|
Vegere
Tenê 500 kesê Êzidî li Tirkiyê
mana
kaniya-sipi.de/28.11.2006
| |
 |
| |
Gundê Kefnasê
li Tirkiyê / Çavkanî: Ferhun Kurt |
Rojnamavanê Kurd Xidir Domilî di
kurtenûçeke xwe de, ku di malpera Asdah.com de bi zimanê erebî hata
belav kirin, da xwiyakirin ku Lêkolînvanekî Tirk ragehand ku hijmara
Êzidiyan li Tirkiyê beramber salên 80 î gelekî kêmbûya, ji bilî 500
kesê Êzidî li Tirkiyê nemana.
Lêkolînvan û mamosteyê Tirk,
Ehmed Taşqîn, di hevdîtineke kurt de li Duhokê ragehand ku Êzidî li
van herêmên jêrîn dijîn, hijmara wan ne bihtirî 500 kesî ye:
Herêma Şirnexê, Wêranşehr,
Diyarbekir, û gundên derdora Urfa û Mêrdîn û Bişêrî û Batmanê.
Lêkolînvan Ehmed Teşqîn got ku
Êzidî ji ber zulm û zorê û tunebûna azadiya dînî û siyasî ji Tirkiyê
koçber bûn.
Ji aliyekî din ve Lêkolînvanê
Tirk got ku neha gelek Êzidî, nexazim Êzidiyên ku li Elmaniya dijîn,
dixwazin vegerin ser çih û warê xwe, lê dilê wan bi tirs e, ji ber
geleka ji wan milk û malê xwe firotiya xelkê biyanî yan jî milkê xwe
bi deman dana Tirkan û ew Tirk nema dixwazin milkê wan li wan
vegerînin, ev sedem jî dibe pirsgirêkek beramberî Êzidiyên ku dixwazin
vegerin ser gundên xwe.
Sedema din jî ew e, ku piraniya
gundên Êzidiyan hêj di salên 80 î de ji aliyê Dewleta Tirk ve hatina
wêrandin û hêrfandin û ne dibistan û ne av û ne jî ceyran di gundên
wan de peyda dibin.
Li ser hijmara Êzidiyan di salên
80 î de, Ehmed Taşqîn got ku hijmara Êzidiyan nêzîkî 25 hezaran bûn,
lê wek ku li jor hata gotin, ev hijmar ji ber zulm û zorê û tunebûna
azadiya dînî û siyasî kêmbûya.
Têbinî: Lêkolînvanê Tirk
Ehmed Teşqîn li zanîngehekê li Enqera mamsote ye û ji bo şopandina
rewşa Êzidiyan li Kurdistan Îraqê hatibû nav Êzidiyên başûrê
Kurdistan/Îraq.
Çavkanî: gotara Rojnamavan Xidir
Domilî ya ku di Malpera asdah.com de hatî belav kirin.
Jor
|