Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

 

Vegere

Rojî  li cem Êzîdiyan                       

Fermaz  xeribo 

cima ezidi rojiya digirin ?

di qewl ü beyte ezidiya hatiya gotin

BEYTA ŞEWRA

pencin ferzê Êzdaya

axret û hustaya

mor û Rojî û diwaya

ji ber wilo Êzîdî rojiya digirin

ci wata rojiya ya ?  wata wan ewe go kes tiştekî nexwê û ne vexwe lê hima divê mirov

tişte ne li rê nekê wek diziyê û got gotê ---------

kengî Êzîdî rojiya digirin ? ji berî roj hilat heta roj herê ava

wextê insan bi rojî be û bê himdî xwe tiştekî bixwe yan tiştekî vexwe ew na fitre û ew wê

rojiya xwe berdewam bikê wek go tiştik nebûya

wextê insan destê Şêx yan pîr tewavkê yan ji beratê tewvke ew di fitirê.

Renge Rojiyan:

A- Rojiyê tevayî  yan ê divê her kes bigrê ew jî 9 roj in:

    1- Rojiyê Şêşims  3 roj in, rojê Sêşemb û Çarşemb û Pêncşemb 

    2- Rojiyê Xwedana  3 roj in      =        =                       =                     =

    3- Rojiyê  Êzî         3  roj in     =          =                       =                  =

Kengî em van rojiya digirin ?

ev rojî wek min got bi ê Şêşims dest pêdikin û ew piştî 15 tişrîna 2 roja Sêşembê

dest pêdikin û divê cejna Êzîd bikevê çêla  yan bikevê heyva kanûne 1

û piştî 3 rojê rojiya cejn e û ew cejin dikevin rojê înê

B- Rojiyê taybet yan jî rojiyê xêrê ê bivê wê bigirê  û ew jî ev in

1-Rojiyê Çilxanê 40 roj di çilê havînî de ne  û çil roj di çilê zivistanî de ne.

2- Rojiya Tawisî Melek ew dikeve çarşemba berî rojiyê  Şêşims 1 roja.

3- Rojiya Xatûna Fexra ew dikeve roja çarşembê piştî cejina Êzîd  û ew jin digirin.

4- Rojiya Xeforê rêya, herkes karê bigirê, di her roj de.

5- Rojiyê Xidilyas dişemb û sêşemb û çarşemb berî îna pêşî ji Sebatê.

6- Rojiyê  Pîrê alî ( ê Batizmiyê ) rojê dişembê û çarşembê û pêncşembê berî

    roja gerê ya Batizmiyê.

 ev tiştê min gotin hemî bi hesabê  Kurdî ne, yan bi teqwîma rojhilatî ne û wextê teqwîma rojava dibêje 14 em dibêjin 1.

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis