Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Êzdîyatî û Zerdeştî

 

Receb Dildar

 

                      “Şêx Adî û Tawisê Melek û Êzî yek in

             Hûn maneya ji yekê nekin

             Ew zû mirazan hasil dikin”(Ji qewla kanîya maran)

 

 

 Li ser zanîna dînê Êzdîyatî û Zerdeştîyê li bakurê Welat tevlîhevîyek heye, meriv bi rastî bibêje ev tevlîhevî di nava xelkê de tuneye, tevlîhevî di mejîyên kesên ku bi sîyasetê re têkildarin de heye. Çimkî nasîna Zerdeştîyê di demeke nêz de ketîye nava Kurdan, kesên sîyasî wek ola Kurdan a kevn lê xwedî derketin û bi wî awayî propaganda kirin. Lê Êzdîyatîyê xelk zane û hîna jî dînê gelek Kurdan Êzdîyatî ye.

Ji ber ku sîyasîyên me propaganda Zerdeştîyê kirine, aniha fikirek di mejîyê xortên me yên nû rabûne de bi cî bûye û dîbêjin qey dînê Kurdan ê kevn Zerdeştîye û Ezdîyatî jî dewama wê ye an herdu dîn gelek nêzî hevdu ne. Divê meriv bersîva vê pirsê bide, bi rastî jî bav û kalên me berî ku bi darê zorê bûn musulman bi kîja dînê bawer dikirin. Em tev de dizanin ku Êzdîyatî li ser axa Kurdîstanê bawerîyeke gelek xurt bûye û heta aniha jî didome. Ya bawerîya Zerdeştî?

Kurd bûne Zerdeşt an na, an jî çend Kurd wek ku bi Mishefa Reş sond dixwin li ser Avestayê sond dixwin.

Bi bawerîya min herçiqas dînê dewleta Sasanîyan ê fermî Zerdeştî bûye jî lê tu carî kurd nebûne Zerdeşt û dînê Zerdeştîyê qebûl nekirine, dibe ku li hinek heremên biçûk bi darê zorê bi wan dabin qebûlkirinê. Lê îstîsna rastîyê xera nake. Eger hinek eşîr bûbûna Zerdeşt wê aniha nevîyên wan jî hebûna an wê di dîrokê de şopeke wan hebûna. Şeref Xan di Şerefnameyê de navê Êşîrên Êzîdîyan yeko yeko dijmêre lê behsa yek eşîreke Zerdeştî jî nake, çimkî di nava kurdan de Zerdeştî tune bûne. Dîsa lêkolînvan û dîrokzanê mezin Mehrard R Izady (Kurd-Kitêbeke ber destan) di kitêba xwe de gava navê dînên Kurdan dijmêre ji xwe qala navê dînê Zerdeşt jî nake. Zerdeştî her çiqas dîneke xelkên Arî be jî zêdetir di nava Farisan de belav bûye û heta Hindîstanê çûye.

Lê Êzdîyatî li ser axa Kurdîstanê rastîyek e, çimkî di nava Kurdan de bawerîya herî kevn Êzdîyatî ye û heta zemanê me jî hatîye. Kurd Êzîdî bûne, ji bo vî tiştî ne hewce ye ku kesek li çavkanîyan bigere, gava Kurdekî li çend bavê xwe bikole yê çara nebe jî wê di bavê xwe yê pênca de rastî Êzdîyatîyê were.

Bi ya min şaşîyeke pirr mezin jî ev e: Hinek dibêjin piştî musulmanî bû desthilatdar, Zerdeştî û musulmanî tevlî hev bû Êzdîyatî derket holê. Ev kes dixwazin Êzdîyatîyê bigihîjin Zerdeştîyê û Êzdîyatîyê bi Şêx Adî bidin dest pê kirin.

Ji bo em ji vê nezanî û tevlîhevîyê xelas bibin divê em berê xwe bidin rewşenbîrên Êzîdîyan. Gelo Êzîdîyên ku li ser dîroka xwe nivîsandine û serê xwe bi vê pirsê re êşandine li ser vî tiştî çi dibêjin divê meriv hinekî guh bide wan. Di vî warî de kesên wek Kemal Tolan, Pîr Xidir Suleyman, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyik, Mehrard R. Izady, Xelîl Cindî, Bedelê Feqîr Hecî  li ser dînê Êzdîyatîyê berhemên giranbuha afirandine.  Lê hinek kes bi pirranî jî kesên ku bi sîyasetê ve têkildarin di şûna ku guh bidin van camêrên hêja, guh dane sloganên ku ji wan re xweş hatine û xwestine koka Ezdîyatîyê bigihînin Zerdeştîyê, ev fam fameke pûç e û divê Kurd rojeke berê, berê xwe bidin rastîya Êzdîyatîyê.

Mehrard R. Izady di kitêba xwe ya ku li jor me qal kiribû de wisa dibêje:

 

Arkeolog Soleckî 50 km dûrî qubên Laleşê, li Kurdîstana navîn herêma arkeolojîk a Şanîdar-Zawî Çemî ye bermayîyên quban û baskên teyrên mezin dibîne ku ji vana emrê basken  mezin ên betan 10 800 sal e.” Izady wisa didomîne “ Ancax temsîlkirina Xwedayekî bi teyrekî bi bask taybetîyekî Êzîdîyan e. Bermahîyên Antîk Zawî-Çemî kokê dînê Êzdîyatîyê îşaret dike.

 

Wek ku Izady jî nîşan dike kokê dînê Êzdîyatîyê gelekî kevn e û bî Zerdeştîyê re nayê qiyaskirin. Hewce nake ku em ewqas dûr herin, gava meriv diçe Laleşê di şikeftekî de denên zeytê dibîne û temenê wan denan 3000 sal in ku dîroka Laleşê ji ya denan  gelek kevintir e.

Ji bo navê Êzdîyatîyê jî em ê go bidin Kemal Tolan hela di nivîsa xwe ya bi navê “Bawerîya Êzîdîya ya bi Xweda” de çi dibêje:

 

  “Gava evdek karibe baş li kûriya mîtolojiya Êzîdiyatiyê birêne, ewê dibîne ku em Êzîdî ji despêka mirovatiyê û heta vêga, her ji hebûna yek Xweda yê bê şirîk û ji sur û keremetên Tawisî Melek(Ezdah = ez da dayî-Emîn Ceberaîl yê ruhan dide û distîn e)bawer dikin.

Gelek oldar û civaknasên li cîhanê jî dizanin, miletê Ezdahî(Êzdî) hinga berê sond(ad) duxwarin û vêga hêjî dibêjin : „ya xaliqê Ezdahî, bi Xweda yê bê şirîk, bi Xweda yê şev û rojê, bi xaliqê erd û ezman çêkirî, bi rebê jorê û whd.”

 

Kemal Tolan di nivîsa xwe de koka Êzdîyatîyê gelek vekirî û bi awayekî zelal eşkere dike. Peyvên Kemal Tolan ji hinekên ku dibêjin navê Êzdîyatîyê ji Avestayê derketîye re jî bersîvek e. Hewce nake ku meriv ji bo koka peyva Êzdîyatiyê zelal bike bi zimanekî din ve peyvendîyê deyne û li tiştên şaş bigere çimkî peyv bixwe peyvekî hurr bi Kurdî ye û aniha jî bi awayekî gelek zelal tê famkirinê.

Kesên Êzdîyatîyê baş nasnakin an nakolin Êzdîyatîyê bi Şêx Adî didin dest pê kirin û ji ber ku Şêx Adî piştî Zerdeştîyê ye, berê Êzdîyatîyê didin Zerdeştîyê, ez bawer dikim koka xeletîyê jî ji vir dest pê dike.

Koka herdu olan çiqas ji hev dur in li jor me hinek dît. Lê dîsa jî dibe ku têkilîyek hebe, çimkî di her çaxê de Laleş cîyê tasawûfê bûye. Kesên ku dixwestîn kiras biguherin û bigihîjin Xweda diçûn li laleşê diketin xewletxaneyan, dibe ku Zerdeşt jî yek ji wan kesan be û dawîyê çûbe nava Farisan dînekî ava kiribe.

Cûdatîyeke mezin ê nava herdû dînan jî ev e. Zerdeştî dînekî dualîst e, Xwedanê Xêrê cûda,yê şerrê cûda ye. Lê di Êzdîyatîyê de Xwedanê Xêr û şerrê yek e. Di vî warî de em ê li gotara Xelîl Cindî ya bi navê “Derheqa navê Tawsi Melek” binêrin û xala dawî deynin:

 

  “Gelek nivîskarêt rojhilat u rojava( rojhilatnas) jî, hosa nivîsîne ku dînê êzidiya, dînekî duwalizme; anku baweriyê bi dû xudawenda di îne, yek: xudawendê xêrê. dû:xudawendê şerî.”

“Eve yeke ji wan şaşiyêt ew nivîskar ketinê, çunke ew dûrî êzidiya bûne u şarezaya edebê wanê dînî ne bûne. êzidî di du´ayeke xo da di bêjin:

            Tanc ji ewelîn heta bi axirîn

            Xêra bide, şera wergerîn

            Heq hemdullah ya Rebil ´alemîn"

 

Dîsa Xelîl Cindî di nivîseke xwe de cûdatîya herdu dînan wisa rêz dike:

-     Êzîdî mirîyên xwe binax dikin, Zerdeşt datînin ser zinaran teyr û tilûr dixwin.

-     Qurban dayîn di bingeha dînê Êzdîyatîyê de heye, lê di Zerdeştan de heywan serjêkirin guneh e.

-     Heywanên li cem Êzîdîyan pîroz in (mar, dûpişk, pisîk), li cem Zerdeştîyan wek heywanên pîs û xerab tên zanîn

-     Di dînê Êzdîyan de rojî girtin roleke girîng dilîze, di Zerdeştîyê de birçî mayîn ne baş e, divê her kes xwarina xwe bixwe.

-     Zerdeştî tûtinê xerab dibînin û nakişînin lê Êzidî ji tûtinê hez dikin û li cem wan Xwedanê tûtinê jî heye.

Û lê zêde dike, eger Êzdî Zerdeştî bûna wê di malên wan de kitêba Avesta an Gata hebûna. Di malê tu Êzîdîyê de ev kitêb tune ne, kitêbên wan Mishefa Reş û Cîlve ne.

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis