan

 

 

 

 

 

Jor

 

 

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis